ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Dengê Televîzyonê

Tewww mala minê! Tu dibêjî qey telefon û televîzyona xwe berî deh deqeyan kiriye û dixwaze bi xêra kanal û weşanên kurdî biceribîne ka gelo kar dike an na?

Heke ne wisa be, nexwe mesele çi ye ji bo Xwedê? Hûn bêjin bêhnfirehiya hemû fîlozofan, ez bêjim ya dewrêş û dengbêjan; me xwe xist şekala sebrê jî, lê em dikin û nakin tiştekî ji vê mîrata dengê televîzyona wî fêm nakin.

Çawa ku dixwaze du sê caran here Heca Miqedes, bi vî awayî dixwaze ku dengê wî jî du sê caran here navenda televîzyonê û were li wî vegere; belkî jî dixwaze dengê xwe yê tirkmancî bi vî awayî ‘bişû’ û kurdbûna xwe nîşanî me bike. Yê ku nizanibe, dê bêje qey dengê wî dema ku li stûdyoyên televîzyonê tewaf dike, dibe ‘welatparêz’ û lê vedigere.

Li ser navê 50 mîlyon kurd em pişta wî miz didin û dixin ‘Welatparêzê Bîrîncî!’, lê dîsa jî ew dengê televîzyona xwe kêm nake. Wekî îşkenceya çîniyan, ileh bileh divê du sê caran dengê xwe li me bide guhdarîkirin.


Hemû heyîn û tunehiya xwe me jê re xist ‘Hêvî, rîca, kerem û quzilqurt…!’ lê dîsa jî dengê televîzyona xwe kêm nake. Hemû çîrok û çîrçîrokên kurdî me ji dîwara dilê wî re xist şîr û şekir, şîret û mîret, lê dîsa jî xwe tev nade. Dema ku li me vedigere jî çawa ku ji me re bibêje, ‘Çîkê kerê!’ dengê televîzyona xwe qet kêm nake.

Bi xêra du kontûrên telefona xwe di weşana zindî de li seranserê dinyayê li xayînên nû digere, dersên jiyan û axiretê dide me temaşevanên xwelîser(?), lê xwe ji bo dengkêmkirinekê nerihet nake. De vêca were û nediree porkurêêê!

Ji ber vê dengê televîzyona wî nîvê spîkerên televîzyonên kurdan ketin nexweşxaneyên dînan, lê ew li me nayê rehmê û dengê televîzyona xwe kêm nake. Çi ecêb e ku aqilê xwe yê ezîz û delal bi telefonê pêşkêşî me temaşevanên reben dike, lê nikare dengê televîzyona xwe piçekî kêm bike, hewlo hawarrrrrrr!

Ji ber wî dengî, seyda Rêşad Sorgulî 20 kêlo kêm kir û ji acizî êdî henekên xweş dike, lê ew hê jî wî dengî kêm nake. Dengê me gişan ket, lê dengê televîzyona wî mixabin danakeve. Îmana RTÛK û polîsên sîvîl jî derket, lê tu dibêjî qey bi dengê televîzyona xwe ve îmana wî kamiltir dibe!


    Nivîsa "Dengê Televîzyonê" ji pirtûka "Koçername" hatiye wergirtin!


Ji tirsa vê ‘psîkolojiya bindestiyê’, em newêrin ku jê re bibêjin MAST, dibe ku pozê xwe bike û biçe xwe berde dawa Kemalîst û partiyên dewletê!

Nexêr ezbenî, min bixwe êdî hêviya xwe ji van temaşevanan biriye. Dema ku dengê televîzyona xwe kêm nakin, ez şerm dikim û ji ber wan ve dengê televîzyona xwe kêm dikim û rûdinim ser dûvikê xwe.

Wê rojê Veronîka bi ser min de çîrevir kir, “Dema ku ev temaşevan telefon dikin tu çima dengê televîzyonê kêm dikî, ez fêm nakim heyran, an gelo tu naxwazî ku ez fêrî kurdî bibim…!”

Ya rebî bê lome! Min wiha lê vegerand, “Ji derdê van kurdan ez nexweş ketime, ma tu derdê min fêm nakî…”

Veronîka, “Ez derdê te fêm dikim Koçer’êm! Lê heke tu jî piçekî derdê min fêm bikî, dê baş bibe… Bi xêra van dengên ku du sê caran diçin û tên û li hev vedigerin, ez dikarim kurdiya xwe bêtir bi pêş ve xim û praktîk bikim…”

Min gotê, “Qet mereq neke, heke derdê te ev be, Xwedê hez bike tu yê heta fêrî tirkî jî bibî…!”


Evdile Koçer - evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder