ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Meseleyeke Apê Mûsa

Çawa ku tê dizanin Apê Mûsa hem nivîskar hem siyasetmedar hem jî henekbêjekî mezin bû.

Lê berî her tiştî ew bi henekbêjiya xwe bûbû “Apê Mûsa”.

Mîzaca wî ya mîzahî di pêşiya her tiştî de bû. Bûyer û qewimînên siyasî û jiyanê, bi entelektueliyeke têr li gorî şêwaza xwe ya mîzahî vedigot û dinivîsand. Meselok û pêkonokên Apê Mûsa, di devê civaka me de bûne folklorîk.


Min gelek caran dîtiye ku, di nav civatê de kesekî/ê wiha dest bi meseleyeke henekî kiriye: “Apê Mûsa rojekê...”

Yanî ev dihat wê maneyê ku Apê Mûsa wekî Behlûl, Melayê Meşhûr, Nisredîn Xoce û hwd. bi rabûn û rûniştandina xwe ve, bi henek û meselokên xwe ve ketibû tûrikê folklorê û ji ser zimanê gel danediket.

Yek ji wan meseleyên Apê Mûsa jî ev e:

Sala 1965’an Apê Mûsa li Mêrdînê dibe namzetê mebûstiyê. Piştî demekê din waliyê Mêrdînê gazî Apê Mûsa dike; piştî tehdîdan walî jê re dibêje, ‘Di propagandaya hilbijartinê de kürtçülükê (kurdperweriyê) neke.’

Apê Mûsa jî bi şêwazeke îronîk wiha bersiv dide: “Walî beg, jixwe ji bo ku ez di meclîsa Enqereyê de kürtçülükê bikim, dibim mebûs!”

Mesela, pirsgirêka Kurd bi Nazli Ilicak re li gorî formûla xwe çawa di navtenga wê de çareser kiriye, hûn baş pê dizanin.
Lê ev hunera wî di serî de dewleta tirk li xweşê hin rêveberên kurdan ên ‘cîdîfiroş’ jî nediçû.

Ji ber ku Apê Mûsa derziya xwe di mêjiyê Roma Reş de radikir, lê şûjina xwe jî di mantalîteya rêveberên kurdan de badida.

Lê nenêrin ku îro Mûsa Anter “Ap”ê her kesî ye; divê em ji bîr nekin ku Apê Mûsa wextekî di nav korezaniya me ya ‘cîdî’ de gelekî êş kişandibû. Min dîtiye ku heta vê dawiyê jî hin kesên cîdîfiroş ji bo wî digotin: “Apê Mûsa gelekî baqil bû, lê xwezî hebekî cîdî bûya...”

Yanî ev dihat vê maneyê ku; hin kesan hez ji nasnameya wî ya mîzahî nedikirin.

Lê ya rastî divê em ji bîr nekin ku Mûsa Anter di serî de bi nasnameya xwe ya mîzahî bûye Apê Mûsa.

* Ev nivîs ji Pirtûka Evdile Koçer ya bi navê "Koçername" hatiye wergirtin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder