ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Dersa aştiyê, beşa Oslo, Qendîl, Enqere, Amed...

Civaka kurd û tirk bi şer re balix bû.

Lê ev balixbûn, tenê balixbûna şer e.

Niha jî jê re balixbûna aştiyê lazim e.

Loma serê pêşîn divê civaka kurd û tirk jidil dersa aştiyê werbigire û di pratîkê de jî bixe nav rih û jiyana xwe..


Da ku hingê rêveberên her du civakan jî ji bo aştiyê xwuhdaneke mezin birijînin.

***

Dibe ku 20 mîlyon kurdên bakur û 60 mîlyon tirk jî aştiyê bixwazin.

Helbet wisa ne jî...

Lê çêkirin, pêkhatin û meyandina aştiyê tiştekî din e.

Loma divê fikra "dersa aştiyê" wekî fikra hezkirinekê li civaka kurd û tirk bi delalî bê reşandin.

***

Di bin dersa aştiyê de jî helbet divê "Beşa Oslo, Qendîl, Enqere, Amed...", "Beşa biratî û wekheviyê", "Beşa maf û cîrantiyê" û hwd. hebe.

Da ku hevdîtinên nû yên aştiyê zûka di serê ciwanên kurd û tirk de xira nebe.

Da ku di bin "maseyên Osloyê" de kezeb û berxikên dayikên kurd û tirk neperçiqin.

Da ku êdî "aştî" ji nav xeyalan derkeve û bibe nefesa her du civakan.

Da ku êdî li ser dil û hinavên her du civakan "aştî" bibe "bariş" û "bariş" jî bibe "aştî".

Da ku êdî civaka kurd û tirk ji bo "aştî" û "bariş"ê bijî.

***

Bi kurt û kurmancî:

Ji bo ku "maseyên nû yên Osloyê" dîsa hilneweşin…

Ji bo ku ciwanên kurd û tirk di bin „maseyên aştiyê“ de nemînin.

Ji bo ku hêsirên dayikên kurd û tirk tevli şevên tarî nebin…

Pêdiviya me hemûyan bi dersa aştiyê heye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder