ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Çîroka bi navê "Dayikên Aştiyê" - Evdile Koçer

Ew polîseke sivîl bû.

Her roja şemiyê wêneyekî dida destê xwe û wekî keseke normal tevli çalakiya dayikên aştiyê dibû.

Serpêhatiyên kesên winda êdî her hefte diket nava jiyana wê.

Ji mecbûrî ew ê jî ji xwe re serpêhatiyeke kesekî winda afirand û dema ku lazim dibû vedigot.

Bi vî awayî nêzîkî çar salan tevli çalakiya dayikan bû.

Ji serekên xwe re her hefte rapor jî nivîsand.


Lê rojekî tiştek his kir: Gelekî bêriya dayika xwe kiribû.


Ev bêrîkirin her roj mezin dibû û di laşê wî de dibû birîn.

Rabû li gelek xaniyên pîran ket dû şopa diya xwe.

Di xaniyeke pîran de diya xwe dît.

Hevûdu hembêz kirin.

Bi hev re hêsir rijandin.

Piştî vê yekê rabû dev ji polîstiya sîvîl berda.

Bi wêneyekî winda ve vê carê jidil tevlî çalakiya dayikên aştiyê bû.

Li kêleka wê polîsekî sivîl bi wêneyekî winda ve rûniştibû.

Hevûdu nas kirin.

Ew ê dizanibû ku dê ev polîsê sivîl der barê wê de jî ji serekên xwe re raporek binivîse.

Di dilê xwe de got, “Qet ne xem e!”

Dema ku li vê fikirî, ji xwe re keniya.

* Çîroka ‘Dayikên Aştiyê’ di pirtûka min ya nû ‘Pêlava Birîndar’de cî digire.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder