ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Koçerîzma

Melûm e... Dinya bîreke kûr, birekeke tûj e...
    
Weke dayikeke dilşewat divê destê te ser pişta civakê be: Ji elîf-bayê bigire heta elîf-nemayê bêyî ku bi xwe bihese, divê tu fêrî civakê bikî. Nexwe dê civak bi elîf-baya xwe ve te vekişîne nav bîra xwe û dê hemû bîr û boçûnên te bide ber bireka xwe ya tûj...
    
Melûm e... Dinya keneke kin, bişirîneke xweşik e...
    
Ken, di nav êşa girînê de meyiya ye. Bişirîn, gulên êşê vedide; tîqetîq jî peqpeqokên vê êşê ne. Kena herî xweşik, êşa dayikên bêçare ne. Diyariya herî spehî, baqek ji kena vê êşê ye...
     Melûm e... Dinya çemê xweşmêran, behra însanan e...
    
Tu di çemê xwe de nizanibî soberberî bikî, tu yê di behra însanan de hêdî hêdî bixeniqî. Ji ber ku, çem havêna behran; xweşmêr tevna însanan in...
    
Tu di çemê ziman û çanda xwe de nizanibî avjenî bikî, tu yê di behra ziman û çandên din de bixeniqî. Ji ber ku, ziman resmê rih; çand nexşeya hebûna te ye...
    
Melûm e... Dinya çîrokeke dûvedirêj, romaneke nenivîsandî ye...
    
Çîrok neynika civakan in: Civakên ku çîrokên xwe zûka nenivîsînin û navekê lê nekin, dîsa gazî êş û trajediyên xwe dikin. Ji ber ku, nivîs êş û trajediyan kedî dike.
    
Tu çîroka trajediya xwe bi qelema xwe nenivîsî, dê ew bi qelemên kirêkirî bêne nivîsandin...
    
Melûm e... Dinya kaxizeke spî, qelemeke keskesor e...
    
Kesên ku bi tenê navê xwe li ser kaxizî reş dikin û digindirînin meydanê, hê jî ava felsefeya nivîsê danequrtandine. Heger ewan, kesên ku xepara biriqandina gotinan dikin, bidîtana, dê xwe dîsa bigindirana wê meydanê û bi têra dilê xwe ji xwe re bigîriyana...
    
Melûm e... Dinya aşê huneran, bostanê çandan e...
    
Aşê huneran li her derî di destê hunermendan de ye. Lê dema ku hunermend ne li ser kar bin, çeqçeqoka hunerê dikeve destê zarok û mindalan...
    
Tu çanda xwe di tenûra xwe de nepehtînî û nanê wê yî germ pêşkêşî dinyayê nekî, dê ew çand berê xwe bide tenûrên xelkê...
    
Melûm e... Dinya labîranta qehremanan, gerîneka xayînan e...
    
Xayîn û qehreman, cêwiyên hev ên evdalî û korezaniya me ne. Dêbavê wan civak e. Ma ez ê çi bibêjim: Herî spehî, ew her du hevûdu nas dikin.
    
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder