ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Zêr dizane, zor dizane, devê kurdiya sor dizane!

Kurdek xwe çawa hîs bike, bi çi zimanî biaxive û binivîse, helbet bi "kêf"a xwe ye.

Lê dema ku ew kurd bibe "rêveberekî/e civaka kurd", êdî ew ne bi kêfa xwe ye, hingê mecbûr e ji civaka kurd re bi kurdî biaxive û binivîse!


***

Girîngiya zimanê kurdî ji bo pêşeroja Kurdistanê wiha ye:


Zêr dizane, zor dizane, devê kurdiya sor dizane!

***

Dema meriv kurd be û ji medya tirk re bi tirkî binivîse, hingê meriv zûka ji medya kurd re dibe "stêrkeke mezin!"

Ji ber ku hişê serdestan di medya kurd de jî heye! Heta kurdek bi tirkiya xwe ve di medya tirk de nebe "stêrkek", qîmeta wî tune ye!

De vêca bêjin ne wisa ye?!

***

Di derbarê "zimanê kurdî" de dilê min wekî yê zarokekî ye.

Dema Selahadîn Demîrtaş bi kurdî diaxive, ez dibêjim qey dê sibe Kurdistan ava bibe!

***

Heke ez tirk bûma, min ê xwe ferî kurdî bikira, min ê nivîsên dûvedirêj bêserûber bêmane û belawela binivîsanda!

Bi wan nivîsên "ecêb" ve min ê bihişta ku îmana xwendevanên kurdî di cih de derketa û berê xwe bidan ser zimanê tirkî erebî û farisî.

***

Min wê rojê di Facebookê de ev rewşa trajîk dît:

Hunermendekî kurd bi tirkî tiştek nivîsand.  

Lê çend gohdarên wî bi kurdî bersiv dan!

Di navbera trajediyê de min "hêvî"yeke pir mezin dît mîrê min!

***

Keçên kurd yên kurdîaxêv, dema ku xwe li zimanê tirkî/erebî/farisî şîrîn dikin, xwezî bizaniyan bê ka çiqas sik û nexweşik dibin!

***

Bi şertê ku dê xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bikin, "Iphone 5" diyarî her kurdekî/ê bikin!

Paşê lê binêrin, bawer bike dê hingê ji ber xwe de "Kurdistan" jî ava bibe.

***

Roja ku siyasetmedar û hunermendên kurd wekî turîstan li zimanê kurdî nenêrin, ez dibêjim qey dê ew roj bibe "daweta zimanê kurdî!"

***

Doh kurdekî wiha ji min pirsî:

"Tu çawa fêrî kurdî bûyî?"

Min wiha bersiv dayê:

"Di zikê diya xwe de ez fêrî kurdî bûme!"

----------------------------------------------
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder