ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Li ser "Kurd, Kurdî, Kurdistanê" çend Koçernot

Dema ku pirsa "Kurd, Kurdî, Kurdistanê" dikeve erdê, piraniya "bira"yên min yên tirk di bin navê "biratî û wekhevî"yeke pûç de her tiştî berovajî û şêlo dikin.

Divê hin kes ji wan re wisa bêjin: Rahêjin "bira"tiya xwe û bixin qûna "wekhevî"ya xwe!

***

Hinek ji bo "welatparêziya Kurd, Kurdî û Kurdistanê" ked û xwuhdaneke mezin didin; û bi sed reng û awayan vê keda xwe jî vedişêrin.


Lê hinek jî ji "ranta welatparêzî"yê şevûroj goştê bistê dixwin û bi reklam û îlanan ve jî pesnê xwe didin!

***

Tişta min fêm kirî ev e:

Piraniya tirkan ji bo ku mafên kurdan nedin wan, dikarin bavê xwe jî bidine kuştin û dikarin vê kuştina bavê xwe jî bi dek û dolabên naskirî ve bixin stûyê kurdan.

***

Heke kurd di siyaset, huner û medyayê de rola hev "nedizin", ez bawer dikim ku dê azadiya "Kurd, Kurdî û Kurdistanê" jî nêzîktir bibe.

***

Yên ku wekî orf û adetekê "xweşikahiya kulîlkekê" jî bi serok û şêxên xwe ve grê didin, naxwazin qet ji guherîn û veguherîna dinyayê fêm bikin.

***

Kesên ku li Kurdistanê "pir-partîtî, pir-dengîtî û pir-rengîtiyê" neparêzin, bila tu carî behsa "demokrasî, aştî û yekîtiyê" jî nekin!

***

Heke şaredariyên bakur di destê min de bûna, min ê li her bajarekî "dikana zargotina kurdî" vekira.

Di wan dikanan de min ê tovê "Kurd, Kurdî û Kurdistanê" berhev bikira. (BITIKÎNE: Dikana Zargotina Kurdî!)

***

Îdeolojiya min ya serê pêşîn ev e: Azadî ji bo Kurd, Kurdî û Kurdistanê!

***

Oto-asîmîlasyona kurdî ya veşartî wiha ye:

Li Bakur û Rojava navê her du cih û waran jî bi kurdî ye û eynî ye.

Lê camêr ji yekî re dibêje, "Serêkaniyê"; ji yê din re dibêje, "Ceylanpinar".

Lêlê qutê nemayê!

***

Li ser "xewn û xeyal"ên xwe nanivîse/napeyîve.

Lê her dem bi mereqeke mezin ve li ser "xewn û xeyal"ên kesên din dinivîse/dipeyîve.

Loma wêje û siyaseta kurdî jî xav û rijî dertê holê, ezbenî!

***

Ji bo azadiya "Kurd, Kurdî û Kurdistanê" kurd çalakiyeke çawa jî bikin, kêfa rêveberên Dewleta Tirk jê re nayê.

Bila ji me re bêjin; gelo tenê hez ji çalakiya "teslîmbûnê" dikin?!..


E-mail: evdilekocer@yahoo.com


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder