ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

“Kurdên bi şeref û namûs...!”

Camêrê me îro dîsa li ser xeta telefonê ye. Tu dibêjî qey daweta bavê wî ye. Şîva şevê di koxika wî de tune, rabûye bo kurd û kurdayetiyê telefoneke 18 salî kiriye.

Qûtê zarokên xwe bi dilekî welatparêzane bar kiriye ser telefonê û dixwaze bi wî wextê xwe yê buha ve dîsa dengê xwe yî pîroz û bimbarek bi xêra televizyona kurdî bi ser her çar perçeyên Kurdistanê bixe.

Na na ti gotina min jê re tuneye. Heqê wî heye, an jî ez çi bibêjim demokrasiya lîberal heye birê minooo!.

Em bi çar gohan lê gohdarî dikin. Dest pê dike, bi fedekariyeke mezin dixwaze du gotinan ber bi hev bîne, lê xuyaye piçekî ‘heyecanlî’ ye.
Ê ku nizanibe dê bibêje qey dixwaze ji me re behsa “Xewn û prensîbên Wîlson” bike. Bi serê Gula xwe kim, min jî digot qey dê ji me re qala “Xetên Sor ên Kurdan” bike.

Lê na, piştî çend heyranok û payîzok û berberojkên jiberkirî, bi wî dengê xwe yê asimîlebûyî ve silavên xwe yên herî germ ên gelekî miqedes bi tenê ji “Kurdên bi şeref û namûs!” re dişîne.

Em temaşevanên heja, gelekî bi silavên wî kêfxweş dibin. Yanî ji me kurdên temaşevan ên bi şeref û namûs re silavên herî germ dişîne, ma em ê çawa kêfxweş nebin gidî.

Lê ez di vê gotina wî de asê dimînim, “Kurdên bi şeref û namûs...” Yanî çi???

Ez ji nişka ve li xwe li derdora xwe dinêrim, li xwe werdiqilim, gotina şeref û namûsê 123 caran li hev dixim, dipîvim û ji xwe re dibêjim ti şik û guman di me de nîne.
Yanî em jî kurdên bi şeref û namûs in looooo...

Lê ez bi vê yekê qane nabim, radibim li hemû ansîklobedî û kitêban dinêrim, ji kal û pîr û keftarên cîranên me dipirsim, li google û yahooyê ditikînim, li maneya şeref û namûsê dinêrim û li me dinêrim. Dîsa ji xwe re dibêjim ti şik û guman di me de nîne. Ji ber ku em fêm dikin ku em jî kurdên bi şeref û namûs in, em dikin ku bifirin.

Em hin sloganên ‘Kurd û Kurdistanê’ diqîrin, lê hemû niha nayên bîra min.

Ya rebî şikir ji te re ku te em anîn vê rojê jî. Ya rebî tu vî camêrê me jî bibî quncika cineta xwe...

Hevalên li gel min bi eşq û can wekî zarokan xwe hildavêjin û dibêjin, ji îro û pê de emê fitreya seriyên xwe bidin vî camêrî, da ku bikaribe dengê xwe yî bimbarek bigihîne heta kurdên Afrîkayê jî.

Helbet em jî haşayî ji we ne ker in loo! Em jî ji nişka ve fahm dikin ku ew camêrê me jî Kurdekî bi şeref û namûs e. Bi serê wî kim ti gumanê me tê de tuneye.
“Kurdên bi şeref û namûs...!” ji pirtûka Koçername hatiye wergrtin!

Yanî heke hûn fikra min ya medenî û şexsî bipirsin, ezê bibêjim ew camêr ji me gişan jî bi şeref û namûstir e. Ma ezê çi derewan bikim, ji ber ku ez ji xuşexuşa dengê wî fahm dikim ku namûs û şeref mîna Çemê Botanê jê diherike.

Ji ber ku ez dizanim ew deng dengekî ese, xurt, cîdî, jixwebawer, têgihiştî û ilmî ye. 

Wekî min û te, helbet spîkerê televîzyona me jî bi wan silavan ve ji nişka ve bi xwe dihise ku ew jî kurdekî bi şeref û namûs e... Spîkerê me ji ber vê yekê pir ‘heyecanlî’ dibe, hindik ma ye ku ew jî wekî min û te bifire û di xeta telefonê re biçe ba camêrê me.

Lê spîkerê me bi xwe dihise ku di programa zindî de ye, hema ji camêrê me re hin çepik mepikan lê dixe.

Camêrê me bi van çepikan ve dibiriqe, dicoşe; hindik dimîne ku bi riya telefonê serokatiyeke xwe îlan bike.

Dixwaze tişteke din jî bibêje lê -mala min bişewite!- qûtê zarokên wî diqede telefona wî di nîvî de qut dibe. Fedekariya wî ya mezin mixabin heta vê derê dewam dike.

Lê bi rastî jî ez gelekî li ber ketim. Axxxx, ez bimrim ez nemînim bo qutkirina telefona wî. Mala telecomê bi ser hikumetê de xira bibe! Xwezî hema du gotinên din jî bipeyiviya.

Na na, xwezî hema nîvgotineke din jî bikira, belkî hema min ji xwe re nivîseke din jî pê binivîsanda.

Lê hûn mereq nekin, ez hê jî li ber televîzyonê li benda dengê camêrê me me. Belkî hema dîsa vegere, belkî hema Xwedê vê carê jî li min hate rehmê û ez dîsa dengê camêrê me seh bikim.

Heke ez çarîkgotinekê jî jê seh bikim, bi soz ez ê binivîsim.

Evdile Koçer - evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder