ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Nexweşiya mezin ya ziman û siyaseta Tirk-mancî

Weke tê zanîn peyva „tirk-mancî“ ji gotinên „tirkî“ û „kurmancî“ daweriya ye.

Vebêjiya zimanê tirkmancî dilxweve ji axaftin û nivîsandina nivî bi tirkî û nîvî bi kurdî pêk tê, lê di rastiya xwe de tirkmancî ji %80 tenê bi tirkî tê axaftin û nivîsandin!

Çend gotinên din yên bi kurdî jî wekî pêxwarina (çerez/kirtleme) zimanê tirkî li holê dimîne.


Di van 15 salên dawî de min gelek caran behsa şîrheramî û kurmên tirkmancî kirine; bi destûra we be ez dîsa jî dixwazim di vê nivîsara xwe de behsa vê zirar û talokeya mezin ya tirkmancî bikim.

***

Ziman û siyaseta bi tirkmancî ji gelek hêlan ve –yekser an jî bêhemdî!- zirareke mezin dide qurmê hebûna civaka kurd.

Zimanê tirkmancî ji dawa siyaseta tirkmancî dadiwere û bi rihê rîtûelên welatparêziyeke piştkurmî ve hemû meşteleyên zimanê kurdî hişk û ziwa dike.

Çend xalên girîng wiha ne:

1-    Ji ber zimanê kurdî ji mekanîzmayên xwe yên xweparastinê bêpar e, loma nikare li dijî nexweşiya tirkmancî xwe biparêze.

2-    Ev nexweşiya tirkmancî serê pêşîn hemû orf û adetên zimanê kurdî yên xwezayî dikuje.

3-    Ev nexweşiya tirkmancî dihêle ku êdî hemû kurd her tiştê zimanê xwe bidin ber bejna zimanê tirkî.

4-    Zimanê tirkmancî rê nade ku kurdî xwe di nava mijar û babatên nûjen de bivejîne û kirasê xwe yê zimanî nû bike.

5-    Tirkmancî, meydaneke fireh amade dike ku kurd êdî xwe bi xwe asîmîle bikin.

***

Gelek tirkmanc hene, naxwazin jidil fêrî deh gotinên zimanê kurdî bibin, lê dixwazin jidil deh pirtûk û ansîklobediyên kurdî "yazmîş" bikin; jixwe tişta ez dixwazim behs bikim jî nexweşiyeke wisa ye.

Gelek welatparêz ji ber tiraliyê xwe fêrî sê çar gotinê kurdî nakin, radibin hema pênc şeş gotinên xwe yên kurdî nav tirkiya xwe dixin û ji xwe re „zimanekî welatparêz“ yanî tirkmanciyekê pêk tînin.

***

Nexweşiya siyaseta Tirk-mancî jî wiha ye:

Gelek siyasetmedarên kurd li Amedê dinyayê xira dikin, lê bêhemdî xwe li pey siyaseta Enqereyê nimêj dikin û didin dû rojeva siyaseta tirk.

Ne li dijî dewleta tirk lê li dijî partiyên tirk siyasetê dikin.

Gelek nexweşiyên siyaseta tirkî bêhemdî xwe tînin nav siyaseta kurd jî, gelek caran behsa yekîtiya kurdan dikin, lê çavê wan her dem li devê Enqereyê ye; bi vî rengî siyaseteke tirkmancî pêk tê.

***

Jixwe zimanê tirk-mancî jî mixabin ji siyaseta tirk-mancî dadiwere ser rihê nifşên nû.

Ziman û siyaseta bi tirkmancî, dike ku gelek kurd bêhemdî xwe ber bi ziman û rihê siyaseta tirkî ve bimeşin!

Loma piraniya kesên tirkmanc, gelek caran di navbera hêlekana partiyên kurd/zimanê kurdî û partiyên tirk/zimanê tirkî de diçin û tên!

Jixwe nexweşiya herî mezin ya Kurdistanê jî ev e: Ziman û siyaseta Tirkmancî!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder