ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Rihê Ziman... Zimanê Rih...

Ez jî nizanim bê çima?

Sedemên wê yên olojîk jî qet nizanim, lê dema ku ez bi tirkîaxêvekî/ê re bi kurdî dipeyivim, hemû xeyalên Egît û Bermalên min ên ku min di şevereşkên bê xwudayî de ji paşila mirinê derxistine û ji nû ve welidandine, çawa ku soz bidin hev û ber bayekî nenas bikevin ji nişka ve xwe ji hişê min diterikînin...

Henekên min ên ku ez di nav dilopên behra girînê de jî wan dixim bûk û zava, wextê ku xuşexuş bi ser gotinan jî dikeve wextê ku melayê xwedêjêrazî bi gotinên fîqspî ve terqîna peyvan jî dixwîne, xwe nagihînin hawarê; rûyê xwe mîna melkemotên kulê tenî dikin û serê xwe dixin bin axa sor...

Bihar û payîzên min ên ku ji nav piziya nefelên çîrokên diya min weşiyane ber serê min û di ber siya min re ji nû ve şîn bûne, dema ku ava vegotina demsaleke din dadiqurtînin çeng dibin, wekî wan qehremanên xewnşkestî xwe bi ser min de sil dikin û di ber siya min re bi dileke têkçûyî li şibakeka oxirê digerin...

***
Ez jî nizanim bê çima?

Sedemên wê yên olojîk jî qet nizanim, lê dema ku ez bi kurdîaxêvekî/ê re bi tirkî dipeyivim, hemû avahiyên rihê min ên ku bi bayê delalî û miziriya zarokatiya min hatiye xemilandin û hinekirin, çawa ku bixwazin xwediyê xwe biguherînin deriyê rûyê xwe bi ser hişê min de digirin...

Zimanê min ên ku peyvên tirkî nola zarokekî fêhîtokî ji malikên hişê min digire û berdide ser dilê hev, weke keçika ku bi darê zorê ketibe dilê kerxaneyê û bi awayekê dixwaze xwe jê derxîne, di devê min de xwe diperpitîne û dixwaze xwe jê bavêje...

Bişirîna min a ku di nav awir û keziyên hezkiriyên min de meyiyaye, dema ku gotin û hevok milê hev digirin û dikevin dîlanê jî mîna pîrheboka xwedêjêstandî rûyê xwe qîç dike, rihşemaliya xwe ji dilê min vedişêre û dixwaze li wî hespê boz ê ku di piştperdeya awirên min de mexel daye siwar bibe û bi çargavkî bibeze...

***

Ez jî nizanim bê çima?

Sedemên wê yên olojîk jî qet nizanim, lê dema ku ez bi kurdîaxêvekî/ê re bi kurdî dipeyivim an jî bi tirkîaxêvekî/ê re bi tirkî qise dikim, hemû meşteleyên hişê min wekî çiveçiva mizgîniya biharê şîn dibin...

Ken û tîqetîqên min dibin bûk û zava û li wî hespê boz siwar dibin...

Bihar û payîz bi destê zivistanê digirin...

Awirên min avis dibin...

Û ez dîsa dibim koçer û li deşt û zozanên jiyanê dikevim...

***

Çima, ez jî nizanim...

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder