ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Ez ê dengê xwe bidim hemû ol, reng, milet, ziman û fikrên cûda yên li ser axa Kurdistanê

Ez ê dengê xwe bidim namzetên kurdîaxêv da ku di hilbijartineke din de namzetên kurd yên tirkîaxêv kêmtir bibin...

Ez ê dengê xwe bidim hemû zarokên şehîdan da ku ji namzetên kurd yên ku werin bijartin re bibin alaya hiş û wîjdanê...

Ez ê dengê xwe bidim 4 hezar gundên şewitî da ku ew gund di meclîsa Enqereyê de di rihê parlamenterên kurd de dîsa ava bibin...


Ez ê dengê xwe bidim hemû partiyên kurd(Bloka Kurdî) da ku êdî nehêlin partiyên tirk yên wekî AKPê li ser bêndera civaka kurd biçêrin...

Ez ê dengê xwe bidim pênûsa Apê Mûsa(Mûsa Anter) da ku azadiya fikir û rojnamegeriya kurdî ji hişê parlamenterên kurd re bibe neynikeke kurdî...

Ez ê dengê xwe bidim siya Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan da ku ew sî ji parlamenterên kurd re deriyê xêr û aştiyê veke...

Ez ê dengê xwe bidim wan lehengên(qehreman) bênav da ku êdî ava lehengên sexte li ser serê civaka me negere...

Ez ê dengê xwe bidim bejna çiyayan û bêhna zozanên Kurdistanê da ku ji parlamenterên kurd re bibin xetên sor yên kurdan...

Ez ê dengê xwe bidim dayîkên aştiyê da ku hêsirên wan li ser hemû ked û xebata parlamenterên kurd hêviyên civaka me şîn bikin...

Ez ê dengê xwe bidim hemû goristanên Kurdistanê da ku riya aştiyê de ked, xwuhdan, bedel, êş, fedekarî, serhildan û hêvî ji bîra parlamenterên kurd tu carî neçe...

Ez ê dengê xwe bidim çand, huner, dîrok, mûzîk û zimanê kurdî da ku parlamenterên kurd di meclîsa Enqereyê de bikaribin hemû hebûna min bi serbilindî temsîl bikin...

Ez ê dengê xwe bidim hemû ol, reng, milet, ziman û fikrên cûda yên li ser axa Kurdistanê da ku tovê tolerans û demokrasiyê li ser civaka me jî bê reşandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder