ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Ha ji we re 'Ferhenga Aştiyê'!

Aştî: Dermanê ku hêdî hêdî bêhna wê tê kirin.

Aştîxwaz:
Yê/a ku wekî navê xwe jê bawer dike.

Aştîparêz:
Yê/a ku wekî şitlekî wê diparêze.

Qasidên Aştiyê:
Yên ku ji bo aştiyê ketine binê axa sar.

Dayîkên Aştiyê:
Yên ku ji hêsirên xwe ‘şeraba aştiyê’ çêdikin.

Helbesta Aştiyê:
Ya Yanîs Rîtsos e, dema ku dibêje “Xewna ku dayîk dibîne ye aştî!”



Mizgefta Aştiyê:
Mizgefta ku şervanên kurd û tirk tê de ji bo ‘dîn’ekî nimêj bikin.

Tirsonekê Aştiyê:
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan e!

Roviyê Aştiyê:
Beko ne ku dûvê xwe li kodika aştiyê dixin.

Paytexta Aştiyê:
Helbet Amed e! Te vê yekê ji zû de ye heq kiriye Amed!


Welatê Aştiyê: Helbet Kurdistan e, ku ji bo nîşaneyên aştiyê hêsiran dirijîne.

Dijminê Aştiyê:
(.... Vê bersivê tu bide xwendevana/ê hêja!)

Fesadên Aştiyê:
Fesadên ku di pêvajoya aştiyê de, fesadiya şer dikin.

Gulên Aştiyê:
Zarokên vî welatî ne, yên bê dêbav mezin bûne.

Rengê Aştiyê:
Kesk û sor û zer e.

Heneka Aştiyê:
Aştî hat kuroooo! Na looo??

Geneka Aştiyê:
Şer e, ku carina di ber aştiyê re keysa xwe xweş dike!

Nivîskarê Aştiyê:
Nivîskarê ku di dema şer de jî jidil banga aştiyê kiriye.

Telefona Aştiyê:
Di navbera rêveberên kurd û tirk de ye.

Sembola Aştiyê:
Kevokên ku bixwe jî nizanin ka çend dek û dolabên Roma Reş hene.

Gotina Aştiyê:
Ez ji te hez dikim!

***


Meseloka Aştiyê
: Rojnamegerekî Amerîkî her roj dema ku diçe kar, li ber Dîwarê Girînê yê Qudusê zilamekî dibîne ku her roj diayan dike.

Mereq kiriye, jê pirsiye:


-Ez her roj we li vir dibînim ku hûn diayan dikin…


-Erê, ev 30 sal in ku ez her roj li vir ji bo aştiyê diayan dikim…


-30 sal..?? Gelo hestekî çawa bi we re heye?


-Hestekî wisa, ez dibêjim qey ez her roj bi dîwar re dipeyîvim…



Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder