ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Çîroka hin siyasetmedar û hunermendên kurd

Çîroka hin siyasetmedar û hunermendên kurd bi tena serê xwe gelek trajîk e.

Lê gelek caran ji trajediyê jî derbas dibe.

***

Hin siyasetmedar û hunermendên kurd, xwe ji ziman û çanda kurdî mezintir dibînin.

Loma tu carî xwe fêrî ziman û çanda kurdî jî nakin.


Her dem dixwazin ku hin kesên din fêrî ziman û çanda kurdî bibin.

***

Hin siyasetmedar û hunermendên kurd, helbet ne mecbûr in xwe fêrî ziman û çanda kurdî bikin.

Lê helbet ew ne mecbûr in ji civaka kurd re siyaset û hunerê jî bikin.

Jixwe tişta ew naxwazin fêm jî bikin ev e.

***

Hin siyasetmedar û hunermendên kurd, tenê 5 gotinên kurdî dizanin: "Roj baş, heval, spas, serkeftin."

Lê van 5 gotinên kurdî jî mixabin bi fonetîka Zekî Mûren dibêjin.

***

Hin siyasetmedar û hunermendên kurd, dîroka têkoşîna kurd ji sînorên siya xwe didin destpêkirin.

Loma gelek caran nizanin sînorên siya xwe jî bi delalî bipîvin.

***

Hin siyasetmedar û hunermendên kurd ji civaka kurd re xwuhdanê dirijînin.

Lê dixwazin ileh bileh û tileh berê kamerayên dagirkeran li wan be û dixwazin di civaka tirk/ereb/faris de navdar bibin.

***

Hin siyasetmedar û hunermendên kurd li ber mîkrofonan heta behsa azadkirina ‚hemû dinyayê’ nekin sebra wan nayê.

Lê dema mîkrofonên di destê wan de bêhemdî dikeve erdê, êdî tu kes naxwaze goh bide teoriyên wan jî.

***

Hin siyasetmedar û hunermendên kurd, dema li ser maseyan sor dibin heta behsa agirê Prometus jî dikin.

Lê tu carî lê nafikirin ku agirê gundên şewitî yên kurdan deynin ser maseyên Kurdistanê.

***

Hin hunermendên kurd li ber civakê rola siyasetmedaran didizin û dilîzin.

Hin siyasetmedar jî rola hunermendan didizin û dilîzin…

Loma gelek caran civak jî fêrî ‚rol’a xwe yê rastîn nabe û hemû ‚rol’an bêhemdî xwe binguhê hev dixe.

***

Belê, bi rastî jî çîroka hin siyasetmedar û hunermendan bi tena serê xwe gelek trajîk e.

Lê gelek caran ji trajediyê jî derbas dibe.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder