ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Qûna tazî tembûrê dixwazî!

Siyaseta rih-tazî pîneyên kemalîstî dixwazî

Demokrasiya mal-tazî qet muxalîfan naxwazî

Civaka şilftazî dîktatorên nû dixwazî

Wêjeya berîk-tazî pêşbirkên du sê zimanî dixwazî


Malpera jiqûnaxwerazî pesinandinê dixwazî

Rewşenbîrê jigotinênxwerazî civaka xulamokan dixwazî

Serokê jitextêxwerazî mûrîdên kor dixwazî

Medyaya ji-monologên-xwe-razî xwendevanên xew-kar dixwazî

Mîtîngên çeqçeqok-parêz tirkmancên kulek dixwazî

Saziyên kakil-ne-parêz gûzên pûç dixwazî

Serokbelediyeyê jikursiyêxwe-razî tir û fisên germ dixwazî

Parlamenterê ji-Enqerê-razî helbet Mîsakî Mîlî dixwazî

Civaka qehreman-dixwazî bivê nevê xayînên nû jî dixwazî

Wergera duziman-parêz civata tirkmancî dixwazî

Televîzyona ji-silavûkulavênxwe-razî qebra temaşevanan dixwazî

Kovara ji-tûrkçe-razî kolonyalîzma navxweyî dixwazî

Rêveberê ji-kumê-xwe-razî garana serberedayî dixwazî

Dezgeha qible-ne-parêz tiraliya belaş dixwazî

Welatparêziya titişt-ne-parêz dawa Ergenekon dixwazî

Elîtê jikumêxwerazî gundiyên reben dixwazî

Stranbêjê mîkrofonparêz guhdarên kerr dixwazî

Aştîxwazê şer-parêz trajediyên nû dixwazî

Nivîskarê ji-otosansûra-xwe-razî îmana şêlo dixwazî

Siyasetmedarê reşûspî-parêz rebenên piştkurmî dixwazî

Mamosteyê ji-elîfbaya-xwe-razî zimanê yekgirtî qet naxwazî

Qûna tazî “her dil bir insandir!” dixwazî

Email: evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder