ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Nexweşiya Peyîvînê!

Li ser çi be, li ser kîjan mijarê be qet ferq nake ezbenî. Dixwaze her bipeyîve. Şev û roj birbira wî ye. Şeqşeqa devê wî ye li ser serê me heyran.

Dixwaze kezeba dilê xwe rihet bike, lê bila di navbera me de bimîne kezeba me jî pê re reşşşşş dibe. Em dikin û nakin, em nizanin xwe çawa jê veşêrin û xilas bikin. Nexweşiya peyîvînê pê re heye heyran!


Em dixwazin ku bi sê çar gotinên lihevhatî ve tama siyasetê bixe mala me, lê ew bi wê nexweşiya xwe ya “Tir li ku, das li ku” ve her tiştî tevlihev dike. Bi werîsê xwe yê peyîvînê ve îmana me derdixe.

Em bêjin camêr dixwaze behsa ‘Siyaseta Ziman’ bike, lê te hew dît ku çîroka kunciyê bavê xwe vedibêje!

Li ser navê siyasetê pivpivê dike û dilê xwe bi xeberdanê rihet dike. Li ser her tiştî qonîşmîş dibe, lê du gotinan jî ji kaniya siyasetê napeyîve. Zimanê wî diweste, devê wî diqerime, gohê me kerr dibe, lê em nizanin ka mêrê diya me behsa siyasetê an miyasetê dike.

Em li bendê ne ku romaneke qerase bixe mala me, lê hemû xeberdanên xwe yên li ser sergoyan bi rengekî dixe devê qehremanên xwe yên di romanê de û îmana me derdixe. Kes jê re tiştekî nabêje. Qehremanên wî yên reben jî wekî me di destê esîr mane. Hewlo hawar gidînoooo!

Qehremanên wî jî û em jî, nizanin bê emê ji ber peyîvîna wî ya bêlomeyî bi ku ve birevin. Li şûna ku wê qehremanên wî yên di pirtûkê de bipeyîvin, ew zimanê xwe heft metro dirêj dike. Li ser navê her kesî birbirê dike! Li şûna ku wê di tevna çîrokê de xewn û xeyalên qehremanê xwe vebêje, radibe ji me re behsa tîbûna xwe ya peyîvînê dike.

Ew bixwe jî dizane ku di halekî normal de wê kes gohê xwe nediyê, loma bi wê pirtûka ku wekî ka û ceyê ji xeberdanên xwe tejî kiriye, bi darê zorê dibe mêvanê mala me. De vêca were safî bike ezbenî!

Welhasil li şûna ku wê hostatiya xwe ya peyvrêsînê nîşanî me bike, li şûna ku wê wekî ‘zilam’an pênc şeş hevokan biwelidîne, bikesixîne, bitarêşîne, biedlîne, bibiriqîne, bixemlîne, binermîne û birêsîne, mêro radibe hewdeloka di çala hişê xwe de vedirêşe nava pirtûkê û wekî îşkenceyeke mezin di gewriya hişê me re xwe berdide jêr.

Nexweşiya xwe ya peyîvînê, wekî nivîsandina pirtûkekê li ser serê me ferz dike!

Em li hêviyê ne ku di panelekî de li ser mijara destnîşankirî ji me pepûkên Xwedê re wekî camêran du sê hevokan rêz bike, lê ew dîsa wê vîrûsa xwe ya peyîvînê berdide ser me û firşiyê ji devê me derdixîne. Loma her tiştê ku ew behs bike, cîdî nayê girtin. Loma kes êdî berê xwe nade panelan jî.

Mesele em bêjin wê ji me re behsa ‘Pêlava Xwesûyê’ bike, lê camêr hêj ku negotiye pêlav, hevsarê xeberdanê diwelizîne û dirêj dike, bi hevsarên hemû xeberdanên xwe yên derengmayî re grê dide, ji wir berê xwe dide ‘Newala Pirsgirêka Kurd’.

Jixwe serê we xweş be, yê ku carekî ket ‘Newala Pirsgirêka Kurd’, nema êdî ji wir derdikeve. Yanî heke xwesûya reben di wê ‘newalê peyîvînê’ de li rastî wî neyê û pêlava xwe lê newerîne, wê heta sê sal û sê mehên din jî li ser pirsgirêka kurd bipeyîve.

Wê peyîvîn û xeberdanên xwe yên sifto û genî wekî miska pîroz bi ser serê me de bibarîne. Ez gotinên xwe li vir diqedînim, nexwe wê niha peşka nexweşiya peyîvînê li min jî bikeve heyran!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder