ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Pirsgirêka tirk wê çawa bê çareserkirin?

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berî "pirsgirêka kurd", helbet "pirsgirêka tirk" heye ku qet behsa wê nayê kirin.

Ev pirsgirêka tirk ji rihê "yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman, yek mizgeft, yek dîn, yekkkkk..."ê peyda bûye û niha bûye belayê serê hemû Rojhilata Navîn û Ewropayê.

Heke ji vê pirsgirêka tirk re çareyeke maqûl bê dîtin, hingê kurd û doza wan jî di çav û rihê civaka tirk û dinyayê de êdî nabe "pirsgirêkek"...

Jixwe "pirsgirêka kurd" jî ji wê geremol û faşîzma "pirsgirêka tirk" derketiye û di rihê 29 serhildanên kurd de heta çiyayên Kurdistanê serî hildiya.

Hemû girtin, kuştin, mirin, dek û dolab, dizî, xapandin ji hebûna vê "pirsgirêka tirk" dadiwere ser rûyê civaka kurd û tirk.


Çend nîşaneyên pirsgirêka tirk yên modern wiha ne:

- Qêrîna daxwaz, xwestek û xwepêşandan yên ji bo civaka ereb dibe "bihar", lê heman xwestek ji bo civaka kurd dibe "KCK, girtin û zindan..."

- Serîhildan û redkirina sîstemê ji bo civaka ereb dibe "azadî", lê heman xwestek ji bo civaka kurd dibe "terorîst, bombe, goristan..."

- Her tiştên xwezayî ji bo tirkên li Qibris û Almanyayê dibe "mafê mirovan", lê heman tişt ji bo civaka kurd dibe "bolûcû, eşqiya, bunlar daha ne istiyor..."(cûdaxwaz, serhildêr/eşqiya, ev êdî çi dixwazin...)

- .......û hwd...


Melayên TRT 6'ê

Mixabin faşîstên ku dibêjin "bunlar daha ne istiyor" -ku hejmara wan bi mîlyonan in- hê jî dixwazin ku civaka kurd her bîst salan bi "TRT 6"ekê ve destê wan maçî bikin û wekî melayên di TRT 6ê de li pey wan "nimêj" bikin û duayan -bi kurdî be jî- li bavûkalên Osmaniyan bibarînin.

Loma ez dibêjim heta ku Pirsgirêka Tirk neyê çareserkirin, heta çareyeke maqûl jê re neyê dîtin, wê doza kurd û Kurdistanê jî her wekî "pirsgirêk" bimîne û wê bimîne li benda çareseriyekê.

Mixabin zarokên kurd û tirkan jî wê bibin qurbaniyên vê "pirsgirêka tirk" heta ku çareyeke maqûl jê re hate dîtin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder