ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Bila kurd çima bi kurdî bipeyîvin?!

Di medyaya sosyal de her çiqas ku bakuriyên me bêtir bi tirkî binivîsin jî, lê bi xêra hin kampayayên ji bo kurdî, hezkirina zimanê kurdî her roj zêdetir dibe.

Îro jî di Twîtterê de bi serenavê “#BilaKurdBiKurdîBipeyivin” kampanyayek vebû û bi xêra hin nivîskar û rojnamegerên kurd ev kampanya wekî pêlên deryayê zûka belav bû.

Berî ku ez di derbarê vê mijarê de çend twîtên xwe bi we re parve bikim, ji bo min pirsa herî girîng ev e:


“Gelo kurd çima divê bi kurdî bipeyîvin?”


Fermo çend twîttên min ên ji bo mijara: #BilaKurdBiKurdîBipeyivin


Ji bo ku dagirkerî, xwe ji nav dil û hinavên Kurdistanê biterikîne...

*

Ji bo ku zarokên kurd, bi serbilindî bi kurdî biaxivin, çêr û nifiran bikin, bikenin, bilîzin, bibişirin...

*

Ji bo ku heta çivîk û masiyên Kurdistanê jî bi nexweşiya şîzofrenîk ya ziman û çandan nekevin...

*

Ji bo ku êdî hin nivîskar û rewşenbîrên kurd tu carî mineta xwe li kar û xebata kurdî nekin...

*

Ji bo ku êdî tu kes nezanî û ehmeqiya xwe navêje ser pişta zimanê kurdî...

*

Ji bo ku êdî kurd nebêjin "Kurdî zengîn e, dewlemend e, pîroz e, super e..."

*

Ji bo ku cîranên me jî hurmetê ji ziman û çanda Kurdistanê re bigirin...

*

Ji bo ku êdî kurd bikaribin jidil hez ji ziman û çanda cîranên xwe jî bikin...

*

Ji bo xatirê bejn û bala serhildanên Botanê...

*

Ji bo ku êdî kurd wekî 'zilaman' danûstandinê bi ziman û çanda xwe re bikin...

*

Ji bo ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn û hwd. di gora xwe de bi xuşexuşa gotinên kurdî ve bi têra xwe razên...

*

Ji bo ku êdî zimanê kurdî tu carî nebe çerez, kirtleme û pêxwarina zimanê tirkî/erebî/farisî.

*

Ji bo ku êdî hin kurd vê yekê fêm bikin: “Axaftina bi kurdî ne 'welatparêzî' ye, lê welatparêzî ji zimanparêziyê destpêdike...”

*

Ji bo ku êdî tirk-manc fêm bikin ku koletiya herî mezin ew e ku meriv ziman û çanda xwe li ber ziman û çandeke din biçûk bibîne.

*

Ji bo ku axaftina bi kurdî ji bo hin dinyanedîtî û piştkurmiyan nebe 'minet'ek mezin

*

Ji bo ku êdî kurd bila bi zimanê çîn û maçînê jî biaxivin, lê bila êdî nebêjin "Ez kurdiya akademik nizanim":-)


Twîttera Evdile Koçer: https://twitter.com/Evdile_Kocer

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder