ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Ji me re welatparêziyeke nû lazim e!

Ji me re welatparêziyeke nû lazim e;

Ku meriv bikaribe ji eşqa zimanê xwe li ser gotinên gulgulî bifire û li asîmanan jî hez ji zimanê tirkî, erebî û farisî bike…

Ku meriv ji rik û ernê van ‘başqan’ên me yên tirkîhez re, ji tirkmenên başûr serok û rêveberên xwe hilbijêre û rihê wan di nava gola çand û zimanê xwe de bibişirîne…

Ku meriv êdî hewl bide zazakî û soranî jî fêr bibe û wekî forseke mezin peyvên wan têkelî kurmanciya xwe bike…



Ji me re welatparêziyeke nû lazim e;


Ku meriv êdî rexneyên adetî li medyaya tirk negire, li şûna wê bikaribe di medyaya xwe de hemû çeşnên rexneyan bi sebreke mezin bixwîne…

Ku meriv ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi her awayî piştgiriyê bide Partiyên Tirk jî, lê ji bo çareserkirina hişê me yê neteweyî jî nehêle ku Partiyên Tirk ji bakur zekata rayekê jî top bike…

Ku meriv ‘statûkoparêz’ên di nava siyaseta kurdan de ji eniya wan nas bike û ji wan re çend nasîhatên botiyan ên li ser siyasetê vebêje…


Ji me re welatparêziyeke nû lazim e;


Ku meriv li ba tirkên dinyanedîtî kurdbûna xwe îspat neke, lê ji wan re behsa hebûna du pîvaz û kartolan bike…

Ku meriv wekî xwelîserên xwelîser serê her kêliyê nebêje, “Di zikê diya xwe de ez fêrî kurdî bûm…
Di zikê diya xwe de ez siyasetmedar bûm…
Di zikê diya xwe de min tûrkî soylemîş dikir…
Di zikê diya xwe de min dinivîsand…”

Ku meriv ji bo mizdan û pizdanê, û têkilî û mêkiliyan kundirên genî yên tirkan wernegerîne kurdî û pêlava hin nivîskarên tirk ên ku wekî polîsên sîvîl in, "paqij" neke…


Ji me re welatparêziyeke nû lazim e;


Ku meriv aştiyê ji ‘mal’a xwe dest pê bike, bi baqek gul ve li deriyê cîranê xwe yê zimantûj bide…

Ku meriv wekî tirkan di piştperdeya welatparêziyê de bazara nok û nîskan negerîne û xwe li dinyayê rezîl neke…

Ku meriv heta êvarê behsa navên kurdî yên gund bajaran bike, lê nikaribe ew bixwe jî navê gundê xwe bibêje...

Ji me re welatparêziyeke nû lazim e…

Da ku meriv êdî piçek be jî bibe 'welatparêz'

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder