ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Çîrokek biçûçok, "Gule"


Min ew li wê Salsa-Bara navdar ya li Berlînê dît

Bi rûyê xwe yê xemgîn ve hewl dida ku bida dû wê strana narîn ya bi spanî.

Min jî bi spanî silav dayê.

Di ber danskirina salsayê de me hevûdu hinekî nas kir.

Piçekî jî te digot qey dikuliya.

Ji min re got ku ew ji welatê Perûyê hatiye û li Berlînê doktoraya xwe dike.

Ji min çêtir spanî dizanibû.

Ez nizanim çawa çêbû, lê dema ku me li ser şoreşgertiya dinyayê nîqaş kir di derekê de aciz bû.

Di ber axaftineke xwe ya spanî de bi kurdî got, "De here loooo!"


Ez sar bûm, xwîna min cemîdî, min jê re got, "Ma qey tu kurdî jî dizanî?"

Êdî nekarîbû xwe veşêre.

"Ez jî wekî te kurd im" bi devlikenî ji min re got.

Dû re bi pirsan ez ketim dû çîroka wê.

Şervaneke kevin bû.

Ji hevalekî xwe yê ku ji Spanyayê tevlî gerîla bûbû, fêrî zimanê spanî û dansa salsayê bûbû.

Lê ne tenê ew, gelek hevalên wê jî li serê çiyê fêrî zimanê spanî û dansa salsayê bûbûn.

Li gorî gotina wê, gelek hevalên wê ji ber zimanê spanî ji şer sax filitîbûn.

Ji ber ku di bêtêlan de bi hev re bi spanî dipeyîviyan.

Û ev jî dikir ku leşkeran nikarîbûn bi rehetî li wan guhdarî bikirana û bidana dû şopa wan.

Dema ku şer qediyabû, xwe noqî nav dans û mûzîka salsayê kiribû.

Bi vî awayî rihê xwe yê birîndar tedawî dikir.

Min jê pirsî, "Ji şer çi ji te re ma?"

Got, "Dansa salsa û guleya di nigê min de"

Gule: Ji pirtûka min ya nû "Pêlava Birîndar"

Evdile Koçer - evdilekocer@yahoo.com

Çavkanî: http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=2199&yazar=20

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder