ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Zagonên serdest û bindestan wiha ne ezbenî!

Me her dem wekî wan helbestvanên bêguneh jidil doza wekhevî û biratiyê kir…
Lê ew rabûn wekî hovên nûjen me kurdan di bin lingê xwe de perçiqandin û lînç kirin.
*
Me aqil da wan, me şîret li wan kir, me gulî û keziyên xwe ji wan re kir qurban…
Lê ew rabûn aqilê me çeliqandin, diz û nankor derketin.

*
Me ji Melezgirtê bigire heta Çanakaleyê deriyê xwe ji wan re vekir…
Lê ew rabûn şev nivê şevê deriyên me şikandin û gund û bajarên me şewitandin.
*
Me got dînê me yek e, îmana me yek e, qibleya me yek e, kitêba me yek e…
Lê ew rabûn di mizgeftên xwe de çêr û xeber ji me kirin û ji me re gotin “terorîst”.
*
Me çavê xwe ji televîzyonên wan re kor kir, bi çar çavan em man li benda rojnameyên wan…
Lê ew rabûn bi zagon û ne-zagonên xwe ve televîzyon û rojnameyên me girtin.
*
Me her tiştî ji rojnamegerên wan re îtîraf kir, me wan kir welatparêz jî…
Lê ew rabûn rojnamegerên me kuştin, bedenên welatparêzên me avêtin nava bîran.
*
Me stranên aştî û wekheviyê ji ser zimanê xwe kêm nekir…
Lê ew rabûn bi henekên xwe ve stran û hebûna me çirtovirto kirin û kirin qurbana hebûna xwe.
*
Me got "her çand kulîlkek e", me çanda wan di mala xwe de jî çand…
Lê ew rabûn wekî barbaran çanda me çilmisandin, mirandin, herimandin, lewitandin.
*
Me got “Her ziman insanek e!”, me zimanê wan kir şekir û danî ser zimanê xwe…
Lê ew rabûn zimanê me înkar kirin, asîmîle û lal kirin.
*
Me heta piştkurmiyên wêjeya wan jî wergerand ser zimanê kurdî…
Lê ew rabûn bi delalî wêjeya me kedî kirin, kirin xulamê wêjeya xwe.
*
Me nivîskar û rewşenbîrên wan danîn ser kursî û maseyên xwe…
Lê ew rabûn bi fehl û fîtan ve çend fikir û têgehên me yên mayî jî şêlo kirin û hişê me tevlihev kirin.
*
Me hawara xwe gihand demokrat û sosyalîstên wan jî…
Lê ew rabûn bi serbilindî yek bi yek ji kuna ergenekonê derketin.
*
Me heta radeyekê serê xwe ji zagonên wan yên serdestiyê re jî tewand…
Lê ew rabûn zagonên bindestiyeke nû li ser me ferz kirin.
*
Me hurmet nîşanî serokên wan jî da, me heta li ser gurîbûna wan klam jî gotin, me heta pêlava Atatûrk jî biriqand û danî ser serê xwe…
Lê ew rabûn bi dek û dolabên xwe ve serok û rêveberên me girtin, daliqandin û cendekê wan avêtin lat û zinaran.
*
Me gohê xwe da partiyên wan ên faşîst jî, me hêvî heta ji çepgirên wan ên ergenekonparêz jî kir.
Lê ew rabûn yekser bi yek dengî HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DKP, DTP girtin û fatîhayekê li ser me xwendin.
*
Me hêviyeke mezin ji parlamentoya wan kir,  me her dem berê xwe da rêyeke çareseriyê...
Lê ew rabûn dengên me li gorî zagonên xwe çirtovirto kirin, deriyê parlamentoya xwe bi ser hêviyên me de girtin û parlamenter û siyasetmedarên me di zindanên xwe de rizandin.
*
Êdî her tişt bêminetî ye ezbenî, bêminetî!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder