ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Di 2045'an de xewnek - Yusuf Bagî (Xewnek li ser pirtûka "Pêlava Birîndar")

Di canda kurdî de ku mirovek xewnekê dibîne û bi civakê re parve dike. Civak tev ji xwediyê xewnê re dibêjin: Xêr be. Ku civak nebêjin xêr be, xwediyê xewnê xewna xwe nabêje.

Lewra ku civak nebêjin xêr be, xewn berevajî diçire.

Min jî îşev xewnek dît. Ez hêvîdarim ku hûn jî bibêjin xêr be. Wekî ku hûn jî dizanin xewnên şevan bi her cureyê têne dîtin. Mirov di xewnê de ji cihekî di here cihekî din.

Min jî di xewna xwe de dît ku ez di sala 2045'an de dijîm. Ku ez li gundê xwe li Kurdistanê, li zozana Şerefdînê li nava mêrgikê rûniştî me. Derdora min mêrg û kanî kulîlkên cur bi cur. Mîna nefel, nêrgiz, beybûn hindeko û qawan bêhna cur bi cur dihate pozê min.


Li gel ku temenê min 95 salî bû giyana min gelekî şad bû. Li derdora min mih û gur ligel hev jiyan dikirin. Ne mih kezeba xwe yanî berxê xwe ji ber gur vedişart û ne gur bi wî devê xwe yê bi xwîn êrîşî mihê û berxê wî dikir.

Haha min dît mirovekî kel, gopalek di desta de hat silav li min kir û li kêleka min rûnişt.

Piştî silav û kelaman min jê pirsî?

Te xêr e heval li serê van çiyayên bêrê.

Mirovê kal: Xwe da nasin go navê min Cemîlo ye. Ez nûçegihanê Diyarname TV me.

Baş e hevalê hêja tu bi xêr hatî. Fermo daxwaza xwe bêje.

Cemîlo: Spas mamo. Min dixwest ku ez çend pirsan li ser navê Diyarname TV di der heqê dema borî de ji te bikim.

Fermo hevêlê hêja.

Cemilo: Mamo ku ez ne xelet bim temanê te 95 saliye, tu dikarî behsa jiyan xwe ya borî bikî?

Ez mame şaşî şelişî. Ma gelo ezê behsa çi ji Cemîlo re bikim. Ez behsa bîst û neh ser hildanên kurdan bikim her kes pê dizane. Ku ez bahsa têkoşîna sih salan bikim ji xwe hê di rojava Cihanê de ye. Ma gelo ezê behsa çi bikim. Piştî bêdengîya kêlîkê hat bira min û ez ji sala 2045'an vegeriyam salên 2010'an.

Û min ji Cemîlo re got: Cemîlo, tu tişt neyê bîra min. Lê tiştek hat bîra min ku tu carî ji bîra min naçe.

Di sala 2010'an de nivîskarek bi navê Evdile Koçer pirtûkek bi navê "Pêlava birîndar" nivîsand. "Pêlava birîndar" mîna bombayekê deng veda. Gerdûn ser û bin kir.

Wisa deng veda heta îngilîzan jî behsa wê kirin haaa.

Cemilo: Spas mamo erê tê bira min jî. Wê demê em nebûbûn TV lê di malpera Diyarnameyê de me behsa Pêlava birîndar kiri bû.

Cemilo tam wê pirsek din ji min bipirsiya dengek hat. Ez hişyar bûm, dengê xuşîra baranê ye.

yusuf.bagi47@gmail.com

Çavkanî: http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3981

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder