ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Otoasîmilasyon derî ji asîmilasyonê re vedike!

Asîmilasyona bêbav bi hemû hêz û quweta xwe ve wekî gurê pîr di derdora te re diçe û tê; bi reng û awayên xwe yên ‘reş û spî’ ve zorê dide hebûna te û dixwaze bi fetleke xapînok ve di derî re bikeve hindûrê te…

Haya te çawa ku ji bayê felekê tunebe, herwiha ji bayê çanda man û nemanê jî tune.

Bi wê dilşêrînok û henûniya xwe ve tu jê re derî vedikî û dibêjî “Kerem bike!”

Bêyî ku tu navê wê bipirsî, bêyî ku tu giraniya bejna wê di mêzîna hişê xwe de bipîvî, tu wê datînî ser dîwana mala xwe ya herî xweşik.

Dîwana malê hindik maye ku vereşe; lê haya te ji bayê korezaniyê tune!

***

Asîmilasyona dirinde di nava qesr û serayên saziyên xwe de her roj xwe jinûve divejîne; bi saya serê enstîtuyên xwe ser û çavên xwe dibiriqîne, bi kinc û libasên rengîn ve rojê sê danan xwe nipûnû dike.

Bêhna sorav û misk û embera wê tê heta ber devê saziya koxika te.

Di nava halê xwe yê rizî û peritî de tu bi çar çavan meraqa bejn û bala wê asîmilasyonê dikî.

Hêj ku ewê qesta te nekirî tu bi xalîçe û qerenfîlan ve deriyê saziya xwe jê re vedikî; te dil heye ku tu bi lîmozînan ve pêşwaziya wê bikî.

Hemû kelam û gotinên wê wekî nivîştiyan mîna ayetên pêxemberan bi misk û embera wê ve tu bi bedena saziya xwe ve dialiqînî.

Saziya te hindik maye ku vereşe; lê haya te ji bayê sazîbûnê tune!

***

Asîmilasyona bê keys û fesal bi xêra medyaya xwe serê her kêliyê diranê îktîdara xwe tûj dike. Bi manîpilasyonên sêserî ve çala îktîdara xwe mezintir, bi kampanyayên gulgulî ve xwe bi şûr û mertalên herî modern dike.

Di bin navê “Modernîzm, Dîn, Perwerde, Mûzîk, Rêzefilîm…” de serê her şeveqê nêçîriya civaka te dike.

Lê divê meriv heqê te jî nexwe. Xwedê heye, tu jî nêçîrekî baş î haaa!

Ji ber wê meraqa gundîtiya xwe tu ji her tiştî re hazir û nazir î. Mixabin bi wê babegîtî û simbêlboqiya xwe ve tu dikevî hemû xefik û toran.

Ji rabûn û runiştandinê bigire heta çepitî û rojnamegeriyê, ji cixarekêşandinê bigire heta çêr û xeberan bi wê evdalî û êsîrtiya xwe ve tu ji mekteba asîmilasyonê fêr bûyî.

Heke ku ji te be, te dil heye ku tu şer û aştiyê jî ji şêwaza îktîdara wê fêr bibî.

Di wan saziyên xwe de dilê te hê jî dibije ku tu wekî rêzefilmên asîmilasyonê bijî!

Rojekî tu şibakên saziya xwe dişkênî, jê direvî û dixwazî ji nişka ve bibî “Îbo, Izo, Mahso..”, roja din jî tu ‘dersên siyasetê’ didî me hemûyan û pêlî serê muxalifê cîranê xwe dikî.

Xwedê hefza meriv ji te bike!

***

Asîmilasyona rûreş niha li ser textê îktîdara xwe gepa xwe germtir, simbêlê xwe stûrtir dike; ew ji min û te çêtir dizane ku êdî ne hewce ye serê her kêliyê xewa xwe bişeriqîne û berê xwe bide koxika civaka te.

Ji ber ku tu êdî xulamokê wê yê herî jidil, qenc û melahîm î!

Ji ber ku tu êdî mûrîdekî asîmilasyonê yê dîplom-wergirtî yî.

Bi “bismila”yê tu bi dest navê wê dikî û bi “amîn”eke delal ve diqedînî.

Gotineka asîmilasyonê ya herî beredayî jî, tu di nava civaka xwe de –haşa!- naxî dido.

Tu niha di meydana civaka xwe de çalekê dikolî; lê ez nizanim ne qebr e ne jî tişteke din e!

Xwedê hefza meriv ji te bike!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder