ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Kero nemire bihar hat, kurdo nemire aştî hat!

Heta ku havêna aştiyeke rastîn neyê peydakirin, dê civaka kurd û tirk mixabin zarokên xwe bike qurbana leyîstoka aştiyeke bêserî!

***



Dema ez li rewşa pêvajoya dawî dinêrim, tenê ev gotin tê bîra min: Kero nemire bihar hat, kurdo nemire aştî hat!

***

Bi izna Xwedê û qewlê Pêxember, ez keça we „Pêvajo“ ji kurê me „Pêvajo“ re dixwazim



***

Roja ku siyasetmedarên Bakur ji civaka kurd û tirk re "felsefe"yê nekin, dê hingê siyaseta Kurdistanê jî pir pêş bikeve!


***

Ji stratejiyên mezin re taktîkên baş lazim in!

Lê siyasetmedarên ku ne xwediyê stratejiyên mezin bin, dê her dem taktîkên şaş bavêjin!

***

Min bala xwe dayê, mêrên ku xwedêgiravî azadiya jinan dixwazin, bila tenê pêşî li azadiya xwîşk, keç, jin û dayîka xwe negirin, bes e!

***

Hin nivîskarên tirk dema ku di derbarê kurdan de diaxivin, tu dibêjî qey seriyek pîvazê kurdan di qûna wan de ye.

Dema ku ev nivîskarên tirk behsa me kurdan dikin, tu dibêjî qey devê xwe her dem wekî bîra tiwaletekê dilebitînin.

***

Kesên ku rojê sed caran dibêjin, "Heval min rexne bike!", ez dibêjim qey herî zêde ew hez ji rexneyan nakin!

***

Heke kurd rojekê bi rastî jî bibin "kurd", dê hingê pêlava "cehş û xayîn"ên xwe jî nedin dagirkeran!

***



Di civakekê de heke her kes "kar"ê xwe bike, dê pêdiviya wê civakê bi tu caran bi "qehreman û xayîn"an jî nemîne!

***


Kesên ku her dem didin dû "garan"ekê, difikirin ku hemû dinya jî dê rojekê bidin dû garana wan.

***

Du kurd dema ku tenê bixwazin behsa "seks"ê jî bikin, piştî 5 deqeyên din mijar sedîsed vedigere ser siyaseta Kurdistanê.

***

Ez tenê tiştekî dizanim:

40 mîlyon kurd bê şert û merc teslîmî Dewleta Tirk jî bibin, dê dîsa "xesasiyet"ên civaka tirk neqedin!

***

Tişta min fêm kirî ev e:

Ga dimire çerm dimîne, pêvajo dimire "ala tirk" dimîne!
-------------------------------------------------------------------
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder