ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Rewşa zarokên civakeke negihayî!

Zarokên civakeke nebalixbûyî/negihayî wiha ne:

Li şûna henekan, genekan dikin...

Li şûna rewşenbîriyê, xwelîseriyê dikin...

Li şûna siyasetê, serserîtiyê dikin...


Evdile Koçer: "Celadet Bedirxan stranbêjekî baş e û Hawar jî straneke xweş e!"

Ciwanekî kurdîhez di sohbetekê de ji siyasetmedarekî kurd pirsiye, "Tu Celadet Bedirxan û Hawara wî çawa dibînî?"

Siyasetmedarê me wiha bersiv daye:

"Celadet Bedirxan stranbêjekî baş e û Hawar jî straneke xweş e!"

Baş e ku hema negotiye, "Bila were beşdarî partiya me bibe!"

***

Ey siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên TIRKÎ-HEZ!

Evdile Koçer - Çîroka destana Metranê Îsa

Evdile Koçer: Pêvajoya wan çîk û mîk, îwer û mîwer, tişt û mişt, ewk û mewk e!

Pêvajoya Mêvajoyê

Pêvajoya wan çîk û mîk, îwer û mîwer, tişt û mişt, ewk û mewk e..!

Tu vê pêvajoyê çîk jî bikî, bixemlînî û wekî bûkeke ewkirî li hespeke çîkirî jî bikî û bibî ser bazara îwerê jî, ewkek pê ve nayê heta ku mirov çîk bike û bixe tiştek…

Tu hemû çîkên rojhilat jî lê bikî û di nav ava zemzemê de jî bişoyî, tu kirasên rojava jî lê ewk bikî, nabe pênc îwer…

Evdile Koçer: Slogan, çepik, reyîn û ewteewt!

Dema hin kes "xwe" ava nekiribin...

Dema fikir, bîr û baweriyên wan yên "şexsî" tunebin...

Dema tenê fêrî xulamtî, serserîtî û xwelîseriyê bibin...

Dema her dem li ber taq û dîwarên "xelk û cîran"an bin...

Evdile Koçer: Serpêhatiya min ya "Bakurê Kurdistanê û Qûna Kerê"!

Li Almanyayê ji min pirs kirin: "Tu ji ku derê yî?"

Min got, "Ez ji Kurdistanê me!"

Yê alman pirsî: "Ji kîjan perçeyê Kurdistanê yî?"

Min got: "Ji Bakurê Kurdistanê!"

Yê kurd pirsî, "Ji Tirkiyê an ji Îraqê?"

Evdile Koçer: Nameyek vekirî bo hemû jinên kurd!

Ey jina kurd!

Bibore, ne mafê min, ne jî mafê tu zilamekî kurd heye ku aqil bide te!

Lê bi destûra te be, tenê dixwazim vê bibêjim: Ji kerema xwe re, bi zimanê tirkî/erebî ji min re behsa "azadiya jina kurd" neke!

Jinên kurd çiqas ku bikaribin xwe ji ziman û çanda dagirkeran azad bikin, dê ewçend jî bikaribin rihê xwe azad bikin! Çiqas ku bikaribin rihê xwe azad bikin, dê ewçend jî bikaribin ber bi naskirina nasnameya xwe ya "jin"atiyê ve bimeşin!

Evdile Koçer: Di derbarê romannûs Yaşar Kemal de çend fikir û koçernotên min!

Bi destûra we be, ji bo helwest û çawaniya romannûsê hêja Yaşar Kemal de ez ê du-sê gotinan vebêjim, lê bila tu kes aciz nebe!

- Yaşar Kemal mirovekî delal, nivîskar û vebêjekî çak e, kêfa min jê re tê; lê mixabin nekariye bibe rewşenbîrek!

Heke "rewşenbîr" bûya, dê Nobelê jî bistanda û dê gelek xelatên din jî werbigirta!

- Yaşar Kemal vê yekê naxwaze fêm bike: Xelata Nobelê didin rewşenbîran, didin "fikrên resen" yên rewşenbîran, lê nadin nivîskaran!

Evdile Koçer: Hişê kemalîstên tirk û hişê kemalîstên kurd wiha ye!

Hişê kemalîstên tirk wiha ye:

"Heke kurdî jî lazim be, em ê bînin Tirkiyê!"

Hişê kemalîstên kurd jî wiha ye:

"Heke kurdî jî lazim be, em ê bînin Kurdistanê!"

Çapa 2. ya pirtûka Pêlava Birîndar derket!

Çapa 2. ya pirtûka Pêlava Birîndar li Stenbolê ji nav Weşanên Ar derket!

Miletê alman wiha zimanê xwe diparêze! Lê gelo tu çawa zimanê xwe diparêzî kurdo?!

Miletê alman wiha zimanê xwe diparêze!

Lê gelo tu çawa zimanê xwe diparêzî kurdo?!

Min ev dîmen li kolanê bajarekî Almanyayê girt û ez ji halê siyasetmedar, civak û zimanê kurdî re giriyam!

Evdile Koçer: Ne tenê rojek, lê divê her roj bibe "Roja Zimanê Kurdî!"

Da ku asîmîlasyon û xwe-asîmîlasyon, xwe ji ser rih û bedena Kurdistanê biterikîne...

Da ku hişê siyaseta kurd her roj bêtir bibe Kurdistanî...

Da ku "Rihê Xanî, Mela û Feqe" bikeve nav sazî û dezgehên kurd...

Evdile Koçer: Newroz e, xuşexuşa dilê biharê ye!

Newroz e...

Xuşexuşa dilê biharê ye. Çîveçîva strana azadiyê ye. Kulîlkên stûxwar ên adarê, xwe li bêhna sibehên welatê min digirin.

Newroz e…

Bêrîkirina azadiyê, wekî pêtên agirî ji rûyê zarokên delalokî dipeke û bi govendgerîna xwe ve li rûyê gund û bajarên min ên dagirkirî dikeve… Rêça şervanên bênav, bi çirûskên rojê re şîn dibin.

Evdile Koçer: Em Mirin Birako! (Ji bo bîranîna Helebçeyê!)

Em Mirin Birakoo...  (Ji Bo Bîranîna Helebçeyê!)

Em ketin ber xezeba felekê...
Mirina bêbav, kirasê xwe li bihara rengîn kiribû....
Strana me li ber deriyê Xeyalistanê nîvco ma...
Qirik li me bû pira selatê...

Erê birakoo, em mirin...