ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Nivîsa bi navê "Ez çawa û çima fêrî kurdî bûm?" li zimanê farisî hate wergerandin!


"عبدالله کوچر" یکی از نویسنده های کرمانج است
تا کنون چندین کتاب به زبان کردی (کرمانجی) نوشته است
کتابهایش به چندین زبان زنده دنیا ترجمه شده اند
.....
نو شته ای از عبدالله کوچر
Ez çawa û çima fêrî kurdî bûm???/ من چگونه و چرا کردی آموختم؟
Min hingê ji xwe re wisa digot, "Xwelîsero, rebeno, evdalo, pepûko!!! Ez zimanê tirkî ji tirkekî baştir dinivîsim û dixwînim, lê ez nikarim bi kurdî ji xuçk û birayê xwe re nameyekê jî binivîsim. Ez nikarim du gotinên kurdî jî bixwînim? Gelo ev tişteke normal e? Gelo ev ne xwelîseriya min e? Gelo ez bimirim ne çêtir e? Gelo ku kesekî biyanî vê yekê bide rûyê min ez ê çawa bersivê bidimê û hwd."
همیشه با خودم می گفتم
من زبان ترکی را از ترک زبانان بهتر می دانم اما من حتی نمی توانم نامه ای به زبان مادریم برای خواهر و برادرانم بنویسم من حتی قادر به نوشتن جمله ای به زبان مادریم نیستم!
آیا این نشان از بی تعصبی من نبود ؟
اگر یک بیگانه این در این مورد از من سوالی می پرسیدمن چگونه قادر به جواب دادن بودم ؟
Min jî hingê gelek tiştên wekî "dewlet, sîstem, perwerde, civak û hwd..." ji xwe re dixistin bahane, lê min got "êdî bes e!" û dev ji hemû bahaneyan berda....
من همیشه دلایل زیادی برای توجیه کردن خودم داشتم "دولت ، مردم ، جامعه ، سیستم آموزش و خیلی دلایل دیگر ...
اما من تصمیم گرفتم که دست از بهانه تراشی بردارم
Dû re min fêrbûna kurdî ji xwe re kir rik...
بعد از آن یادگیری زبانم برای من دغدغه ای شد
Min da dû...
دنبالش را گرفتم
Min got, heta ku ez xwendin û nivîsandina zimanê kurdî ji tirkî baştir nizanibim divê xew jî nekeve çavê min, divê ez şîva şevê jî li xwe heram bikim...
با خودم می گفتم تا زمانی که نتوانم زبانم(کردی) را تقویت کرده وحتی بهتر اززبان ترکی بخوانم و بنویسم دیگر لحظه ای آرام نخواهم گرفت
شب و روز تلاش کردم
Paşê, min dev ji tiralî, xwelîserî, evdalî û pepûkiya xwe berda...
دست از تنبلی و تن پروری برداشتم
Ez rabûm, min hemû pirtûk û ferheng û gramerên kurdî dabeland nava hişê xwe...
تمام فرهنگ لغات و کتاب های گرامر را جمع آورد کردم
Ji bo ku ez fêrî kurdî bibim min kal û pîrên me, nas û dost, kovar û rojnameyên kurdî û înternet ji xwe re kir mamoste...
برای یادگیری زبان کردی از هر آنچه در دسترسم بود برای خویش استادی ساختم افراد سال خورده ، دوستانم ، روزنامه ها ، اینترنت و ...
Roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal min dît ku kurdiya min tê ser hişê xwe, min dît ku hêdî hêdî per û bask bi kurdiya min ve çêdibin û dikare êdî bifire, hingê min fêm kir ku psîkolojiya min jî rihet û sax dibe...
روز به روز و ماه به ماه خودم احساس می کردم که زبان کردیم جان گرفته بدین گونه ته دلم احساس آرامش
میکردم تا به امروز رسیدم
û heta îro ez hatim...

Bawer bikin, ez hê jî kurdiya xwe pêş dixim....
من باز هم به راهم ادامه خواهم داد
Biçin ji heval û dostên min bipirsin, herin ji diya min bipirsin bê ka çawa ji ber pirsên min ên li ser kurdî hindik maye ku xwe veşêrin.
از دوستانم و مادرم بپرسید که چگونه هنگام مواجه شدن با سوالات بی پایانم در مورد زبان و فرهنگ کردی خودشان را از من مخفی می کردند :-)!
Niha dilê min rihet e, ji ber ku ez dikarim ji xuçk û birakên xwe re bi kurdî du gotinan binivîsim, ez niha dikarim ji diya xwe re, ji pîrika xwe re bi kurdî çîrokekê bixwînim...
اکنون به آرامشی نسبی رسیده ام دیگر می توانم جملاتی به زبان مادریم برای خواهر و برادرانم بنویسم، می توانم داستانی به زبان کردی برای مادر بزرگم نقل کنم
Ma ez ê êdî çi ji Xwedê bixwazim!
مگر من از خدا چه طلب می کردم
Êdî mirina Xwedê ji min kêm e!
دیگر با خیالی آسوده می توانم ...
Tu jî wisa bike hevalo...
شما هم این را ه را امتحان کن دوست عزیزم
Tu jî wisa bike delalê...
Rê nede ku zimanê te yê delal bikeve bin zimanên din.
نگذار زبان شیرینت زیر سلطه زبانی دیگر نیست و نابود شود
Ez soz didim te, bi vî awayî tu yê jî bi ser bikevî...
باور من این است که شما هم در این راه موفق خواهی شد
Heke na, were tif bike rûyê min...

Evdile Koçer
 
Çavkanî: http://www.facebook.com/photo.php?fbid=520325777989233&set=a.510345262320618.112880.320932937928519&type=1&theater

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder