ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Bangek ji bo Kurdên li Almanyayê

Kurdên li Almanyayê divê beşdarî tu çalakiyên îllegal, şîdet, dagirkerî û hwd. nebin.

Ji ber ku qanûnên almanyayê rê dide ku her kes, her fikrê xwe bi awayekî azad bibêje, belav bike û ji bo daxwazên xwe çalakiyên qanûnî organîze bike.


Bi hêviya ku kurdên li Almanyayê dijîn, hemû qanûnên almanyayê ji bo berjewendiyên çand, ziman û hebûna xwe bikarbînin.

Evdile Koçer

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder