ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Gelo em Kurd Mazoşîst in?!

Li ser mazoşîstiya me kurdan şikir hemû lêkolînên min qediyan; êdî hindik maye ku ez li ser vê mîrata mazoşîstiya kurdên me doktorayekê bikim heyran!

Êdî di xewnan de jî ew pirs tê bi qirika min ve dizeliqe, “Gelo em kurd çima vê zilm û zordariyê û vê neheqiyê li kurdên xwe dikin.”

Çima em her dem îmana kurdên xwe di çepera nezantiya xwe de dimiçiqînin û vê îşkence û tadayiya naskirî li wan dikin.


Gelo em ji vê orf û edeta xwe ya ku me bi xwe ve zeliqandiye zewq digirin?

Gelo em kurd bi rastî jî mazoşîst in, an na???

Kurdek dema ku mesela hemû xewnên xwe yên şkestî û beravêtî di wê klîba xwe ya zirzirokî û tirtirokî de wekî Siltan Slêman dicivîne ser dilê hev, gelo dixwaze ku ji me re çi bibêje.

Çaxê ku stranbêjek çend gotinên ku fonetîka “Turk Dil Kurumu” (Saziya Zimanê Tirkî) jê tê di çala devê xwe yê pîroz de dibe û tîne, gelo dixwaze zewqekê jê bigire.

Henek ne li aliyekê, lê bi rastî jî ez pir mereq dikim loooooo!

Siyasetmedarekî ku ji xeynî siyasetê her tiştî dizane, dema ku di berêvarekê de xwedayê mezin riya wî şaş û kaş dike û li deriyê mala me dixe, çima devê xwe wekî Bulent Ersoy xwar dike û bi tirkiya Zekî Muren ve tecawizî rihê me dike.

Gelo dixwaze ku em mêvanperweriya xwe ji bîr bikin, bi dûvê wî ve bavêjin kadînê û heta ku bi kurdî ziriya têr ka û ceya kurdî bidinê û jê dernexînin... an dixwaze bi wê zirezira xwe ya bi tirkî ve –bi qewlê birakên me şirnexiyan!- me bidirîneeeeeeee.

Heke ji me ‘Berberojkên Siyasetê’ re, bi muzîka Zekî Mûren ve qala ‘Siyaseta Mazoşîstan’ bike gelo dê ne baştir be???

Bi rastî jî ez pir mereq dikim loo.

Gelo heke em hemû ji mazoşîstiya van kurdên me diriyan çiriyan û peqiyan, dê mêrên diyên me pir zewq bistînin?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder