ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Kundirên civaka kurd û tirk!

Çîroka hin kundirên civaka kurd û tirk çîrokeke naskirî ye.

Hinek kundirên tirk, li ser sergoyên civaka tirk, bi delalî xwe digindirînin û li ber deriyê medya û siyaseta kurd bi rihetî dibin 'rewşenbîr'.

***

Û hinek kundirên kurd jî, li ser sergoyên civaka kurd, bi delalî xwe digindirînin û li ber deriyê medya û siyaseta tirk bi hêsanî dibin 'rewşenbîr'.


Yanî çîroka her du kundiran jî kêm-zêde wekî hev e, lê mixabin kundirên wisa di rê de tu carî li hev naqelibin û ji hev re behsa çîroka xwe nakin.

***

Ev kundirên wisa dema bi tayîn û fermanekê dibin 'rewşenbîr', serê pêşîn naveroka rastîn ya rewşenbîriyê dilewitînin.

Ji bo kundirtiya xwe çepûrast lê dixin û hemû rastiyên her du civakan li bin gohê hev dixin.

***

Erê kundir li her derî 'kundir' in, lê ev kundir dema ku carekî bêhemdî xwe bûn rewşenbîr, ji bo ku êdî li kundirtiya xwe venegerin, serî li hemû dek û dolabên nûjen didin, û bi her reng û cûreyî ava zelal ya rewşenbîriyê şêlo dikin.

***

Ev kundir di afirên nûjen yên xwediyê xwe de rûdinin, hemû zikreşî û kundirtiya xwe bi sed rê û rêbazên nû ve dirêjînin ser hebûna civaka xwe.

***

Ya rebî bê lome!

Bi kurt û kurmancî: Xwedê civaka kurd û tirk, ji kundirên vala biparêze.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder