ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Welatparêziya tiralan!

Li gorî kêfa tiraliya xwe di hewşa xwe de ‘welatparêzî’yek ecêb ava kirine. Rengê vê welatparêziyê jî mixabin ‘Kesk û Sor û Zer e!’.

Ne tê gotin û ne jî tê sotin! Ne giraniya wê, ne jî kakil û hebûna vê welatparêziyê heye! Axir ne ez behs bikim, ne jî hûn deng bikin…

Tişta ku ev ji “welat” û “parastin”ê fêm dikin çi ye ne çi ye, bi serê xwe û we kim ez jî nizanim û mereq dikim, lê tu dibêjî qey dixwazin her tiştê girîng ên welatê xwe bi tir û fisên xwe biparêzin.

Mesela, tireke germ bike û dû re bibêje: “Kurdî zengîn e!”

An jî fiseke nerm bike û bêje: “Ez welatparêz im!”

Bêmane, yeke din jî bike û bibêje: “Serkeftin Heval!”

Ahaaa ji we re ‘Serkeftina Welatekî!’, ahaaa ji we re ‘Parastina Zimanekî!’
Di bin wê dara xurmeyê ya meşhûr de wekî kesên pir muhîm xwe dirêj dikin û dixwazin her tiştê girîng ên welatê wan, wekî wan xurmeyan ji ber xwe de çêbin û bi qudreta Xwedê ji jor de bê bikeve çala tiraliya wan.

Çavê min birije, lê heke emrê Foucault têrê bikira belkî çend cild pirtûk li ser van ‘Welatparêziya Tiralan’ binivîsanda.

Ez bawer im camêr dê ji kêfa vê zanistiya mezin belkî nigê van ‘welatparêz’ên me jî maçî bikira!!??..

Jixwe ev tiralên me jî tu dibêjî qey daxwaza maçîkirineke wisa ji me dikin. Dema ku bêhemdî carinan xwe tev jî bidin, xwedêgiravî li ser welatparêziya kurd û Kurdistanê jî tir û fisên nû dikin.

Heke ji van ‘welatparêz’ên me yên delal rindik xweşik bedew û spehî be, divê 40 mîlyon kurdên din jî xwe li ber wan dirêj bikin û carinan zewqê ji tecawizkarên kemalîstan bigirin.

Heke ji van be dê hebûna me ya mayî jî bibe ÇEQÇEQOK û bikeve ber devê wan gur û maran.

Gerçî min destê xwe ji van tiralan şûştibû, lê ez ditirsim ku em jî bibin wekî wan û fêrî welatparêziya wan ya bi tir û fisan bibin.

Bêyî ku li ser parastin û pêşketina welêt çîrtekê jî bifikirin, dixwazin ku em jî di wan sazî û dezgehên hazir û nazir de wekî wan mexel bidin; bi hev re tir û fisan bikin û di nava dûmana cixareyan de xeyalên sed Kurdistanan bihûnin!

Dixwazin ku felsefeya welatparêziya me jî bi tenê fesadî û serêşandina ser-saziyan be…

Dixwazin ku em jî ji tiraliya xwe çend fikrên şeht û kulek –bêmane!- ji xwe derbixin û bi şaşika siyasetê ve girê bidin…

Dixwazin ku çavê me jî her dem li deriyên serdestan be û xwelî jî her dem li ser serê me be…

Min ê di dawiyê de behsa ‘Ax û av û çand û rih û ziman’ê welatekî bikira û bigota ku “Parastina welat ji van dest pê dike, welatparêzno!”, lê de ka dev jê berde looo, jixwe çêleka mala şêx jî vê yekê dizane, ez ditirsim ev tiralên me di nava dûmana cixareya xwe de henekên xwe bi min bikin heyran!

evdilekocer@yahoo.com

1 yorum:

  1. yek din jî kesên ku xwe welatparêz dihesibînin di nava zimanê tirkî de xwe digevizînin wek di nava zêr û zîvan de be...

    YanıtlaSil