ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer - Bêrîkirina Welêt (Ji pirtûka Pêlava Birîndar)

Hamid Omerî: PÊLAVA BIRÎNDAR

Mirov dikare kurteçîrokên Evdile Koçer wek helbestan jî bixwîne. Wek helbestên ku bi kurteyiyên xwe ve dişibin Haiku’yên Japonan. Kin, kûr û tije. Wek heban. Coraspîn. Ji bo ev xwîn zelal bibe.

Ji ber di dest wî de nemabû soz dabû min ku wê pirtûka xwe ya dawîn “Pêlava Birîndar” bi riya internetê wek PDF ji min re bişîne. “Pêlava Birîndar” wek e-mail gihîşte destê min. Min carek li ser compîturê xwend; nebû, ji bo ku ez li ser kaxez jî bibînim û bixwînim bê destûra weşanxaneyê û nivîskar bi xêra pirînterê “Pêlava Birîndar” li ba min bû du cot.

Di ber pirtûka Özden Bilen a bi navê “Rojeva Av ê a Tirkiyêyê”re min kurteçîrokên nivîskar xwend. Pirtûk ji 49 kurteçîrokan pêk tê.
Bi “Qelûn”ê dest pê dike û bi “Keleşkofê” diqede. Bi niyeta ku dixwaze ji şer xelas bibe dest pê dike lê ji edebiyata ku di nav şer de dipelçiqe xelas nabe.

Evdile Koçer - Kusî

Welatparêziya Monikayan!


Ez lê dinêrim maşilehhh ji Xwedayê mezin re ku welatparêziya ku em hemû nas dikin li ba hin kurdên me bûye wekî mirîşka lûçikandî û serê we xweş be tiştek pê ve nemaye.

Li ba van kurdan meriv dikare behsa parastina her tiştî bike, lê dema dor tê ser parastina ‚welat’ weke ku me gunehek kiribe mad û mirûzê xwe tirş û tehl dikin.

Dema têgeha "welatparêzî"yê dixin devê xwe, xwîna meriv ya kurdî dikele, tu dibêjî qey wê niha dest bi têkoşîneke nû bikin bo welatê xwe, lê meriv fêm dike ku têkoşîna wan ya nû tenê ji bo MONÎKAyeke nû ye.

Niviskar Evdile Koçer li Mêrdînê ye!

Nivîskar Evdile Koçer li bajarê Mêrdînê li Leylan Cafê wê li ser pirtûka xwe ya nû "Pêlava Birîndar" biaxive.

Her wiha wê nivîskar li ser berhem û nivîskariya xwe jî bersiva çend pirsên gohdaran bide.

Evdile Koçer di dawiya bernameyê de jî wê ji xwendevanên kurdî re pirtûka xwe ya dawî "Pêlava Birîndar" îmze bike.

Hemû xwendevan û gohdarên kurdî bi xêr bên.

Dîrok: 06.11.2010,

Saet: 15.00 - Şemî

Navnîşan:

Erdoba konağı karşısı....
Mardin, Turkey

Leylan Cafê:
http://www.facebook.com/group.php?gid=80773561327&v=wall

Nivîskar Evdile Koçer tevlî Pêşengeha Pirtûkan ya Stenbolê dibe!


Nivîskar Evdile Koçer li Stenbolê tevlî Pêşengeha Pirtûkan ya TÛYAPê dibe û di standa Weşanxaneya Aramê de pirtûkên xwe îmze dike.

Hemû xwendevan û dildarên kurdî bi xêr bên!

Dem: 30/31.10.2010
Saet: 15-17.00

Navnîşana Weşanxaneya ARAMê ya li TÛYAPÊ: 2 605 B

Fûara Pirtûkan TÛYAP - Stenbol
TÜYAP FUAR ve KONGRE MERKEZİ, E-5 Karayolu, Gürpınar Kavşağı 34522 Büyükçekmece - İSTANBUL Telefon 90 (212) 867 11 00
Istanbul, Turkey

Welatparêziya tiralan!

Li gorî kêfa tiraliya xwe di hewşa xwe de ‘welatparêzî’yek ecêb ava kirine. Rengê vê welatparêziyê jî mixabin ‘Kesk û Sor û Zer e!’.

Ne tê gotin û ne jî tê sotin! Ne giraniya wê, ne jî kakil û hebûna vê welatparêziyê heye! Axir ne ez behs bikim, ne jî hûn deng bikin…

Tişta ku ev ji “welat” û “parastin”ê fêm dikin çi ye ne çi ye, bi serê xwe û we kim ez jî nizanim û mereq dikim, lê tu dibêjî qey dixwazin her tiştê girîng ên welatê xwe bi tir û fisên xwe biparêzin.

Mesela, tireke germ bike û dû re bibêje: “Kurdî zengîn e!”

An jî fiseke nerm bike û bêje: “Ez welatparêz im!”

Bêmane, yeke din jî bike û bibêje: “Serkeftin Heval!”

Ahaaa ji we re ‘Serkeftina Welatekî!’, ahaaa ji we re ‘Parastina Zimanekî!’

Şeqreq û teqreqe me kurdan!

Ez jî nizanim bê ev çi şeqreq û teqreqa me ye heyran!

Madem ku em ê derewên herî modern jî wekî pîvanekî welatparêziyê deynin ser riya civakê…

Madem ku wê serokbelediyeyên me yên ezîz û delal wekî Sûleyman Demîrel xwe bihejînin û bi tirkî silavê bidine me…

Madem ku em ê hemû xirabî û şaşitiyên xwe bi rengê kesk û sor û zer ve bipêçin û bi gilî û gazincan ve bixine stûyê dewleta ergenekonê…

Madem ku henekên tirkî yên parlamenterên me wê ji meclîsa tirkan belavî hemû derê dinyayê bibe…

Madem ku em ê di nav xwe de jî “CHP”yekê ava bikin û siyaseteke statûkoparêz li ser hemû civakê ferz bikin…

Nivîskar Evdile Koçer Mêvanê Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekirê Ye!

Nivîskar Evdile Koçer Mêvanê Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekirê Ye!

Li ser pirtûkên nivîskar Evdile Koçer yên Mirin û Pêlava Birîndar wê gotubêj û nîqaşek pêk bê.

Hemû xwendevan û dildarên wêjeya kurdî bi xêr bên!
Dem: 07.11.2010
Saet: 16.00
Amadekar:
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekirê
http://www.facebook.com/group.php?gid=156628751008

Tel: 0 412 228 94 00-97
Fax: 0 412 228 94 00
www.diyarbakirsanat.org

Diyarbakır Sanat Merkezi

Navnîşan:

Elazığ Cad. Diyar Galeria İş Merkezi No:9
Dağkapı, Diyarbakır Merkez, Diyarbakır

Nivîskar Evdile Koçer li Berlînê çîrokên xwe dixwîne

Nivîskarê kurd Evdile Koçer ji pirtûka xwe ya nû "Pêlava Birîndar" çîrokên xwe yên nû dixwîne.

Mûzîkjenê kurd Ciwan Tengezar jî wê bi mûzîka xwe ve rih bide xwendina çîrokên Koçer.

Nivîskar Evdile Koçer bi kurteçîrokên xwe yên nûjen ve behsa birînên civakê, şopa şer ya ku li ser rihê însanan dihêle dike û xwendevanan ber bi xewn û xeyalên zindî û parçebûyî ve dikişîne.

Di 2045'an de xewnek - Yusuf Bagî (Xewnek li ser pirtûka "Pêlava Birîndar")

Di canda kurdî de ku mirovek xewnekê dibîne û bi civakê re parve dike. Civak tev ji xwediyê xewnê re dibêjin: Xêr be. Ku civak nebêjin xêr be, xwediyê xewnê xewna xwe nabêje.

Lewra ku civak nebêjin xêr be, xewn berevajî diçire.

Min jî îşev xewnek dît. Ez hêvîdarim ku hûn jî bibêjin xêr be. Wekî ku hûn jî dizanin xewnên şevan bi her cureyê têne dîtin. Mirov di xewnê de ji cihekî di here cihekî din.

Min jî di xewna xwe de dît ku ez di sala 2045'an de dijîm. Ku ez li gundê xwe li Kurdistanê, li zozana Şerefdînê li nava mêrgikê rûniştî me. Derdora min mêrg û kanî kulîlkên cur bi cur. Mîna nefel, nêrgiz, beybûn hindeko û qawan bêhna cur bi cur dihate pozê min.

Hevpeyvîna Radyoya Dengê Mezopotamya li gel Evdile Koçer

Hevpeyvîna Radyoya Dengê Amerîka li gel Evdile Koçer (BI DENG!)

Evdile Koçer careka dî bal kişand ser xwe û nivîsînên xwe bi weşandina komele çîrokên nû ya bi navê ‘ Pêlava Birîndar ’.

Ji ber çî ev navnîşanê balkêş?

Eve destpêka hevpeyvîna me bû digel birêz Koçer di Bernama Ferheng û Torê Kurdî de.

Wî got xwendevanê berhemên wî ne ewin bi tenê zimanê Kurdî di xwînin.

Dengê Televîzyonê

Tewww mala minê! Tu dibêjî qey telefon û televîzyona xwe berî deh deqeyan kiriye û dixwaze bi xêra kanal û weşanên kurdî biceribîne ka gelo kar dike an na?

Heke ne wisa be, nexwe mesele çi ye ji bo Xwedê? Hûn bêjin bêhnfirehiya hemû fîlozofan, ez bêjim ya dewrêş û dengbêjan; me xwe xist şekala sebrê jî, lê em dikin û nakin tiştekî ji vê mîrata dengê televîzyona wî fêm nakin.

Çawa ku dixwaze du sê caran here Heca Miqedes, bi vî awayî dixwaze ku dengê wî jî du sê caran here navenda televîzyonê û were li wî vegere; belkî jî dixwaze dengê xwe yê tirkmancî bi vî awayî ‘bişû’ û kurdbûna xwe nîşanî me bike. Yê ku nizanibe, dê bêje qey dengê wî dema ku li stûdyoyên televîzyonê tewaf dike, dibe ‘welatparêz’ û lê vedigere.

Li ser navê 50 mîlyon kurd em pişta wî miz didin û dixin ‘Welatparêzê Bîrîncî!’, lê dîsa jî ew dengê televîzyona xwe kêm nake. Wekî îşkenceya çîniyan, ileh bileh divê du sê caran dengê xwe li me bide guhdarîkirin.

“Kurdên bi şeref û namûs...!”

Camêrê me îro dîsa li ser xeta telefonê ye. Tu dibêjî qey daweta bavê wî ye. Şîva şevê di koxika wî de tune, rabûye bo kurd û kurdayetiyê telefoneke 18 salî kiriye.

Qûtê zarokên xwe bi dilekî welatparêzane bar kiriye ser telefonê û dixwaze bi wî wextê xwe yê buha ve dîsa dengê xwe yî pîroz û bimbarek bi xêra televizyona kurdî bi ser her çar perçeyên Kurdistanê bixe.

Na na ti gotina min jê re tuneye. Heqê wî heye, an jî ez çi bibêjim demokrasiya lîberal heye birê minooo!.

Em bi çar gohan lê gohdarî dikin. Dest pê dike, bi fedekariyeke mezin dixwaze du gotinan ber bi hev bîne, lê xuyaye piçekî ‘heyecanlî’ ye.

Evdile Koçer - Pêlava Birîndar

Evdile Koçer: “Ez kurdiya akademîk nizanim!”

Evdile Koçer: “Ez kurdiya akademîk nizanim!”: "Tirkekî ku xwendin û nivîsandina bi tirkî nizanibe, tu carî nabêje, “Ez tirkiya akademîk nizanim!” An dibêje, “Ez nizanim!”, an jî devê xwe ..."

Çîrokek biçûçok, "Gule"


Min ew li wê Salsa-Bara navdar ya li Berlînê dît

Bi rûyê xwe yê xemgîn ve hewl dida ku bida dû wê strana narîn ya bi spanî.

Min jî bi spanî silav dayê.

Di ber danskirina salsayê de me hevûdu hinekî nas kir.

Piçekî jî te digot qey dikuliya.

Ji min re got ku ew ji welatê Perûyê hatiye û li Berlînê doktoraya xwe dike.

Ji min çêtir spanî dizanibû.

Ez nizanim çawa çêbû, lê dema ku me li ser şoreşgertiya dinyayê nîqaş kir di derekê de aciz bû.

Di ber axaftineke xwe ya spanî de bi kurdî got, "De here loooo!"

Koçerîzma

Melûm e... Dinya bîreke kûr, birekeke tûj e...
    
Weke dayikeke dilşewat divê destê te ser pişta civakê be: Ji elîf-bayê bigire heta elîf-nemayê bêyî ku bi xwe bihese, divê tu fêrî civakê bikî. Nexwe dê civak bi elîf-baya xwe ve te vekişîne nav bîra xwe û dê hemû bîr û boçûnên te bide ber bireka xwe ya tûj...
    
Melûm e... Dinya keneke kin, bişirîneke xweşik e...
    
Ken, di nav êşa girînê de meyiya ye. Bişirîn, gulên êşê vedide; tîqetîq jî peqpeqokên vê êşê ne. Kena herî xweşik, êşa dayikên bêçare ne. Diyariya herî spehî, baqek ji kena vê êşê ye...
    

Govenda Nivîsekê

Nivîskar e...

Xwudan û malxwêyê gotinên nipûnû ye. Rihê gotinan diguherîne; kirasê herî xweşik li wan dike û şewqa hişê xwe berdide ser riya wan.

Gotinên herî virnî û mirî jî digihîne; bi awireke egîtane dibiriqîne û bi navekî din ji nû ve divejîne.

Weke sergovendekî radihêje perê gotinan û ber bi govenda nivîsekê ve dikişkişîne. Lê dema ku dest bi govenda nivîsekê dike weke hosteyeke şareza li ser mijar û çireya nivîsa xwe bi kûr û hûr difikire.

Gotinên ku dê di hûnandina mijarê de bibin xerc, hêmayên ku dê xwe wekî rengê mirinê di nav peravê nivîsê de veşêrin, bi sed awayan di mêzîna hişê xwe de dibe û tîne.

Hinekî jî bikenin... Ev malper wê car caran bibe cihê govendê jî:)))

Evdile Koçer li Berlînê çîrokên xwe yên nû dixwîne!

Nivîskar Evdile Koçer li Berlînê çîrokên xwe dixwîne!

Nivîskarê kurd Evdile Koçer ji pirtûka xwe ya nû "Pêlava Birîndar" çîrokên xwe yên nû dixwîne.

Mûzîkjenê kurd Ciwan Tengezar jî wê bi mûzîka xwe ve rih bide xwendina çîrokên Koçer.

Nivîskar Evdile Koçer bi kurteçîrokên xwe yên nûjen ve behsa birînên civakê, şopa şer ya ku li ser rihê însanan dihêle dike û xwendevanan ber bi xewn û xeyalên zindî û parçebûyî ve dikişîne.

Her wiha wê nivîskar li ser wêje û zimanê kurdî jî bersiva çend pirsên gohdaran bide.

Evdile Koçer di dawiya bernameyê de jî wê ji xwendevanên kurdî re pirtûka xwe ya dawî "Pêlava Birîndar" îmze bike.

Bernameya çîrokxwendinê ji hemû xwendevan û gohdarên kurdî re vekirî û bê pere ye!

Amadekar: Nachbarschaftshaus Centrum e. V. û
 Yekmal e. V. (Kurdischer Elternverein)

Cih: Cuvrystraße 13/14, 10997 Berlin
Tel.: 22 50 24 01/ 03

Dîrok: 22.10.2010

Saet: 17.00

Tel.: 22 50 24 01/ 03

Kurtefîlmek li ser pirtûka Mirin ya Evdile Koçer - Çepo Gewez

Evdile Koçer - Nexweşiyên Bindestan

Nexweşiyên bindestan bêreng û bêfesal in; serserî û bêserî ne; bêçare û bêderman in; şîzofrenîk û mîzofrenîk in; stûr û pehn in; kurt û dirêj in; neteweyî û navneteweyî ne; ne tê gotin û ne tê sotin in…

Bêlome ne ezbenî, bêlome!!!

Rojê sê danan di televîzyonên xwe de derkevin jî, lê ya rastî dixwazin di sergoya medyaya bindestan de pozê xwe derxînin, da ku li wir ‘nexweşiya xwe’ nîşanî her kesî bikin.

Ji nan û avê bêtir hez ji teoriyên komployî dikin; roja ku hevsarê CIA, MOSSAD, MÎT û TÎTê bi hev re grê nedin sebra wan nayê; roja ku îmana komployeke nû dernexînin wê ji nêza bimirin heyran.

Malpera Evdile Koçer vebû

(Malpera Evdile Koçer ji Diyarnamê re bû nûçe. Fermo nûçeya jêr bixwînin!)

Malpera şexsî ya nivîskar Evdile Koçer vebû. Blog-malpera Koçer her cure agahiyên li ser wî pêşkêş dike.

Blog-malpera ku li ser navînaşa http://www.evdilekocer.blogspot.com/ weşanê dike têde beşên wekî kurteçîrok, wêje, mîzah, nirxandin, pirtûk, hevpeyvîn, vîdeo, wêne hene û di van beşan de agahiyên li ser Koçer hatine pêşkêş dikin. Her wiha di beşa Evdile Koçer kî ye? de jî kurtejiyana wî bi kurdî, tirkî, îngilîzî û almanî hatiye weşandin.

Her wiha agahiyên li ser çalakiyên ku dê Evdile Koçer beşdar bibe jî di malperê de hatine/têne weşandin û ji wê derê xwendevan dikarin bişopînin.

Çavkanî: http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3965

Welatparêziya bi tirkî

Nexêr ezbenî wiha nabe…

Ji vê welatparêziya bi tirkî re şerekî giran lazim e.

Ji vê welatparêziya belaş û erzan ya bi tirkî re şerekî bêeman lazim e.

Ji vê welatparêziya tiral ya bi tirkî re şerekî dêweledêxwedavêje lazim e!

Ji vê welatparêziya piştkurmî ya bi tirkî re şerekî manûnemanê lazim e!

Şerekî wisa ku êdî dema du kurd bi hev re bi tirkî bipeyvîn xwe di kerxaneyeka Enqere de hîs bikin.

Evdile Koçer - Pêlîstok

Çîroka bi navê "Dayikên Aştiyê" - Evdile Koçer

Ew polîseke sivîl bû.

Her roja şemiyê wêneyekî dida destê xwe û wekî keseke normal tevli çalakiya dayikên aştiyê dibû.

Serpêhatiyên kesên winda êdî her hefte diket nava jiyana wê.

Ji mecbûrî ew ê jî ji xwe re serpêhatiyeke kesekî winda afirand û dema ku lazim dibû vedigot.

Bi vî awayî nêzîkî çar salan tevli çalakiya dayikan bû.

Ji serekên xwe re her hefte rapor jî nivîsand.


Lê rojekî tiştek his kir: Gelekî bêriya dayika xwe kiribû.

Evdile Koçer - Ken û Girîn

Çîroka bi navê "Pêlava Birîndar" - Evdile Koçer

Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî wiha jê pirsîn, "Em pêlavên te yekoyek ji serê çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek dikeve nigê terorîstekî..."

Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî yên ku ji serê çiyê top kiribûn li gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser sergoyê gund.

Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.
Dû re hate bîra min...

Ez hingê zarok bûm.

Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.

Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, "Tu yê serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm bike ku guleyek lê ketiye..."

Xwedê zane ku yekî ew pêlava ku gulê lê ketibû dîtibû û paşê giliyê xalê min kiribû.

Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê min kirin.

Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên min jî.

Evdile Koçer: "Êş û birînên xwe bi rêya hunera wêjeyê tedawî dikim!"

Nîvîskar Evdile Koçer, bi sedema pirtûka xwe ya nû ji Rûdawê re axivî.

Koçer bi pirtûkek nû derket pêşiya xwendevanan. Pirtûka ku ji 49 çîrokan pêk tê, bi giranî behsa çîrokên pêlav û şerê li Kurdistan dike.

Nivîskar, psîkolojiya şerê li Kurdistanê bi rêya van çîrokan nîşanî xwendevanan dide. Pirtûka Evdile Koçer a bi navê "Pêlava Birîndar" çend roj berê derket. Evdile Koçer di pirtûka xwe ya nû de bi zimanek zelal behsa şerê li Kurdistanê û zilma dewleta Tirk a li ser Kurdan dike.

Koçer, bi vî awayî tarzek cuda diyarî çîroka kurdî dike. Nivîskar, taybetî li ser malbata xwe û der û dora xwe sekiniye û bi awayek îronîk çîrokên xwe afirandiye. Di pirtûkê de hinek çîrok hene ku ji 50 peyvan kemtir in, lê gava mirov dixwîne li ser hîsê mirovan gelek bandor dihêle.

Nivîskar Evdile Koçer, pirtûka xwe ya bi navê "Pêlava Birîndar" wiha dide nasandin: "Ev kurteçîrokên di pirtûkê de gelekî kurt in, carina bi pênc şeş hevokan, carina jî bi bîst hevakon diqedin. Piraniya kurteçîrokan rewş û derûniya şerê dawî yê ku li ser rihê însanan şopa xwe hiştiye vedibêje..."

Koçer wiha berdewam dike, "Şer û mirin û kuştin îro bûye parçeyek ji jiyana civakê. Ez jî endamek ji vê civakê me; ez jî vê êş û elemê heta dawiyê dijîm.Wêje jî helbet serê pêşîn divê êş û derdên civakê bi wê vegotina xwe ya xurt vebêje. Li hêla din ez dixwazim êş û birînên xwe û yên civaka xwe bi rêya hunera wêjeyê tedawî bikim."

Berhemên xurt ji civakê re dibin barîkatek

Evdile Koçer, di axaftina xwe de hinek nivîskarên Kurd rexne dike û li gorî wî êş û derdê ku Kurd dikişînin nayên nivîsandin û vegotin. Li gori wî çiqas berhemên wêjeyî yên xurt hebin wisa baş dibe û ew ji civakê re dibin barîkatek.

Rûdaw - Avestakurd
Çavkanî: http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=10703

Hevpeyvîna Rûdawê ya li ser Pêlava Birîndar

Ji nivîskar Evdile Koçer pirtûkeke nû: Pêlava Birîndar

Ji nivîskar Evdile Koçer pirtûkeke nû: Pêlava Birîndar

Pirtûka nû ya nivîskarê kurd Evdile Koçer ya bi navê "Pêlava Birîndar" ji nav Weşanên Han derket.

Pêlava Birîndar ji 49 kurteçîrokên biçûk pêk tê. Nivîskar di kurteçîrokên xwe de bi sembolên cihê ve xwendevanî dîsa ber bi şopa şerê dawî yê Kurdistanê ve dibe.

Kurteçîrokên Evdile Koçer gelekî kurt in, carina bi pênc şeş hevokan, carina jî bi bîst hevakon diqedin. Piraniya kurteçîrokan rewş û derûniya şerê dawî yê ku ser rihê însanan şopa xwe hiştiye vedibêje.


Nivîskar di çîrokên biçûk ên di 'Pêlava Birîndar'de, bi "pêlav"ekê ve birînên şer, bi "gule"yekê ve şopa şer, bi "masî", "kusî", û "pêlîstok" ve çend dîmenên piştî şer yên ku li ser civakê hiştiye nivîsandiye. .

Koçer, di "Pêlava Birîndar" de wekî her car dîsa bi zimanekî şêrîn û sade ve û bi vegotineke kurt ve behsa rastiyên mezin ên civakê dike, lê ser û binê çîrokan jî ji bala xwendevanî re dihêle û wan dixe nav rêwîtiyeke dûvedirêj.

Evdile Koçer, berî niha jî bi navê "Govendistan", "Mirin" û "Koçername" sê pirtûk weşandibûn.

Kovara Tîroj: Li ser wêjeya sirgûnê hevpeyvînek bi Evdile Koçer re

-Tesîra sirguniyê yan jî di edebiyata kurdî de sirgunî...

Edebiyat jixwe gotinên xwe gelek caran di nav rihê psîkolojiya sirgunê de dimeyîne... Îro gelek nivîskar li her deverê jî xwe li sirgunê dibînin. Lê nivîskarên ku bi taybetî 12ê îlonê û berî wê bi sirgunê re rû bi rû man û derketin derveyî welêt, di nav konê edebiyatê de êşên xwe û yên civaka xwe vegotin û kedî kirin.

Sirgun kir ku gelek kurd dest bi nivîsandinê bikin: Ji ber ku li dîasporayê kurdî ne qedexe bû, hinekî jî ji ber fenomena ‘welatparêzî’yê, kurdînivîsîn bû armanc bo wan. Çend kesên ku berê bi tirkî/erebî dinivîsandin jî vegeriyan ser bexçeyên kurdî.

Zimanê Mîzahê

Heke mîzah jî zimanek ji zimanên vegotina rihê nivîsê be û bixwaze ji bedena xwe şîreke îronîk vebêje; nexwe qerf, yarî, tinaz, henek, lêvok, pêkenok, laqirdî, esprî jî zarava û devokên vî zimanî ne…

Heke şêwaz û awaza mîzahê di nav qul û kulekên civakê de balix û orgazm bibe; nexwe dê hingê bikaribe bêjna gotinên xwe jî ji civakê re bixe hêlekan…

Heke ken, tîqetîq û bişirîn berxikên herî xwînşêrîn ên mîzahê bin; nexwe girîn, lorîn û rondik jî ferxikên wê yên herî dilnazik in…

Ez heqê xwe li we helal nakim tirkno!


Hûn cîranên me ne...

Bi qewlê Ehmed Arif mirîşkên me tevlihev bûne.

Hê jî helbestkarên me hene ku ristên helbestên xwe li ser biratiya we vedihûnin.

Hê jî siyasetmedarên me hêviyê ji we dibin ku em li ser maseyekê rûnin û çayeke biratiyê bi hev re vexwin.

Teyî eyb e meriv bêje, lê di Quran, Încîl, Zebûr, Tewrat û Mishefa Reş de jî bi tîpên qalind heqê cîranan li ser cîranan dinivîse.

Lê Xwedê heye, we rojekê jî berê ‘keştiyek’e xwe ya alîkarî û aştiyê neda Kurdistanê. Ez çi dizanim, belkî tişteke wisa nehatibe bîra we jî.

Na na, bi serê we em pê kêfxweş jî bûn ku we xwest destê xêrê bigihînin birakên me filistîniyan.

Lê ji kerema xwe re li ser neheqî û zilma Îsraîlê ji me re çîrokên berê yên sifto û genî venebêjin... (Mereq nekin: Zilm û neheqî di dawiyê de serê xwediyê xwe dixwe!)

Em dizanin gelek ji we yên ku alîkarî ji filistîniyan re birîne, dema ku dor tê ser meseleya kurd û Kurdistanê, her yek ji we dibe ‘îsraîlek’ û bi ser serê me de dipeqe...

Hin ji we dibin sosyal-faşîst (Çepgirên Ergenekonê bînin bîra xwe!) û bi dizîka ruhê me yê kurdî kedî dikin...

Hin ji we dibin leşkerek jidil (CHP û MHP’ê bînin bîra xwe!) û di dilê me de diteqin...

Hin ji we jî dibin polîsekî qenc (AKP’ê bînin bîra xwe!) û bi siyaseteke pûç ve dixwazin zûka serhildêriya me kedî bikin...

Hela carekê li neynikê binêrin:

Li şûna keştiyên alîkarî û aştiyê, hûn keştiyên ‘rewşenbîr’an yên hiş-leşker dişînin Kurdistanê da ku aqilê me yê mayî jî zûka biçeliqînin...

Li şûna fermanên aştiyê, hûn firok û balafirên şer dişînin ser serê me...

Li şûna azadî û biratiyê, hûn neyartiyeke bêminet layiqî me dibînin...

Li şûna wekheviyê, hûn me di nava tirkîtiyeke ne ‘tirkî’ de dixesifînin...

Li şûna heqê cîrantiyê, hûn heta êvarê bi serdestiya xwe ve îmana bindestiya me taze dikin...

Jixwe ez behsa kerkerokên me yên ku di afirên we de dizirin, nakim!

Heke hûn cîranên min bin, heke piçekî heqê min yê cîrantiyê di stûyê we de hebe, ez heqê xwe li we helal nakim tirkno, bila hûn vê yekê wisa bizanibin!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Levent Kircayê Ergenekoncî

Ez tu gilî û gazincî ji vî Levent Kircayê Ergenekoncî nakim. Aferîm jê re: Wekî qoriciyekî Ergenekonê di şano û bernameyên xwe yên TV’yê de çêr û xeberên nûjen li zarok û civaka kurd dike.

Teyî mezinên me şikir ji Xwedê re ku tiştek ji me re nehiştine, „Deh kurên pîrê hebûn, yê herî baş ‚çîk’ bû!“ Maşilehhhh, we vê ‚çîk’ê zûka fêm kir. Lê ez hêvî dikim ku hûn gotinên min yên din jî wekî vê ‚çîk’a Levent Kirca xweş fêm bikin.

Li ser nomreya faşîstiya wî min berî du salan qirika xwe di rûpelên Azadiya Welat de qetandibû. Xwedêgiravî, wekî nivîskarekî serwext, min bezê guhê Levent Kirca deşîfre kiribû. Lê mala minê, ma tu ji kî re dinivîsî? Serê we xweş be, wekî gelek ‚nivîs’ên min ew jî pere nekiribû.

Levent Kirca piştî şerê meşhûr yê herêma Oremarê xwe çirçirandibû û bêyî ku şerm bike dabû pey garana faşîzmê û gotibû, ‘Di vî emrî de ezê sîlahê bidim destê xwe û biçim eskeriyê…!’, lê ev gotinên wî jî qet nebe çar rojan xwe li tevna bîra me kurdan negirtibû. (çavkanî: http://www.hurriyet.com.tr/magazin/anasayfa/7537014.asp?gid=180&sz=37086)

Dû re çi bû, ma hûn dizanin gelo?

Hêj ku ev gotinên wî di devê wî de şil bûn, Belediya me ya Batmanê ya ku bi dengê zarokên ‚Oremar’ê hatibû hilbijartin, bi heyecaneke mezin ve Levent Axayî di salona xwe ya herî delal ya Yilmaz Guney de ezimandibû.

Hemû giregirên kurd ên Batmanê jî gohê xwe dabûn lîstika Levent Kirca ya bi navê ‘Toros Canavari’. Paşê, gul û çîçek jî dabûnê; xelat jî dabûnê, ez baş nizanim lê belkî wî biribin hemamê, belkî pişta wî jî miz dabin, kê xwedê dizane lê belkî jê re strana „Oynama şikidim şikidim“ jî gotibin.

Heke niha yek rabe bibêje, „Em jî ji xwe re siyasetekê dikin koçero!“, ez ê ji mecbûrî bibêjim, ‚ser çavan!’, lê tiştek heye: Ne hibra pênûsa min têra deşîfrekirina dek û dolabên Osmaniyan dike, ne jî bejna siyaseta kurd.

Vêca werin em ji xwe re rastiyê bibêjin: Bi serê we, em wan bibin hemamê jî, em pişta wan jî miz bidin, em di ser de straneke li ser biratiyê jî ji wan re bibêjin, nîv saet jî em li ber wan hêsiran birijînin, lê ev qoriciyên wekî Levent Kirca wê dev ji faşîstî û nîjadperestiya xwe bernedin.

Weleh bavo xweş bazar e!!!

Lewma niha ji me re tenê tiştek lazim e: Heke siyaseta kurd reaksiyoneke xurt nîşanî ‘çêr û xeber’ên kesên wekî Levent Kirca nede, helbet wê faşîst-şaredarên wekî yê Rîzeyê dê û jinê me jî bibêjin.

Ma nexwe wê bi me re bikevin govenda aştiyê ezbenî???

Lê ez ne li ber te dikevim Levent Efendî, ez li ber van sazî, dezgeh û siyasetmedarên kurd dikevim ku gelek caran dibin çeqçeqoka faşîstên wekî te!

Axxxx welatoooo axxxxxxxxxx!!!!!!!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Berhemên kurdî û pirtûkxaneya dinyayê!

Berhem, zaroka herî xwînşîrîn a nivîskar e ku ji ked û xwêdana hişî pêk tê; nexşeya ‘xwîn’a nivîskar e ku bi gotinan re diniqute ser rûpelên spî.

Dema berhemek bi kedeke mezin ve ji ‘aş’ê nivîskar derket; hêdî hêdî wekî dildarekê li xwendevanê xwe digere.

Berhemeke ku bêhna afirîneriyê jê bê, ku bikaribe peyama dildariya xwe di nav pelên gotinan de radestî xwendevan bike, deriyê berhemên din yê kurdî jî ji xwendevan re vedike.

Lê berhemeke kurdî ya fis û rijî ku bê ser û ber bi ‘ka û qesel’ê hatibe dagirtin, berê xwendevanê kurdî yekser dide ser xwendinên tirkî/erebî/farisî û hwd.

Yanî ez bi rehetî dikarim bibêjim ku hin nivîskarên me bêhemdî xwe dibin ‘kujer’ên xwendevanan! Xwendevanek her çend salan carekê destê xwe li deriyê pirtûkxaneya kurdî dide, lê nivîskarek bi wê pirtûka xwe ya rijî ve dibêje ‘teqqq’ û dikuje.

Gelek nivîskar li şûna ku bi berhemên xwe ve dixwazin rih bidin wêjeya kurdî, bêhemdî xwe bi wan pirtûkên xwe yên şeht û kulek ve berê çend xwendevanên heyî jî didin ser riya zimanekî din.

Xwendevanekî/ê şareza heke ji xwendineke rijî ‘birîndar’ jî bibe, helbet dikare dû re guhê nivîskarî bigire û dersên afirîneriya nivîsê jî bide, lê em nikarin vê hêviyê ji hemû xwendevanên kurd bikin.

Berî her tiştî berhemên kurdî ji xwendevanên kurd re nasnameyeke ku dixwaze neynika rihê xwe bide ber wan berheman. Dilê wî yê ku ji ber sedemên polîtîk li ber şkestîn û serkeftinekê ye, dikare di deriyê pirtûkekê re nasnameyeke xurt ji xwe re ava bike.

Loma xwendevan jî gelek caran bi hestekî welatparêzî li deriyê nivîsa kurdî dixin. Lê meriv dikare van hestên welatparêziyê bi nivîs û berhemên çak ve bizeliqîne û rê li ber pişaftina civaka kurdî bigire.

Berhemeke kurdî ya qels û jihevketî dikare ji aliyekê ve xizmeta pişaftinê jî bike. Gelek kurdên ku îro bi tirkî dinivîsin an jî ji kurdî direvin, gelek caran van berhemên kurdî ên qels ji xwe re dikin bahane û naxwazin ku li kurdî vegerin.

Dema mirov sosyolojiya nivîsevaniya kurdan bide ber çavên xwe, divê bêtir kurdînûs berpirsyariya xwe bizanibe û li gorî vê yekê tev bigere.

Îro pirtûk û pirtûkxaneyên dinyayê ji bo hemû nivîskarên kurd wekî neynikekê ye ku divê her kes xwe û berhema xwe bide ber. Îro tecrubeya hemû nivîskarên dinyayê bi xêra pirtûkxaneyan gazî kurdînûsan dike, da ku ji nifşê nû re bixine modeleke baş.

Heke pîvan pirtûkxaneya dinyayê be, nexwe têne pênc şeş nivîskarên kurd dikarin bi berhemên xwe yên çak ve nifşekê bidin dû wêje û zimanê kurdî; nexwe tenê pênc nivîskarên kurd dikarin xwîna xwe ya wêjeyî ji ciwanên ku îro asîmîle dibin re bikine nefeseke nû ya kurdî.

Heke pîvan ne ev be nexwe bivê nevê wê nifşa heyî jî berê xwe bide ser wêje û zimanên din. Hingê divê tu kes jî gilî û gazincan neke ezbenî!!!

Bi ya min divê nivîskarên kurd bi berhem û tevgerên xwe ve mîsyonertiya kurdî bikin; nexwe em nikarin ji nav vê meseleya asîmilasyonê derkevin.

Nivîskar, divê hem bi hewldan û refleksên nûjen ve xepara nivîsa kurdî bikin, hem bi afirînerî û berhemên baş ve ji xwendevanan re bibin model û hem jî divê pala hişê xwe bidin xwendinên dinyayê.

Heger li bakur bîst nivîskarên kurd di nav civakê de bi vî awayî mîsyonertiya kurdî bikin, dê nifşên nû li xwe vegerin, wê xwîna wan ya kurdî ji nû ve bikele.

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Êşa Nivîsa Kurdî

Ji dewrên qedîm bigire heta îro, hêjayî û qîmeta ‘gotinan’ li ba me her zêde ye. Lê dema ku gotin kete ser kaxiz/kevir/pelçim/ferş û li gelek derên tarî û nenas geriya qîmeta wê zêdetir bû. Gotinên ku bi pî û destên ‘nivîs’ê şewqa xwe dan gelek deveran, kir ku tîpên nivîsê bike pîroz...

Tîpên nivîsê wekî şewqa xewnekê wekî xeyaletên pêxemberan ji jor de ketin nav civaka me! Gotin bi hebûna nivîsê re bêtir li civakê geriya, nivîs bi saya gotinên ku wekî mifteyên derî û çiyayan vedikir re çêtir giringiya wê hate fêmkirin.

Nivîs, carna di nav şibaka ‘nivîştiyek’ê de ji civakê re bû xewneke xweş; carna li ser kêl an jî dîwarekê bûn kodên hebûna wê civakê; carna jî –wekî belavbûna dînan!- berê civakê guherand.

Lê her çi be, ‘nivîs’ li ba me kurdan her pîroz ma! Pîrozweriya wê jî tê beramberî vê gotina ku wekî eynikekê rojhilat nîşan dike: “Li welatê koran, yê ku xwedî çavekî be dibe kral!”

Helbet sedema herî mezin polîtîkayên serdestan û nezanîna civakê ye! Lê tişta herî ecêb jî ev e ku; hêj gelek nivîskarên kurd bixwe jî ‘nivîsa kurdî’ pîroz dibînin! Dema ku rewş wisa be, helbet ti kes newêre serê xwe bixwe nav gotin û hevokan û halê nivîsa kurdî binirxîne.

Ev pîrozbûn, dihêle ku nivîsa kurdî ji xwe re ‘frankeyştan’an biafrîne û zirarê bide hebûn û pêşketina nivîs û edebiyata kurdî! Ev pîrozbûn rê li pêşiya berjewendîperestên kurdî vedike û gotinên kurdî birîndar dike. Ev pîrozbûn, dihêle ku binyat û qurmê nivîsa kurdî birize û êdî hevokên kurdî nemeyên.

Heger hûn dêna xwe bidinê, hûnê bibînin ku gelek kes behsa pîrozbûna “nivîsa kurdî, kovara Hawarê, Ehmedê Xanî, çand û zimanê kurdî...” dikin, lê mirov nikare fêr bibe ka çawa, çilo û çima? Helbet qîmetdayîna van jixwe tişteke baş e, lê di devê me de dibe sloganeke siyasî. Ev slogan û kultura pîrozkirinê gelek caran serê xwediyê xwe jî dixwe.

Heta ku nivîsa kurdî di nav hêlekana pîrozkirinê de biçe û bê, em ê fêr nebin ka ji bo çi nivîsa kurdî –ji xeynî polîtîkayên serdestan!- bi pêş nakeve. Û dê ti kes ji me re nebêje ka zimanê kurdî û fonetîka wê, çiqas ketiye ber xezeba polîtîkayên asîmîlasyonê! Ji ber ku tiştên ku li gorî sosyolojiya civakê dibin ‘pîroz’, wekî pizotê agir in û ti kes newêre zû bi zû destê xwe bidiyê. Ji ber vê pîrozweriyê jî, rê li ber pesinandinê bêtir vedibe.

Nivîsa kurdî êşa pesinandin û nenaskirinê dikişîne û ji ber vê yekê jî zû bi zû nikare kirasê xwe biguherîne. Nivîsandina bi kurdî bo gelek nivîskaran têra her tiştî dike, lê ti kes serê xwe zêde li ser naveroka nivîsan, maneya gotinan, kodên hevokan, û bi giştî çireya hemû nivîsê naêşîne. Mixabin ev rewş û pîrozweriya henê, bi tenê bi kerî berjewendîperestên (an jî nezanîn-perest!?) kurdî tê.


Divê mirov gotinên xwe vekirî û eşkere bibêje: îro nivîsa kurdî di berîka kurdan de maye û hêdî hêdî semyanê xwe dixwe. Camêrek radibe bi kurdî dinivîse(!) û di ser de jî bi haleke şîzofrenîk mineta xwe li civaka me ya evdal û reben dike; an jî kurdek bi tirkî/erebî dinivîse, lê çawa ku bi kurdî binivîse xwe li ser civaka kurd ferz dike.

Tiştên pîroz her dem nabin elametên xêrê. Kum û şewqeya pîroz carina gurîbûna hin kes û civakan jî vedişêre.

Nivîsa kurdî jî di bin vê ‘pîrozweriyê’ de êşeke mezin dikişîne. Ji ber ku nivîs li ba me ne bûye adeteke rojane; ti danûstandin û têkiliyên me hê jî bi nivîsê nayên kirin... Ev jî dibe sedem ku nivîsa kurdî bivênevê pîrozwerî û tabubûna xwe biparêze.

Ji kultura nivîsê bigire heta derzîdankekê, tiştek çiqas ku li civakekê bigere, ewqas bicî dibe û tê qebûlkirin. Û ewqas jî dibe malê civakê... Tişta ku di nav pêlên jiyan û civakê de negere, her dem di nav rîtûelên xeyal, fantazî û ûtopyayan de maneya xwe dibînin. Pîrozwerî û tabubûna wan bêtir tê erêkirin.

Li civakên pêşketî rewşa nivîsê gelekî cudaye. Berî her tiştî nivîs li rojava pişta civakê ye; heyîn û neyîna wê ye. Ji agahiyeke biçûk bigire heta organîzasyonên mezin, li ser kultura nivîsê digerin û ji xwe re rê dibînin.

Lê gelo li ba me çawa ye?

Li ba me, rewşeke absûrd û trajîk heye: Min bixwe dîtiye ku hin nivîskarên(?) kurd notên xwe bi tirkî/erebî digirin û paşê diqulipînin ser kaxizên kurdî.

Ji ber ku li ba me kurdan wekî gelek tiştan ‘nivîsandina kurdî’ û ‘nivîskariya kurdî’ jî tevlihev bûye. Mesela; kurdeke normal berî her tiştî divê xwendin û nivîsandina kurdî bizanibe û paşê bibe siyasetmedar an mûzîkjen an jî nivîskar! Ji ber ku ev karê duyemîn in.

Mirov dikare nivîsevaniya hemû zimanan jî bike, (helbet bi kurdî jî!?) lê nivîskarî bareke din e. Nivîskar kêm zêde hostayê gotinan e! Gotinên nipûnû diafrîne û datîne ser hişê dinyayê. Bi fikrên biriqî re rê li pêşiya nivîsa kurdî vedike. Nivîskar ew kes e ku bi afîrînerî û çalakiyên xwe ve, bi rabûn û rûniştina xwe ve, bi têgihiştin û vegotina xwe ve rihê civakê diguherîne.

Lê em kurd di nav vê pîrozweriya nivîsa kurdî de trajediyeke mezin dijîn. Dema ku em bi awayekê (bi hemdê xwe, an jî bê hemdê xwe...) dikevin nav meydana nivîsîna kurdî, bêyî ku em serê xwe piçekî li ser tarîxa peyva kurdî biêşînin, bêyî ku em hûşiyên nivîsîna dinyayê tahm bikin û binasin, em kaxizên kurdî reş dikin.

Berî her tiştî pêvoja û qonaxên nivîsîna kurdî bi awir û hişê sosyologekî/ê nehatiye veçirandin. Kodên nivîsa kurdî ji rojnameya Kurdistanê (1898-1902) bigire heta îro, li parçe û welatên cihê li gorî şertên xwe şêwaz digire û dimeye. Hişê xwendevan bi xwendina her kitêb û kovarekê re bi awayeke din diçeliqe.

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Êşa Nûjeniya Wêjeya Kurdî

Êşa li ber nûjeniya wêjeya kurdî berî her tiştî di nav çend grêkan de veşartiye. Modernîzma ji jor de hatî, bi ser pêlên wêjeya tirkî re bandorê li wêjeya kurdî jî dike. Tovên wêjeya kurdî ya nûjen bi xêra vê modernîzma ji jor de hatî gelek şaş tê reşandin.

Ev modernîzma ji jor de hatî pala xwe dide fikra jakoben û wêjeya kurdî ji jor de bi ziman û rihekî çêkirî vedihûne; wekî şitleke qurmjêkirî dixwaze xwe di serê xwendevanan de bimeyîne; li ser navê nûjeniyeke bêmane xwe ji koka xwe yanî xwe ji wêjeya devkî qut dike; hemû şêwe, qalib, awa û hêmayên wêjeya devkî ji ber wê fikra ‘tiştên berê kevin in’ venaguhêzîne ser wêjeya kurdî ya nûjen!

***

Ronesans û modernîzma wêjeya kurdî ji ber vê êşa jixwedûrketinê nikare xwe di pêsîra xwendevanî de biwelidîne; nikare rihê xwendevanî zeft bike.

Loma dema ku xwendevanek dibêje ‘zimanê berhemê giran e!’, ya rastî dixwaze bibêje ku ev berhem ji jor de hatiye avakirin û pala xwe nade wêjeya devkî.

Zimanê Dibistanê û Zimanê Siyasetê

Axxx gidiyooo!     

Tu nûka diçûyî mektebê. Zimanê te yê ku wekî zarokatiya te xweşik û narîn, hêdî hêdî ji destê te diçû û diheliya.

Zimanekî din bi darê zorê xwe berdabû nav rêçikên rihê te. Bê hemdî te jî xwe berdabû nav newala wî zimanî.

Êdî her çi be, te dixwest ku tu jî fêrî wî zimanî bibî. Lê mîna jihevveçirandina leyîstokekê zor bû; tu gelek caran li lat û deriyên wî zimanî diketî.

Di nav kêl û xîçîkên wî zimanî de serê te gêj dibû, tu diterpilî û dilikumî.

Ji ber lêker û mêkerên wî zimanî, tu gelek caran ji mektebê jî direviyayî û nola pirpirokekê te dîsa xwe berdida nav bexçeyê zimanê xwe.

Lê feyde nedikir, bavê te bi guhê te digirt û te dîsa diavêt nav qertaf û lêker û mêkeran.

A rastî, te jî dixwest ku tu wekî Muzaffer û Turkanê bi wî zimanî bipeyivî, bikenî, bigîrî, biqîrî, bileyizî... Lê nedibû...

Cînavk û daçek digihîştin hev û di paytexta devê te de xiyane li lêkerê dikirin.

Te dikir û nedikir gramera wî zimanî di devê te de nedigeriya, hemû peyv li bin gohê hev diketin.

A hingê maneya gotinê diguherî û dibû tişteke din.

Dema ku te bi wî zimanî dipeyiviya, zarok hemû bi te dikeniyan. Her kesî henekên xwe bi te dikirin...

Ez nizanim tê bîra te an na, lê hingê dema ku te dipeyiviya, bê hemdî te çêr û xeber jî ji xwe re dikirin.

Axxx gidiyooo!

Tu nûka diçûyî mekteba siyasetê. Wekî gelek kesan baweriya te jî bi siyasetê dihat ku dê bikariba gelek tiştên civakê çareser bikira.

Lê gerînekeke siyasetek gemar wekî nêçîra pîrhebokekê te vekişandibû nav lepên xwe.

Ew siyaseta ku bi tenê bi xewnên pirpirokan ava dibû, teoriyên ku xwedêgiravî li ser biratiya gul û çîçekan dixuşxuşî, pêl bi pêl rihê te vedikişand nav qorzîka xwe.

Mamosteyê te yê xwînşêrîn, bi wê dengbêjiya xwe ve rih û qibleya hemû têgeh û gotinan vajî dikir û li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dadireşand nav rihê te.

Lê haya te ji bayê felekê tunebû. Ji ber ku tu êdî ne 'TU' bûyî.

Dema te xwe berdida nav civakê, wekî dizekî te xwe henûnok dikir û te xwe ji herîkînên civakê vedişart.

Teoriyên te yên şîzofrenîk, bi heft destan tu zeft kiribûyî, te ti carî nedixwest ku tu xwe noqî çemê civatê bikî.

Te jî dixwest ku tu wekî Muzaffer û Turkanê di nav civaka xwe de siyasetê bikî, bikenî, bigirî, biqîrî, bileyizî... Lê nedibû...

Têgeh û teoriyên te yên heftserî digihîştin hev û di paytexta hişê te de xiyanetê li sosyolojiya civaka te dikirin.

Te dikir û nedikir gramera siyaseta te di devê civakê de nedigeriya. Hemû taktîk û stratejiyên te, şîrove û nirxandinên te li bin gohê hev diketin.

A hingê maneya teoriyên te di nav pêlên civakê de diguherîn û dibûn lêlê nemayêê!

Dema ku te dipeyiviya, civat hemû bi te dikeniya. Zarokan henekên xwe bi te dikirin...

Ez nizanim tê bîra te an na, lê hingê çaxê ku te dipeyiviya, bê hemdê te çêr û xeber jî ji civaka xwe dikirin.

Axxx gidiyoo!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com 

 

40 Çîrokên li ser Zimanê Kurdî!

Belê 40 çîrokên me nivîskarên kurd hene, her çil jî li ser zimanê kurdî ne. Lê bi rastî em ne dîn in û me ji rehetiya canî aqilê xwe jî nexweriye!

Ji ber ku heta zimanê kurdî di civaka me de wekî hespê kihêl serê xwe hilnede tevna ‘çîrok’ên civaka me jî xwe ava nake.

Dema ku tevna civakekê jî xwe ava neke, meriv nikare ne behsa wêje û siyasetê, ne jî behsa xewn û xeyalên wê bike. Jixwe tevna ken û gerînên civakekê li ber van tiştan gelekî lûks û biha ne û ne hewce ye ku meriv behsa van tiştan jî bike…

“Ez kurdiya akademîk nizanim!”

Tirkekî ku xwendin û nivîsandina bi tirkî nizanibe, tu carî nabêje, “Ez tirkiya akademîk nizanim!” An dibêje, “Ez nizanim!”, an jî devê xwe digire û belasebeb xwe rezîl nake. Heke jixwe şerm jî bike di nava demeke kurt de xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi tirkî dike.

Almanekî ku nikaribe du gotinên almanî bîne ser hev û binivîse, tu carî nabêje, “Ez almaniya akademîk nizanim!”. An yekser dibêje, “Ez nizanim!”, an jî qet tiştekî nabêje û xwe li dinyayê rezîl nake. Heke ji vê ‘nezan’tiya xwe fedî bike, jixwe bi çi rengî be jî xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi almanî dike.

Kurdekî ku ji romannûsekî bêtir kurdî dizane, lê xwendin û nivîsandina kurdî nizanibe qet li xwe danayne û nabêje, “Ez nizanim!”. Yekser dibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”. Lê serê we xweş be, şerm û fedî jî nake û di deh salan de nikare du gotinên kurdî jî fêr bibe.

Helbet her ‘kurd’ ne mecbûr e ku bi kurdî bipeyîve û xwe fêrî kurdî jî bike, lê dema ku kurdek hem xwedêgiravî bixwaze kurdî fêr bibe, hem ji tiraliya xwe di bîst salan de fêr nebe, hem jî serê her kêliyê zimanê xwe sê metro dirêj bike û bêyî ku maneya wê bizanibe bi sed tiştên pûç ve bibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!” divê em hingê tiştekî jê re bibêjin.

Ya rastî qesta wan ji “kurdiya akademîk” çi ye, ez jî nizanim. Jixwe kurdiyeke wisa li tu derê dinyayê jî tune, bila li min negirin lê li ser tirba Celadet Bedirxan jî peyda nabe.

Lê heke qesta wan jê kurdiya xwendin û nivîsandinê be, ê nexwe wekî hemû zimanan divê meriv xwendin û nivîsandina zimanê xwe jî fêr bibe. Bi fêrbûna sê çar gotinên kurdî ve helbet meriv nabe akademîsyen û nivîskar jî.

Heke mesele ji ber ‘kurdîtî û welatparêziyê’ şermkirin û fihêtkirina ji nezaniya xwendin û nivîsandina kurdî be, ê nexwe divê meriv şev û rojan li xwe biherimîne û dîsa xwe zûka fêrî kurdî bibe.

Lêbelê ez dibêjim qey mesele tiştekî din e: çawa ku gelek kurd di bin navê “Her zimanek însanek e!” de kurdî ji bîr dikin û dikin qurbana zimanên din, her wiha di bin navê “Ez kurdiya akademîk nizanim!” de jî naxwazin xwe fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên kurdî bikin. Dixwazin xwe li derew û bahaneyeke wisa bipêçin û kurdî jî bixin şirîkê gunehê tiraliya xwe. Helbet di vir de sûcê nivîskarên ku kurdiyeke çêkirî bikartînin jî heye.

Mesela li hemû dinyayê tişteke normal e ku dema meriv bi zimanê xwe ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te hez dikim!”. Lê li ba me dema ku kurdek nîvhevokekî jî ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te”, dibêje qey ew bi yara xwe re bûye ‘akademîsyen û zimanzanê kurdî!’, an jî ji bo ku wê hevoka xwe temam bike dev ji yara xwe berdide û dixwaze ku di kurdî de bibe nivîskarekî pir mezin û hêja. De vêca were û keziya xwe kur neke keçêêêêê!

Bi rastî jî ev kesên “Ez kurdiya akademîk nizanim!” pir ecêb in. Ev xwedîaqilên mezin heke ku kurdiya xwe ya malê bipeyîvin, wê jixwe tu mesele nemîne û wê ji nişka ve xweasîmilasyon jî ji ser erdê Bakur rabe.

Hingê dema ku sê çar rojan li ser hev bi vî awayî bi kurdî bipeyîvin, jixwe wê ji Edward Saîd jî bêtir ji ‘kolonyalîzma çandî’ fêm bikin û wê dû re pê bihesin ku “Ez kurdiya akademîk nizanim!” bixwe jî têgehek ji têgehên kolonyalîzma tirkan e ku ji binî ve mala zimanê kurdî xira dike.

Lê na! Mêrê diya me ileh bileh dixwazin ku “Kurdiya akademîk” bipeyîvin. İleh bileh dixwazin ku şeveqekî ji xew rabin û ji hemû zimanzanan bêtir kurdî bizanibin. Nexwe wê destê xwe navêjine ferheng û gramereke kurdî û wê du gotinan fêr nebin! Tew mala minêêêê! 

Dema ku dibêjin, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”, ez dibêjim qey dixwazin rasterast wisa bibêjin, “Ê heval bi darê zorê ez piçekî fêrî tirkî bûm, niha ev kurdî jî ji ku derket yawwww. Bi vê tiraliya xwe ve heta sed salên din jî ez nikarim gotineke kurdî fêr bibim. Jixwe rêveberê partiya me jî piştî sê gotinên kurdî diqulipîne ser frekansa tirkî. Helbet zimanê me pirrrrrrrr zengîn e. Heke di televîzyonê de bernameyek bidana min belkî min xwe fêrî sê çar gotinên kurdî bikira, lê eva xwesûya min jî hez ji min nake, ma ez biçim xwe di zinarekî re bavêjim heyran…. Yaw ma her tişt maye ser pişta min. Tişta herî baş ez bibêjim ‘Ez kurdiya akademîk nizanim!’ û hewww. Jixwe tu kes jî ji vê gotinê fêm nakeeeee... Dev ji min berde hevalê hêja…!?”

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Rihê Ziman... Zimanê Rih...

Ez jî nizanim bê çima?

Sedemên wê yên olojîk jî qet nizanim, lê dema ku ez bi tirkîaxêvekî/ê re bi kurdî dipeyivim, hemû xeyalên Egît û Bermalên min ên ku min di şevereşkên bê xwudayî de ji paşila mirinê derxistine û ji nû ve welidandine, çawa ku soz bidin hev û ber bayekî nenas bikevin ji nişka ve xwe ji hişê min diterikînin...

Henekên min ên ku ez di nav dilopên behra girînê de jî wan dixim bûk û zava, wextê ku xuşexuş bi ser gotinan jî dikeve wextê ku melayê xwedêjêrazî bi gotinên fîqspî ve terqîna peyvan jî dixwîne, xwe nagihînin hawarê; rûyê xwe mîna melkemotên kulê tenî dikin û serê xwe dixin bin axa sor...

Bihar û payîzên min ên ku ji nav piziya nefelên çîrokên diya min weşiyane ber serê min û di ber siya min re ji nû ve şîn bûne, dema ku ava vegotina demsaleke din dadiqurtînin çeng dibin, wekî wan qehremanên xewnşkestî xwe bi ser min de sil dikin û di ber siya min re bi dileke têkçûyî li şibakeka oxirê digerin...

***
Ez jî nizanim bê çima?

Sedemên wê yên olojîk jî qet nizanim, lê dema ku ez bi kurdîaxêvekî/ê re bi tirkî dipeyivim, hemû avahiyên rihê min ên ku bi bayê delalî û miziriya zarokatiya min hatiye xemilandin û hinekirin, çawa ku bixwazin xwediyê xwe biguherînin deriyê rûyê xwe bi ser hişê min de digirin...

Zimanê min ên ku peyvên tirkî nola zarokekî fêhîtokî ji malikên hişê min digire û berdide ser dilê hev, weke keçika ku bi darê zorê ketibe dilê kerxaneyê û bi awayekê dixwaze xwe jê derxîne, di devê min de xwe diperpitîne û dixwaze xwe jê bavêje...

Bişirîna min a ku di nav awir û keziyên hezkiriyên min de meyiyaye, dema ku gotin û hevok milê hev digirin û dikevin dîlanê jî mîna pîrheboka xwedêjêstandî rûyê xwe qîç dike, rihşemaliya xwe ji dilê min vedişêre û dixwaze li wî hespê boz ê ku di piştperdeya awirên min de mexel daye siwar bibe û bi çargavkî bibeze...

***

Ez jî nizanim bê çima?

Sedemên wê yên olojîk jî qet nizanim, lê dema ku ez bi kurdîaxêvekî/ê re bi kurdî dipeyivim an jî bi tirkîaxêvekî/ê re bi tirkî qise dikim, hemû meşteleyên hişê min wekî çiveçiva mizgîniya biharê şîn dibin...

Ken û tîqetîqên min dibin bûk û zava û li wî hespê boz siwar dibin...

Bihar û payîz bi destê zivistanê digirin...

Awirên min avis dibin...

Û ez dîsa dibim koçer û li deşt û zozanên jiyanê dikevim...

***

Çima, ez jî nizanim...

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Evdile Koçer: Ez çawa û çima fêrî kurdî bûm???

Ez çawa û çima fêrî kurdî bûm???

Min hingê ji xwe re wisa digot:

"Xwelîsero, rebeno, evdalo, pepûko!!! Ez zimanê tirkî ji tirkekî baştir dinivîsim û dixwînim, lê ez nikarim bi kurdî ji xuçk û birayê xwe re nameyekê jî binivîsim. Ez nikarim du gotinên kurdî jî bixwînim? Gelo ev tişteke normal e? Gelo ev ne xwelîseriya min e? Gelo ez bimirim ne çêtir e? Gelo ku kesekî biyanî vê yekê bide rûyê min ez ê çawa bersivê bidimê û hwd."

Min jî hingê gelek tiştên wekî "dewlet, sîstem, perwerde, civak û hwd..." ji xwe re dixistin bahane,

Otoasîmilasyon derî ji asîmilasyonê re vedike!

Asîmilasyona bêbav bi hemû hêz û quweta xwe ve wekî gurê pîr di derdora te re diçe û tê; bi reng û awayên xwe yên ‘reş û spî’ ve zorê dide hebûna te û dixwaze bi fetleke xapînok ve di derî re bikeve hindûrê te…

Haya te çawa ku ji bayê felekê tunebe, herwiha ji bayê çanda man û nemanê jî tune.

Bi wê dilşêrînok û henûniya xwe ve tu jê re derî vedikî û dibêjî “Kerem bike!”

Bêyî ku tu navê wê bipirsî, bêyî ku tu giraniya bejna wê di mêzîna hişê xwe de bipîvî, tu wê datînî ser dîwana mala xwe ya herî xweşik.

Dîwana malê hindik maye ku vereşe; lê haya te ji bayê korezaniyê tune!

***

Asîmilasyona dirinde di nava qesr û serayên saziyên xwe de her roj xwe jinûve divejîne; bi saya serê enstîtuyên xwe ser û çavên xwe dibiriqîne, bi kinc û libasên rengîn ve rojê sê danan xwe nipûnû dike.

Bêhna sorav û misk û embera wê tê heta ber devê saziya koxika te.

Di nava halê xwe yê rizî û peritî de tu bi çar çavan meraqa bejn û bala wê asîmilasyonê dikî.

Hêj ku ewê qesta te nekirî tu bi xalîçe û qerenfîlan ve deriyê saziya xwe jê re vedikî; te dil heye ku tu bi lîmozînan ve pêşwaziya wê bikî.

Hemû kelam û gotinên wê wekî nivîştiyan mîna ayetên pêxemberan bi misk û embera wê ve tu bi bedena saziya xwe ve dialiqînî.

Saziya te hindik maye ku vereşe; lê haya te ji bayê sazîbûnê tune!

***

Asîmilasyona bê keys û fesal bi xêra medyaya xwe serê her kêliyê diranê îktîdara xwe tûj dike. Bi manîpilasyonên sêserî ve çala îktîdara xwe mezintir, bi kampanyayên gulgulî ve xwe bi şûr û mertalên herî modern dike.

Di bin navê “Modernîzm, Dîn, Perwerde, Mûzîk, Rêzefilîm…” de serê her şeveqê nêçîriya civaka te dike.

Lê divê meriv heqê te jî nexwe. Xwedê heye, tu jî nêçîrekî baş î haaa!

Ji ber wê meraqa gundîtiya xwe tu ji her tiştî re hazir û nazir î. Mixabin bi wê babegîtî û simbêlboqiya xwe ve tu dikevî hemû xefik û toran.

Ji rabûn û runiştandinê bigire heta çepitî û rojnamegeriyê, ji cixarekêşandinê bigire heta çêr û xeberan bi wê evdalî û êsîrtiya xwe ve tu ji mekteba asîmilasyonê fêr bûyî.

Heke ku ji te be, te dil heye ku tu şer û aştiyê jî ji şêwaza îktîdara wê fêr bibî.

Di wan saziyên xwe de dilê te hê jî dibije ku tu wekî rêzefilmên asîmilasyonê bijî!

Rojekî tu şibakên saziya xwe dişkênî, jê direvî û dixwazî ji nişka ve bibî “Îbo, Izo, Mahso..”, roja din jî tu ‘dersên siyasetê’ didî me hemûyan û pêlî serê muxalifê cîranê xwe dikî.

Xwedê hefza meriv ji te bike!

***

Asîmilasyona rûreş niha li ser textê îktîdara xwe gepa xwe germtir, simbêlê xwe stûrtir dike; ew ji min û te çêtir dizane ku êdî ne hewce ye serê her kêliyê xewa xwe bişeriqîne û berê xwe bide koxika civaka te.

Ji ber ku tu êdî xulamokê wê yê herî jidil, qenc û melahîm î!

Ji ber ku tu êdî mûrîdekî asîmilasyonê yê dîplom-wergirtî yî.

Bi “bismila”yê tu bi dest navê wê dikî û bi “amîn”eke delal ve diqedînî.

Gotineka asîmilasyonê ya herî beredayî jî, tu di nava civaka xwe de –haşa!- naxî dido.

Tu niha di meydana civaka xwe de çalekê dikolî; lê ez nizanim ne qebr e ne jî tişteke din e!

Xwedê hefza meriv ji te bike!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Ev dinya divê ji serdestên kurdan re nemîne!


Ev dinyaya beredayî divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê hemû bidin ser rêça Sadam û divê ji xwe re kapikekî mirinê hilbijêrin.

Ev hovîtiya wan ya nenaskirî, ev faşîzaniya wan ya çiriyayî, ev qewl û peymanên wan yên bêlomeyî, ev planên wan yên gerînekî, ev neyartiya wan ya barbarî û bêserûberî divê di qirika wan de bimîne…

Divê bi kefşala devê xwe yê genî ve, bi xwîna xwe ya herimî ve, bi navê xwe û yên heft bavên xwe ve, li hemû meydanên dinyayê bêne teşhîrkirin…

***

Ev dinyaya bêbext divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê di nava xwîna xwe ya rijandî de bixeniqin.

Me ji bîr nekiriye: Heta ku ew li ber bejnên çiyayên me çok venedin em ê hovîtiya wan ji bîr nekin.

Heta ku asîmilasyona wan li ber deriyê kaniya Melayê Cizîrî neşkê, divê ev civak xewê li xwe biherimîne.

Heta ku barbariya wan xwe ji çiyayên me neterikîne, divê destê civaka me di qirika wan de be.


Heta ku bihara azadiyê li ser vî welatî neweşe, divê her kes li ber ‘mal’a xwe kozikên berxwedanê vede!

***

Ev dinyaya bêbav divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê bi teprepa serhildanên navçe û bajarên kurdan ve bikevin taya mirinê.

Divê ji çanda me ya ku di havînên xalxalokî de di nav hêviyên şivanan re bi stêrkan re hevaltî dike ya ku li ber dîwarên neyaran jî her nefel dide de, bitirsin û divê bicehimin.

Divê li ber stêrkên havînên me yekoyek rih bidin.

***

Ev dinyaya fêlbaz divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê agirê gund û çiyayên me bibin pêt û divê xwe li gewriya wan bidin.

Divê siya me bibe şevereşkek û di
vê gazî azraîlê wan bike!

Divê bi êşa tirsê bikevin û divê li çol û beyarên rût û tazî bikevin!

Divê di bin cendekên me de bimînin û bicehimin.

Ev dinya divê ji wan re nemîne!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Evdile Koçerî di Facebookê de bişopînin!

Nivîskar Evdile Koçer

Henek, qerf, tinaz, pêkenok, yarî, lêvok, qilçix, laqirdî, komedî, esprî…
Êdî bûye adet, çiqas ku ez ji mecbûrî di nivîseke xwe de peyva “Mîzah”ê bikarbînim, wê ji jor de çend xwendevan bi dersên xwe yên zimanzaniyê ve bi ser min de biqîrin û bibêjin, “Ne ev peyv bi erebî ye, divê tu jê re bibêjî ‘qerf’!”

Hinek din dengê xwe bilindtir dikin, “Divê tu bibêjî ‘henek’!” Welhasil ji her xwendevanekî pêşniyarek dertê, “Divê tu bibêjî, ‘yarî, tinaz, pêkenok, komedî, lêvok, qilçix, laqirdî, esprî…”

Şikir ji xwedê re ku kes nabêje, ‘genek’! Helbet nivîskarek tenê dikare bi serê xwendevanan nivîseke wisa bihûne. Lê ev erebî-fobî hatiye radeyek wisa ku tenê zirarê dide zimanê kurdî!

Heke tenê ji wan yekî jî bigota, “Koçero, tu şûna peyva ‘Mîzah’ê peyva ‘Humor’ bêjî, çêtir e!” dîsa jî min ê tiştek fêm bikira.

Lê derdê hemûyan tenê yek e, “Bila ne bi erebî be, çi dibe bila bibe!”

Ez dizanim, derdê hemûyan ew e ku moxil û serardê li peyvên ‘biyanî’ bixin û bi vî awayî kurdî ber bi yekîtiyekê ve hilkişînin.

Lê dema ku em wateya têgeh û bintêgehan li nav gohê hev bixin, helbet wê jê tenê zimanzanî û zanistiyeke kor bimîne. Heke di kurdî de gotinek ji bo ‘MÎZAH’a erebî hebûya, me yê bigota ser çavan.

Lê dema ku em têgeh û bintêgehên wekî Mîzah û Qerfê an jî Fêkî û Zebeşê tevlihev bikin, helbet wê hingê ji kurdî tu wateyên xweser nemîne.

Dema meriv zimanekî fêr dibe, meriv xwe fêrî cudahî û (ne)hemwateyiya gotinan jî dike. Hingê meriv çêtir fêm dike ka henek û pêkenok çi ne!

***

Dema ku almanek dibêje "witz" qesta wî/ê jê "pêkenok" e, dema dibêje "spass/scherz" dixwaze bibêje, "henek", lê dema dibêje "humor" behsa hemû bintêgeh/binenavên wekî "spass, witz, Ironie, Spott, Zynismus û hwd..." dike.

Heke mesele wekî "mektep"ê bûya, jixwe va ye her kes jê re ‘Dibistan’ dibêje. Lê dema meriv bêje "Wezareta Perwerdehiyê" meriv jê fêm dike ku wezareta ku bi "dibistan, xwendekar, şagirt, mamoste û hwd.." mijûl dibe...

Berî 70-80 salan hin wêjekarên tirk ji "mûzah"a erebî re 'gulmece' peyda kirin, lê nekarin rasterast di ferhenga gel de bi cih bikin... Ji ber ku "gulmece" têra wateya "mûzah"a erebî nedikir...

Em bêjin hin têgeh di zargotina kurdî(kurmancî) de tunebin, an divê em ji her sê zaravayên din peyda bikin, an divê em bixwe têgeheke lêhatî jê re peyda bikin, an jî bivê nevê ew têgeh wê ji zimanekî din were.

Mesele îro "malper" di kurdî de xweş bi cî bû, lê çima em nikarin ji înternetê re tiştekî peyda bikin!

***

Ev gotinên(henek, qerf, yarî, tinaz, pêkenok, komedî, lêvok, qilçix, laqirdî, esprî!) ku me li jor destnîşan kir, di rastiya xwe de bintêgeh in. Yanî ew ji malbata mîzah/humorê ne... (bifikirin ku em ji tirî, hirmî, sêv, hinar û hwd re dibêjîn ‘fêkî’!)

Ew peyv di bin per û baskên mîzah/humorê de wate û şêweyên yên xwe yên cihê û xweser hene; ev yek di hemû zimanan de jî wisa ye!

Ez dizanim ku "mîzah" ji koka xwe peyveke erebî ye; lê mixabin heta niha jî min peyveke kurdî jê re peyda nekiriye.

Heke canik û camêrek peyveke kurdî ya resen û lêhatî bizanibe bila biferme ji me gişan re bibêje. Lê ku tunebe li şûna "Humor"a zimanên ewropî çima em nebêjin "mîzah"a cîranê xwe?

Erê kurd ji hin şêweyên mîzahê re dibêjin "qerf, yarî, tinaz, henek, pêkenok, laqirdî, komedî, lêvok, pêvok û hwd." lê ev yek peyv jî li şûna mîzah/humorê nagire!

Niha mesele ev e: zebeş endamek ji malbata fêkî/mêwe ye! Lê çênabe ku meriv ji tenê ji fêkî re bibêje zebeş e, hingê emê gunehê endamên din ên fêkî bixine stûyê xwe!

***

Di zimanê ingilîzî/almanî/erebî/tirkî/ûhwd. her mesele wek hev e! Ji ber ku "qerf, yarî, tinaz, henek, pêkenok, laqirdî, komedî, lêvok, pêvok û hwd." her yek di bin banê mîzah/humorê de şêweyên xwe yên cuda û cihê hene... Yanî tinaz û pêkenokek çawa ku naşibin hev, her wiha henek û yariyek jî naşibin hev. (Gelo zebeş û petîx dişibin hev???) Loma ji van gişan re serenavek lazim e. (Loma ji zebeş û petîx û hwd. re fêkî gotine!)

Berî her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ez ne dildarê wê yekê me ku gotinineke biyanî bînim di kurdî de bi cih bikim. Lê hin têgeh û sertêgeh hene ku meriv mecbûrê hin kok-peyvên biyanî ne.

Heke mesele wekî "qatlîam"ê bûya me yê bigota di kurdî de kêm-zêde jê re "komkujî" dibêjin; bo "ştexilîn" peyîvîn; edebiyat:wêje û hwd.

Bo nimûne: peyva "wêje" di kurdî wekî sertêgehekê ye ku ji bo hemû çeşnên "roman, çîrok, helbest, pexşan, mîzah, rexne, gotar û hwd."ê tê gotin. Lê têhega "henek", ez dibêjim qey "qerf, yarî, tinaz, pêkenok, laqirdî û hwd." di nav xwe de nahewîne.

Belkî wateya wan nêzîkî hev be, lê dîsa jî ji hemû şêweyên vegotin û derbirînê re têgeh û bintêgehên xweser pêwîst in...

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Evdile Koçer ji pirtûka xwe ya 'Mirin' çîroka 'Guhar'ê dixwîne!

Çalakiya Salê

Di hewşa belediya xwe de festîvaleke ‚qerase’ lidarbixin.

Li gorî qerasebûna wê gazî hemû heval, cîran, pismam, malxal, xwezûr û xwesûyên xwe bikin û bi wan ve panelên gulgulî çêbikin.

Ma ya we jî pirs e ezgorî, helbet wê zimanê festîvalê bi tirkî be; ji bo xatirê medyaya bi kurdî bila 200 gotin jî kurdî hebe.

Qet xema tiştekî nexwin haaa; em tiştekî ji wan fêm nekin jî çêdibe.

Hema bila piçekî xwe li ser maseyan bihejînin bes e, ji serê me û yê bavê me zêde ye, ma kemalê me çi ye heyran.

Dû re hûn dikarin bi wan re govendê jî bigirin! (Jixwe yên ku govendê nizanibin, hûn ê fêm bikin ku polîsên sîvîl in!)

Haya kesî ji vê festîvalê tune be jî ne mûhîm e; tenê xeberê bidin mêvanan bes e, jixwe yên ku bixwazin seh bikin ew li çîn û maçînê bin jî wê seh bikin.

We got kesên biyanî???

Jixwe kesên biyanî neyên festîvalê hê çêtir e bavê min. Heke bêhemdî xwe pirsekî ji me bikin, em ê çi bikin gidî. Bila ew li gorî navê xwe biyanîbûna xwe bizanibin û li mala xwe rûnin.

Ha ji bîr nekin: ji kerema xwe re ji bo xatirê başqanê me gazî çend mizdan-bêjan jî bikin, belkî lazim bin, belkî di navbera panelan de bi çend yariyên siyasî ve pişta mêvanan miz bidin.

Paşê hemû bi hev re biçin hemamê.

Ava sarogerm bi serê hev de bikin, li wir behsa gelek meseleyên ‘cîdî’ bikin; dema ew meselokên we yên cîdî qediyan zebeşekî dilsorî bidin ber dilê xwe û hêdî hêdî fesadiya min û vê nivîsê bikin.

Heta ku hûn ji fesadiya min têr bûn, êdî berê xwe bidin hotela xwe ya pêncstêrk.

Aha ji we re çalakiya salê...

Heyyyttttt hûn çavê min in haaaaaa!

***

Hûn dizanin ‘şer’ dîsa dest pê kir; di koziya nivîsê de jî meriv bi kurt û kurmancî lê bixe çêtir e ji sed rûpelan!

evdilekocer@yahoo.com