ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Pêvajoya wan çîk û mîk, îwer û mîwer, tişt û mişt, ewk û mewk e!

Pêvajoya Mêvajoyê

Pêvajoya wan çîk û mîk, îwer û mîwer, tişt û mişt, ewk û mewk e..!

Tu vê pêvajoyê çîk jî bikî, bixemlînî û wekî bûkeke ewkirî li hespeke çîkirî jî bikî û bibî ser bazara îwerê jî, ewkek pê ve nayê heta ku mirov çîk bike û bixe tiştek…

Tu hemû çîkên rojhilat jî lê bikî û di nav ava zemzemê de jî bişoyî, tu kirasên rojava jî lê ewk bikî, nabe pênc îwer…


Ji ber ku, ev çîk (yanî mirin, yanî quzilqurt, yanî serê marê korrr!) wekî kerekî piştkurmî yî kulek î şeht e!

Dikare bibe çîk-çîk û îwera wê jî, û dikare heta ku ‘Godot’ hat, li erdê çîkdirêjkirî wer jî bimîne…

Ku wer jî bimîne, ji ber çîka wê, ji ewka çîka wan re normal e! Yanî ewka wan, tişteke çîk e!

Lê ez bi qurbana we, hûn îwera pêvajoya xwe çîk nekin û nexin qurbana pêvajoya îwera wan.

Ew bi gotinên neqişkirî ewk jî bikin, ew bi hestfiroşiyên şêxanane îwer jî bikin, ew wekî etarên gundê min û te xweş jî bikin, hûn çîka xwe nedin ewka pêvajoya wan.

Pêvajoya wan çîkek dûvedirêj e! Îwerek belagiran e! Ewkek xwedêjêstandî ye! Di nav çîkên nezanîna wan de, di nav kevirên serê îwera wan de fetisiye.

Bûye ewka lanetê û ketiye stûyê îwera wan!

Dixwazin, vê çîk û ewka xwe bixin stûyê me jî…

Rê nedin vê pêvajoya wan a çîkbûyî ya serberedayî!

Nehêlin ku ew jî, di nav ewka pêvajoya xwe de çîk bibin û biçin çem û çem…

Tiştekê bikin, çîkekê bikin -yawww ez çi dizanim heyran!- pêvajoya mejiyê xwe li pêvajoya nezanîna wan biqelibînin.

Tiştên pêvajoya xwe, li nav çîka pêvajoya wan bixin û ji çîk-dirêjiya wan netirsin.

Bila çîk-çîk bikin, bila bibe ewk-ewka wan!

Wer çîk bikin ku, bila bizanibin çîka aqil û maqil, nîsk û baqil yek e!

Wan ewk bikin û di çîka pêvajoya xwe de bişon.

Lê ez bi qurbana we, bila dû re nebe çîk-çîk û ewk-ewka pêvajoya we jî.

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder