ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Ez çawa û çima fêrî kurdî bûm???

Ez çawa û çima fêrî kurdî bûm???

Min hingê ji xwe re wisa digot:

"Xwelîsero, rebeno, evdalo, pepûko!!! Ez zimanê tirkî ji tirkekî baştir dinivîsim û dixwînim, lê ez nikarim bi kurdî ji xuçk û birayê xwe re nameyekê jî binivîsim. Ez nikarim du gotinên kurdî jî bixwînim? Gelo ev tişteke normal e? Gelo ev ne xwelîseriya min e? Gelo ez bimirim ne çêtir e? Gelo ku kesekî biyanî vê yekê bide rûyê min ez ê çawa bersivê bidimê û hwd."

Min jî hingê gelek tiştên wekî "dewlet, sîstem, perwerde, civak û hwd..." ji xwe re dixistin bahane,
lê min got "êdî bes e!" û dev ji hemû bahaneyan berda....

Dû re min fêrbûna kurdî ji xwe re kir rik...

Min da dû...

Min got, heta ku ez xwendin û nivîsandina zimanê kurdî ji tirkî baştir nizanibim divê xew jî nekeve çavê min, divê ez şîva şevê jî li xwe heram bikim...

Paşê, min dev ji tiralî, xwelîserî, evdalî û pepûkiya xwe berda...

Ez rabûm, min hemû pirtûk û ferheng û gramerên kurdî dabeland nava hişê xwe...

Ji bo ku ez fêrî kurdî bibim min kal û pîrên me, nas û dost, kovar û rojnameyên kurdî û înternet ji xwe re kir mamoste...

Roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal min dît ku kurdiya min tê ser hişê xwe, min dît ku hêdî hêdî per û bask bi kurdiya min ve çêdibin û dikare êdî bifire, hingê min fêm kir ku psîkolojiya min jî rihet û sax dibe...

û heta îro ez hatim...

Bawer bikin, ez hê jî kurdiya xwe pêş dixim....

Biçin ji heval û dostên min bipirsin, herin ji diya min bipirsin bê ka çawa ji ber pirsên min ên li ser kurdî hindik maye ku xwe veşêrin.

Niha dilê min rihet e, ji ber ku ez dikarim ji xuçk û birakên xwe re bi kurdî du gotinan binivîsim, ez niha dikarim ji diya xwe re, ji pîrika xwe re bi kurdî çîrokekê bixwînim...

Ma ez ê êdî çi ji Xwedê bixwazim!

Êdî mirina Xwedê ji min kêm e!

Tu jî wisa bike hevalo...

Tu jî wisa bike delalê...

Rê nede ku zimanê te yê delal bikeve bin zimanên din.

Ez soz didim te, bi vî awayî tu yê jî bi ser bikevî...

Heke na, were tif bike rûyê min...

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder