ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Kovara Tîroj: Li ser wêjeya sirgûnê hevpeyvînek bi Evdile Koçer re

-Tesîra sirguniyê yan jî di edebiyata kurdî de sirgunî...

Edebiyat jixwe gotinên xwe gelek caran di nav rihê psîkolojiya sirgunê de dimeyîne... Îro gelek nivîskar li her deverê jî xwe li sirgunê dibînin. Lê nivîskarên ku bi taybetî 12ê îlonê û berî wê bi sirgunê re rû bi rû man û derketin derveyî welêt, di nav konê edebiyatê de êşên xwe û yên civaka xwe vegotin û kedî kirin.

Sirgun kir ku gelek kurd dest bi nivîsandinê bikin: Ji ber ku li dîasporayê kurdî ne qedexe bû, hinekî jî ji ber fenomena ‘welatparêzî’yê, kurdînivîsîn bû armanc bo wan. Çend kesên ku berê bi tirkî/erebî dinivîsandin jî vegeriyan ser bexçeyên kurdî.

Bi qewlê ku nivîskarekî Emerikî jî dibêje, sirgun goristaneke mezin e û ji bo kurdan jî bû goristanek. Lê nivîskarên kurd di nava vê goristana teng de xepara kurdî kirin, bi dil û can bi kurdî nivîsandin û peyva kurdî bi têra xwe vejandin. Bi taybetî divê meriv ked û xuhdana nivîskarên me yên li Swêdê ji bîr neke...

Lê divê meriv behsa êşeke din jî bike ku nivîsandina bi kurdî rê li ber nirxandina estetîk û cewhera edebiyata kurdî girt. Helbet digel hemû zehmetiyan wekî hemû gelan emê jî bi zimanê rihê xwe binivîsin. Jixwe vegotina edebiyatê jî ji kêleka rih dest pê dike. Lê gelek kesên ku li sirgunê bi kurdî nivîsandin, bêyî ku bala xwe bidin huner û estetîka edebiyatê, bêyî ku hişê xwe li ser afirînerî û xweşbêjiya edebiyatê biêşînin, hema yekser êş û kulên xwe rijandin ser kaxiza kurdî. Şewitandina gundan, tadayî û îşkence, kuştin û mirin wekî ‘nûçe’yan xwe berdan nav kitêban.

- Edebiyata kurdî ya li dîasporayê çi tesîr li yên welêt kiriye/dike?


Helbet tesîreke mezin kiriye; ji ber ku edebiyata kurdî ya modern li dîasporayê şîn bûye. Ji ekola Hawarê bigire heta Nûdemê, tovê edebiyata xwe ji derve li dîasporayê avêtine. Lê berhemên ku ji derve derdiketin nedihatin welêt, ji ber ku kurdî qedexe bû.

Hêj îro jî li balafirgeh û sînoran hin pirtûkên kurdî têne desteserkirin. Ev jî kir ku tesîra xwe bi derengî li yên welêt bike. Lê belê înternetê, hemû qedexeyan şkand û hemû edebiyata kurdan ber bi hev ve anî. Her nivîsa ku di qulekê de mayî, behra înternetê derxist ser rûyê erdê. Hê jî bi dehan nivîsên edebî li ser înternetê têne diweşin. Înternet ji bo vejandina ziman û edebiyata kurdî şoreşeke mezin e. Û tişta herî mûhîm fikirîn, helwestgirtin û hişê entelijensiya kurdan bi xêra înternetê kete ser riyekê.

Gotina dawî: ‘dîaspora’ û ‘welêt’ li ser înternetê gihîştin hev, li wir xebat û tecrûbeyên hev yên edebî nas kirin û li wir tovên edebiyeteke baştir avêtin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder