ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Radyoya Dengê Amerîka: Hevpeyvînek ligel Evdile Koçer (DENG!)

Evdile Koçer: Fêrî Kurdî Bibe, Pişt re Sîyasetê Bike

Ahmed Barzani - VOA

Ev çend sal in ku Kurd, bi taybet li Tirkîyê, girîngîyeke taybet didin roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî. Bandora sîyaset, ziman û kultura neteweyên cîran li ser Kurdan gelek mezin e, lê belê Kurd bi xwe çend zimanê xwe diparêzin û fêr dibin?

Nivîskar Evdile Koçer dibêje ku meseleya zimanê Kurdî “bi taybetî jibo bakur wekî nan û avê ye.” Lê belê ew dibêje ku “sîyasetmedar û hundermend û serkêşên bakur wekî tûristan li zimanê xwe dinêrin.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Koçer dibêje, “eger ku sîyasetmedarek naxwaze zimanê civaka xwe fêr bibe, bila qet jê re sîyasetê neke.”

Nivîskar Koçer herwiha dibêje, “ez bi xwe naxwazim sîyasetmedarekî Kurd bi Tirkî li derîyê mala min bixe, jiber ku eger ew kes ji zimanê dayîka min fêhm neke, ewê derd û kulên civaka min jî fêhm neke.”

Birêz Koçer dibêje ku jibo serkeftina sîyasetê divê ziman “bibe alavekî herî mezin û divê bibe Ala têkoşîna sîyaseta Kurd.”

Hevpeyvîna bi birêz Evdile Koçer re


Li hevpeyvînê gohdarî bike:  
http://realaudio.rferl.org/voa/KRLA/manual/2013/02/24/88d1c3f8-1a64-4640-bca1-6e66660f7043.mp3


Çavkanî:  
http://www.dengeamerika.com/content/evdile-kocer/1609780.html

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder