ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Hevpeyvîna Radyoya Dengê Amerîka li gel Evdile Koçer (BI DENG!)

Evdile Koçer careka dî bal kişand ser xwe û nivîsînên xwe bi weşandina komele çîrokên nû ya bi navê ‘ Pêlava Birîndar ’.

Ji ber çî ev navnîşanê balkêş?

Eve destpêka hevpeyvîna me bû digel birêz Koçer di Bernama Ferheng û Torê Kurdî de.

Wî got xwendevanê berhemên wî ne ewin bi tenê zimanê Kurdî di xwînin.
Evdile Koçer li sala 1977an de li Sêrtê hatiye dinyayê.

Gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser zimanên biyanî. Ev nave henek ji berhemên win e.

- Govendistan, 2002, Stenbol

- Mirin, Çîrok, 2006, Stenbol

- Koçername, 2009, Stenbol

- Pêlava Birîndar, 2010, Berlîn

Ji bo gohdarîkirina hevpeyvîna digel birêz Koçer pêlî vir bike: Hevpeyvîna Radyoya Dengê Amerîka li gel Evdile Koçer (BI DENG!)

Çavkanî: http://www.voanews.com/kurdi/news/Hevpeyvin-Evdile-Kocer-105056074.html

1 yorum: