ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Neteweperestiya kurd?! Neteweperestiya tirk?!

Dewlet, medya û rewşenbîriya tirk gelek têgeh/gotin bi zanahî di nav siyaset, medya û rewşenbîriya kurdî de şêlo kirine û li gorî berjewendiyên xwe wateya wan ji nû ve guhertine.

Yek ji wan têgehan jî "Neteweperest" e.

Weke ku tê zanîn wateya "neteweperest"ê ew e ku kesên hemû heyîn û hebûna miletê xwe diparêzin, pêş dixin û ji bo vê yekê li gorî qewata xwe kar û xebatê dikin.


Lê helbet "neteweperestî" ne ew e ku kesek li dijî neteweyeke din be; jixwe dema kesek/sîstemek li dijî neteweyeke din be, hingê "faşîzm" dest pê dike; li Almanyaya Naziyan wiha bû û niha jî li ba "nazî"yên sîstema Dewleta Tirk wiha ye.

Ji ber ku Dewleta Tirk di bin navê "neteweperestî"yê de li dijî hebûna gelê kurd "nazî"tiyê dike; loma hemû kar û xebata kurdan ya ji bo azadiya „Kurd, Kurdî û Kurdistanê“ jî di bin navê "neteweperestî"yê zûka reş dike û bi manûpilasyonên post-kemalîst ve aqilê siyaset û rewşenbîriya kurdî zûka belawela dike.

***

"Heke kesek neteweperest be..."


Li gorî fikra min, heke kesek neteweperest be, yanî heke kesek heyîn û hebûna miletê xwe biparêze, heke kesek wekî heyîneke çandî netewa xwe nas bike, hebûna xwe bijî, nasnameya xwe xurt bike; hingê dikare bêtir neteweyên din jî nas û hez bike; û bêtir dikare hurmet û empatiyê li dijî kes û neteweyên din jî bigire.

Ji xwe bi vê naskirin, hezkirin, hurmet û empatî-grêdanê ve jî "nasnameya me ya dinyayî" dertê holê.

Heke kesek serê pêşîn xwedêgiravî "insan" be, lê qet ji neteweya xwe hez neke û ji bo bidestxistina mafên bingehîn yên neteweya xwe têkoşîn nede, gelo dê çi feydeya wî/ê bigihîje dinyaya mirovatiyê?!..

Mixabin piraniya dewlet, medya û rewşenbîriya tirk di bin navê "neteweperestiyê" de li dijî nasname, heyîn û hebûna "ên din" post-faşîzaniyeke eşkere dike; di bin navê "neteweperestiyê" de hemû rê û rêbazên hov ji xwe re helal dike.

Lê hemû têkoşîn, kar û xebata insanî ya ji bo azadiya "Kurd, Kurdî û Kurdistanê" jî di bin navê "neteweperestiyê" de bi gelek rê û rêbazên faşîzane ve heram dike.

***

"Heke miletê kurd piçekî neteweperest bûya…"


Ne hewce ye ku ez bi gelek teoriyên qerase ve vê nivîsê dirêj bikim; hema yekser bibêjim:

Heke miletê tirk(erê tirk!!!) piçekî jî neteweperest bûya; yanî heke medya û rewşenbîriya tirk hez ji ziman, çand û hebûna xwe bikira; niha sedîsed dê hurmetê ji çand û hebûna miletê kurd re jî bigirtana.

An jî; heke miletê kurd piçekî neteweperest bûya; heke piraniya partî, rêxistin û rewşenbîriya kurd neteweperest bûna;

Niha hebûna „Kurd, Kurdî û Kurdistanê“ di bin lingê dewlet, medya û rewşenbîriya tirk de ewçend nediperçiqiya…

Niha partiyên tirk ewçend deng ji kurdan wernedigirtin…

Niha hemû heyîna Dewleta Tirk ya li Bakur di bin komkujiyên "Roboskî, Dêrsim, Newala Qesaban, Zîlan û hwd." de mabû.

Niha rewşenbîr, hunermend û medyaya kurd ji bo "erêkirin û aferîmekê" li devê medya û rewşenbîriya tirk mêze nedikir.

Niha "xulam"ên kurd di piziya dewlet û partiyên tirk de ewçend zêde nedibûn…

Niha xwe-asîmîlasyon, jixwedûrketin, xwe-ne-nasî û hwd. di nav civaka kurd de bûbû qibheteke mezin.

***

"Neteweperestî ne baş e yawww heval!"


Bi xêra aqilê kemalîstan hin kurdên "welatparêz" jî car caran wiha dibêjin, "Neteweperestî ne baş e yawww heval!"

Tu bi telefonê bi diya xwe re diaxivî(helbet bi kurdî!), tu doza pîvazeke kurdî dikî, tu dixwazî ku saziya te bibe Kurdistanî, tu bersiveke kurdî didî tirkiya şaredarê/a xwe, tu fonetîka tirkî di nav dengê hunermenda/ê kurd de zeft dikî, tu ji acizî ji bêhemdî xwe çêr û nifirên malneketî ji dagirkerekî re dikî; hingê sedîsed tirkek (lê gelek caran jî kurd bixwe!) ji te re wiha dibêjin, "Neteweperestî ne baş e yawww heval!"

Heke ji hişê biwêjeke kurdî fêm bikiran, wekî bersivekê me yê „Tir li ku, das li ku“ bi mejiyê wan yê kemalîst ve daliqandana, lê mixabin heta tu bi tirkî nebêjî ji vê jî fêm nakin.

Axir, bila koxikeke kurdan ya azad çêbe, bila hingê hemû kurd jî bêjin, "Neteweperestî ne baş e yawww heval!"

Lê heta ku koxikê "Kurd, Kurdî û Kurdistan"ê azad bibe, divê li ser milê her kurdî ferz be ku piçekî "neteweperest" be.

Piştî hingê jixwe em ê li „tir û das“ê hev binêrin.

***

Gotina min ya dawî jî ji "dîwar"ên Kurdistanê re ye:

Şev nîvê şevê piçekî dermanê neteweperestiya Kurdistanê "bixin" berîka her kurdî; şeveqê rabin, hûn ê bibînin ku azadiya "Kurd, Kurdî û Kurdistan" bêtir nêzîk bûye.

Dîwaro ji te re dibêjim, siyasetmedaro/ê tu fêm bike!?..

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder