ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Nameyek vekirî bo hemû jinên kurd!

Ey jina kurd!

Bibore, ne mafê min, ne jî mafê tu zilamekî kurd heye ku aqil bide te!

Lê bi destûra te be, tenê dixwazim vê bibêjim: Ji kerema xwe re, bi zimanê tirkî/erebî ji min re behsa "azadiya jina kurd" neke!

Jinên kurd çiqas ku bikaribin xwe ji ziman û çanda dagirkeran azad bikin, dê ewçend jî bikaribin rihê xwe azad bikin! Çiqas ku bikaribin rihê xwe azad bikin, dê ewçend jî bikaribin ber bi naskirina nasnameya xwe ya "jin"atiyê ve bimeşin!


Ji ber ku: Jinên kurd serê pêşîn "lêdan"ê ji ziman û çanda dagirkeran dixwin, paşê ji mêrên kurd!

Loma, divê jinên kurd serê pêşîn xwe ji gerîneka ziman û çanda dagirkeran azad bikin!

Ey jina kurd!

Tişta min fêm kirî ev e: Jinên kurd ên ku bi tirkî/erebî qala "azadiya jina kurd" dikin, qet û qet azad nabin! Û dê qet jî azad nebin!

Lê dîsa jî mixabin hinek jinên kurd naxwazin vê yekê fêm bikin: Li Bakurê Kurdistanê "tecawûz"a herî mezin li ziman û çanda kurdî tê kirin!

Jinên ku bi tirkî qala azadiyê dikin, nizanin ku bi zimanê tirkî ve çiqas "sik û ne-xweşik" dibin!

Jinên kurdî-zan ên ku xwe bi tirkî/erebî şêrîn dikin, serê pêşîn pêlî delaliya xwe dikin, pêlî hemû hebûna me dikin!

Ey jina kurd!

Li gorî fikra min, hemû daxwazên azadiyê yên bi zimanê kurdî, gava yekem e ku jinên kurd sînorekî bixin navbera rihê xwe û rihê dagirkeran!

Ji ber ku: Dagirker bi sed rê û rêbaz û hîle û pîleyên rewşenbîriyê ve dixwazin serê pêşîn zimanê xwe bixin devê jinên kurd, da ku hemû civaka kurd ji hebûna xwe dûr bikeve; da ku qurmê civaka kurd hêdî hêdî biçilmise û ber bi nemanê ve biçe!

Li seranserî Kurdistanê, jinên kurd behsa çi bikin, doz û daxwaza çi bikin, divê xwestekên xwe sedîsed bi zimanê xwe bi kurdî bikin!

Heke bi tirkî be, dê jinên kurd du car bibin "bindest"! (Ma hewce ye ku ez behsa mêrên kurd jî bikim?!)

Jinên kurd bila min jî "azad" bikin, bila hemû dinyayê jî "azad" bikin, lê ji kerema xwe re, ne bi zimanê tirkî!

Ez naxwazim rihê xwe yê nîv-azad careke din bixim bindestê dagirkeran!

Ey jina kurd!

Bibore lê hemû gilî, gazinc û lomeyên min ji ber vê yekê ne: Pêşketin û azadiya jinên kurd, serê pêşîn pêşketin û azadiya hemû mêrên kurd e!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

1 yorum: