ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Ji bo Arjen Arî

Axxx Arjeno axxx...

Te yê vê yekê li me nekira heyran.

Te yê bişirîna xwe ya li ser peyvên kurdî ji me kêm nekira qurban.

Te yê di temenê bihara helbesta xwe de xatir ji me nexwesta gidî.

Te yê niha koça dawî ji nivîs û helbesta kurdî nekira.


Te yê wiha nekira babê mino.

***

Axxx Arjeno axxx...

Niha ez ê bejn û bala te li kîjan geliyan veşêrim gidî.

Niha ez ê guliyên te di nav kîjan peyvên cegerperitî de bipêçim.

Niha ez ê birînên peyva kurdî bi axa kîjan welatî bikewînim.

Niha ez ê strana kenê te yê dilşewat ji kîjan dengbêjî re vebêjim.

Niha ez ê xwezî û qewîtiyên te ji kîjan nifşî re bilorînim.

Niha ez ê temenê te yê nîvcomayî bidim kîjan çiyayê Kurdistanê.

Niha ez ê danînok û biharokên zimanê te bispêrim kîjan babegîtî.

***

Axx Arjeno axxx.

Te yê wiha nekira babê mino.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder