ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Ez heqê xwe li we helal nakim tirkno!

Hûn cîranên me ne...

Bi qewlê Ehmed Arif mirîşkên me tevlihev bûne.


Hê jî helbestkarên me hene ku ristên helbestên xwe li ser biratiya we vedihûnin.

 
Hê jî siyasetmedarên me hêviyê ji we dibin ku em li ser maseyekê rûnin û çayeke biratiyê bi hev re vexwin.
 
Teyî eyb e meriv bêje, lê di Quran, Încîl, Zebûr, Tewrat û Mishefa Reş de jî bi tîpên qalind heqê cîranan li ser cîranan dinivîse.

 
Lê Xwedê heye, we rojekê jî berê 'keştiyek'e xwe ya alîkarî û aştiyê neda Kurdistanê.
 
Ez çi dizanim, belkî tişteke wisa nehatibe bîra we jî.
 
Ji kerema xwe re li ser neheqî û zilma Îsraîlê ji me re çîrokên berê yên sifto û genî venebêjin... (Mereq nekin: Zilm û neheqî di dawiyê de serê xwediyê xwe dixwe!)
 
Em dizanin gelek ji we yên ku alîkarî ji filîstîniyan re birîne, dema ku dor tê ser meseleya kurd û Kurdistanê, her yek ji we dibe 'îsraîlek' û bi ser serê me de dipeqe...
 
Hin ji we dibin sosyal-faşîst (Çepgirên Ergenekonê bînin bîra xwe!) û bi dizîka rihê me yê kurdî kedî dikin...
 
Hin ji we dibin eskerek jidil (CHP û MHPê bînin bîra xwe!) û di dilê me de diteqin...
 
Hin ji we jî dibin polîsekî qenc(AKPê bînin bîra xwe!) û bi siyaseteke pûç ve dixwazin zûka serhildêriya me kedî bikin...
 
Hela carekê li neynikê binêrin:
 
Li şûna keştiyên alîkarî û aştiyê, hûn keştiyên 'rewşenbîr'an yên hiş-esker dişînin Kurdistanê da ku aqilê me yê mayî jî zûka biçeliqînin...
 
Li şûna fermanên aştiyê, hûn firok û balafirên şer dişînin ser serê me...
 
Li şûna azadî û biratiyê, hûn neyartiyeke bêminet layîqî me dibînin...
 
Li şûna wekheviyê, hûn me di nava tirkîtiyeke ne 'tirkî' de dixesifînin...
 
Li şûna heqê cîrantiyê, hûn heta êvarê bi serdestiya xwe ve îmana bindestiya me taze dikin...
 
Jixwe ez behsa kerkerokên me yên ku di afirên we de dizirin, nakim!
 
Heke hûn cîranên min bin, heke piçekî heqê min yê cîrantiyê di stûyê we de hebe, ez heqê xwe li we helal nakim tirkno, bila hûn vê yekê wisa bizanibin!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder