ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Zimanê Mîzahê

Heke mîzah jî zimanek ji zimanên vegotina rihê nivîsê be û bixwaze ji bedena xwe şîreke îronîk vebêje; nexwe qerf, yarî, tinaz, henek, lêvok, pêkenok, laqirdî, esprî jî zarava û devokên vî zimanî ne…

Heke şêwaz û awaza mîzahê di nav qul û kulekên civakê de balix û orgazm bibe; nexwe dê hingê bikaribe bêjna gotinên xwe jî ji civakê re bixe hêlekan…

Heke ken, tîqetîq û bişirîn berxikên herî xwînşêrîn ên mîzahê bin; nexwe girîn, lorîn û rondik jî ferxikên wê yên herî dilnazik in…


Heke xwerexnekirina mîzahî ji wê mîrîtiya xweavakirinê der bibe; nexwe tirsa ji rexneya mîzahî jî ji wê mîrata xwe-ne-avakirinê dertê…

Heke îdeolojiya mîzahê çemê jiyanê be; nexwe gotegotên qewlborî yên rojane, devavêtinên heftserî yên şexsî û serêşandinên şîzofrenîk ên beredayî jî çeqçeqokên sergo-lojiyê ne…

Heke mîzah gulberojka herî xemrevîn ya wêjeyê be; nexwe çîrok, helbest, roman û ceribandin jî gul û çîçekên dil-revîn yên wêjeyê ne…

Heke henekeke kurt û kurmancî ji paşila kurdiyeke pehtî û stewiyayî derkeve; nexwe genekeke dirêj û dinyanedîtî jî ji wê dara hişk ya tirk-mancî diweşin…

Heke mîzah “Ez ji kena mirim gidîîîî…!” be; nexwe divê bikaribe bi xêra wê ken û tîqetîqa xwe avahiya faşîzmê ya navxweyî jî hilweşîne…

Heke mîzah aşê bindest û muxalîfan be; nexwe divê serê pêşîn bera aşbetal û tirtireyên ku kumê muxalifiyê didin serê xwe bide…

Heke argo xemla şêwaza mîzahê be; nexwe çêr, xeber, dijûn û nifir jî ne-yarên xeml û estetîka wê ne…

Heke mîzah di roja teng û fireh de jî Nanxwurê Cilqetîn be; nexwe divê pariyê xwe di avdonka kumsoran neke û piyê xwe jî neke şekala desthilat-koran…

Heke hebûna mîzahê nefesa Xwedê be; nexwe em hemû ji nav yarî û pêkenokên wî derketine…

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder