ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Şeqreq û teqreqe me kurdan!

Ez jî nizanim bê ev çi şeqreq û teqreqa me ye heyran!

Madem ku em ê derewên herî modern jî wekî pîvanekî welatparêziyê deynin ser riya civakê…

Madem ku wê serokbelediyeyên me yên ezîz û delal wekî Sûleyman Demîrel xwe bihejînin û bi tirkî silavê bidine me…

Madem ku em ê hemû xirabî û şaşitiyên xwe bi rengê kesk û sor û zer ve bipêçin û bi gilî û gazincan ve bixine stûyê dewleta ergenekonê…

Madem ku henekên tirkî yên parlamenterên me wê ji meclîsa tirkan belavî hemû derê dinyayê bibe…

Madem ku em ê di nav xwe de jî “CHP”yekê ava bikin û siyaseteke statûkoparêz li ser hemû civakê ferz bikin…
Madem ku em ê li ser kêlên şehîdan bi tirkî helbestan bixwînin û xwe wekî qehremanên veşartî pêşkêş bikin…

Madem ku em ê di sazî û dezgehên xwe de felsefeya “bila biçûk be, bila ya min tenê be!” ava bikin…

Madem ku em ê pêlava piştkurmî û dimaldemayiyên wêjeya tirk bi heyecaneke mezin ve wergerînin ser rih û dîwana nifşên nû û vê yekê wekî şoreşa wêjeyê bi nav bikin…

Madem ku em ê malbat û zarokên şehîdan muhtacî “Mehmetçîk Vakfi” bikin…

Madem ku emê wekî ronesanseke nedîtî pêşbirkên wêjeyî bi tirkî jî li dar bixin…

Madem ku em ê çîrok û romanên xwe weke forseke mezin bi tirkî bixwînin…

Madem ku wê biraziyên me wekî aktorên tirkan ji me re bibêjin “Amca, abla!!!”…

Madem ku em ê li her derî weke tişteke gelek popûler bikevin pêşbaziya xwehelandinê…

Madem ku em ê hemû nezanî û ehmeqiya xwe bixin stûyê rebena zimanê kurdî…

Madem ku em ê hemû vandalî û barbariya xwe bavêjin ser pişta çanda kurdî…

Madem ku em ê axatiya rihê xwe di nav vê civaka xwelîser de weke siyaseteka nû pêşkêşî hev bikin…

Madem ku em ê hemû çêr, geflêxwarin, namerdî, neqencî, serserîtî, sûtalî û binkeftinên xwe wekî parastina “Kurd û Kurdistanê” nîşanî hevûdu bikin…

Madem ku em ê nikaribin li ‘doz û evîn’a xwe jî xwedî derkevin…

Ê nexwe ev çi şeqreq û teqreqa me ye heyran!!!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder