ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Êşa Nûjeniya Wêjeya Kurdî

Êşa li ber nûjeniya wêjeya kurdî berî her tiştî di nav çend grêkan de veşartiye. Modernîzma ji jor de hatî, bi ser pêlên wêjeya tirkî re bandorê li wêjeya kurdî jî dike. Tovên wêjeya kurdî ya nûjen bi xêra vê modernîzma ji jor de hatî gelek şaş tê reşandin.

Ev modernîzma ji jor de hatî pala xwe dide fikra jakoben û wêjeya kurdî ji jor de bi ziman û rihekî çêkirî vedihûne; wekî şitleke qurmjêkirî dixwaze xwe di serê xwendevanan de bimeyîne; li ser navê nûjeniyeke bêmane xwe ji koka xwe yanî xwe ji wêjeya devkî qut dike; hemû şêwe, qalib, awa û hêmayên wêjeya devkî ji ber wê fikra ‘tiştên berê kevin in’ venaguhêzîne ser wêjeya kurdî ya nûjen!

***

Ronesans û modernîzma wêjeya kurdî ji ber vê êşa jixwedûrketinê nikare xwe di pêsîra xwendevanî de biwelidîne; nikare rihê xwendevanî zeft bike.

Loma dema ku xwendevanek dibêje ‘zimanê berhemê giran e!’, ya rastî dixwaze bibêje ku ev berhem ji jor de hatiye avakirin û pala xwe nade wêjeya devkî.


Pirsgirêka xwendevaniya kurdî helbet meseleyek din e, lê zimanê nivîskarî yê req û rijî ku noqî nav tevna wêjeya devkî nebûye dike ku deriyê wêjeya kurdî ya nûjen bi ser serê çend xwendevanên heyî de jî bigire.

***

Helbet ev wêjeya çêkirî herî zêde xwe di nav tevin, hevoksazî û lêfikirîna nivîskarî de dide der; loma hêj pênc şeş rûpelên pêşîn ên berhemê di hişê xwendevanî de asê dibin.

Heke hûn dêna xwe bidinê hûnê bibînin ku îro gelek lehengên roman û çîrokên kurdî, bi ya min yekser dixwazin ku xwe ji tevin, vehûnandin û vegotina nivîskarî bavêjin.

Di nav vegotina nivîskarî de ‘leheng’ tiştekî nikare ji xwe vebêje, lê nivîskar bi darê zorê xwestekên xwe yên şexsî li ser lehengî bar dike; yanî li şûna lehengê ku nivîskar afirandî leheng napeyîve, nivîskar wekî lehengekî bi wê vegotina xwe ya nelirê ve li şûna karekterê xwe dagir dike.

***

Em bêjin lehengê teksta te ‘mela’yek an jî ‘homoseksûel’ek e; divê nivîskar baweriya xwe ya dînî û cinsî tevlî rihê vegotina tekstê neke! Bi rengekî profesyonel divê di vir de ‘mela’ û ‘homoseksûel’ li gorî çîrok û şêweya xwe ruhiyeta xwe ji xwendevanî re vebêjin; jixwe xwendevan jî li benda vê yekê ne.

Wê bê bîra we ku şanogerên profesyonel vê yekê gelekî xweş pêk tînin. Divê rûpelên berhemekî jî ji xwendevanên kurd re wekî sehneyekê be; da ku xwendevan bi lehengên berhemê re rabe û rûne!

Dema ku meriv bi awayekî mekanîk û homojen (yekgirtî) li nivîsandina kurdî binêre, helbet wê tê de bêmane qûna lehengî derkeve! Loma hişê xwendevan jî nikare di nav çend rûpelên nivîskarî de biherike.

***

Divê em li ser vegotina zargotina kurdî serê xwe zêde biêşînin. Em xwedêgiravî pirtûkên qerase pêşkêşî xwendevanên feqîr dikin, lê em nikarin tovê rihê çîrokên mîna Mîrê Botan, Memê Alan, Siyabend û Xecê û hwd. li ser hişê xwendevanî bireşînin.

Nivîskar bi her awa û teşeyî dikare çîroka xwe binivîse, lê afirînerî û hûnandina wê pir mûhîm e; ev jî berê me dide ser tecrube û têgihîştinên nivîskar. Nivîskarê ku nikaribe sî û rihê wan lehengên kevin ên di wêjeya devkî de di wêjeya xwe ya nûjen de jî bi cî bike, heqê wî tune ku gazincan ji tunebûna xwendevanî jî bike. Ji ber ku rihê xwendevanê nû li benda hişyarkirin û zeftkirine nû ye!

Dê bê bîra me ku, em di nav vegotina çîrok û çîrçîrokên diya xwe de çawa diherikîn. Kurdîbûn, vegotin û herîkbariya tekstekê ji mijar, tevnsazî, teşe û estetîkê girîngtir e! Divê em jî rihê xwendevanan di nav peravên wêjeya kurdî ya nû de biherikînin. Nexwe dê tişta ‘nû’ di devê me de weke slogan bimîne.

***

Heger hûn dêna xwe bidinê hûn ê bibînin ku, êş û trajediya me, evîn û şerê me jî li ser navê nûjentiyê ji bilî du sê îstîsneyan bi awayeke gundiyane/slogane têne nivîsandin. Yanî “gundê min hate şewitandin! Tadayî û îşkence li min hate kirin! Wekî îmana xwe min jê hez kir! Berê min kete sirgûnê! Û hwd.“ Mirov dikare navê vê: Wêjeya lixwegerîn û derbasbûyînê, wêjeya arabesk’, lê deyne.

Ev tişta ez dibêjim ne rexne ye; rastiya sosyolojiya civaka me ye! Ji bo destpêkê normal e jî. Mixabin em wekî Sartre di nav kitêban de mezin nebûn, wekî Borges me xwe li ser eşqa afirîneriyê ‘kor’ nekir.

Heke mirov bixwaze gundê xwe yê şewitî binivîse, divê mirov xweliya gundê xwe li bêjinga afirîneriyê bixe û di aşê hunerê de bihêrîne. Ji bo vê yekê jî kesên ku bi wêjeyê ve mijûl dibin, divê guhê xwe bidin hemû herîkînên jiyanê. Ji ber ku wêje û şaxên wê bi jiyana civakî ve girêdayî ne.

***

Wêje bi xwe ji dilopên çandeke bajarvaniyê diniqute. Civaka me mixabin civakeke ‘gundî’ ye; zûka naguhere. Belkî birek ji me ji zû ve ye li bajar û metropolon jî bin, lê hişê me hê jî li gund e.

Tevna wêjeyî ya her nivîskarî li gorî çand û mantelîteya wî ava dibe, li gorî bîr û baweriyên xwe şîrove dike û dinivîse. Wêje behreke mezin e; dêbavê hemû “olojî”yên jiyanê ye! Mesela, kesên ku çîrokekê dinivîsin divê haya wan kêm-zêde ne tenê ji dinyaya çîrokê, lê divê ji rîtuelên siyasetê jî hebe û ji lîstina gogê jî.

Lê mixabin nivîskarên kurd piranî li pey wêjeya belaş in! Navlêkirin û xwedîtina li ser rûpelên malper û kovaran nexweşiya herî mezin ya wêjeya kurdî ye! (Ne ku ez lêteşwîqkirina vê meselê nabînim!) Yê ku bixwaze helbestan binivîse bi tenê pirtûkên helbestan dixwîne, çîroknûs bi tenê çîrokan dixwînin, paşê jî wêjeyeke rût û tazî dertê holê.

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder