ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: Di derbarê romannûs Yaşar Kemal de çend fikir û koçernotên min!

Bi destûra we be, ji bo helwest û çawaniya romannûsê hêja Yaşar Kemal de ez ê du-sê gotinan vebêjim, lê bila tu kes aciz nebe!

- Yaşar Kemal mirovekî delal, nivîskar û vebêjekî çak e, kêfa min jê re tê; lê mixabin nekariye bibe rewşenbîrek!

Heke "rewşenbîr" bûya, dê Nobelê jî bistanda û dê gelek xelatên din jî werbigirta!

- Yaşar Kemal vê yekê naxwaze fêm bike: Xelata Nobelê didin rewşenbîran, didin "fikrên resen" yên rewşenbîran, lê nadin nivîskaran!


- Yaşar Kemal di romanên xwe de "fikreke nû û radîkal" nehûnandiye, loma jî jixwe nekariye Nobelê werbigire!

- Yaşar Kemal ji bilî gotara xwe ya di Kovara Alman "Der Spiegel" de tiştekî berketî ji bo hebûn û pirsgirêka kurd negotiye û mixabin nekariye bibêje jî!

- Yaşar Kemal ji bilî axaftinên xwe yên wekî "Anadolu ve Mezopotamya gûller bahçesidir!"(Anatolî û Mezopotamya bexçeyê gulan in!) tiştekî wêrek û girîng(!) negotiye.

- Ez nabêjim "Yaşar Kemal çima bi kurdî nenivîsiye?! û filan û bêvan!", lê Yaşar Kemal bi helwest û daxwuyaniyên xwe ve jî berê nifşên nû jî nedaye ser nivîsevaniya bi kurdî!

Di kulîsan de carna bûye pistepista wî ku berî mirina xwe dixwaze çend rûpelan bi kurdî jî reş bike, lê ev jî tenê di "pistepist"ê de maye!

- Ez dixwazim bala xwendevanan bikişînim ser du xalên girîng: 1- Yaşar Kemal ji bo geşedana ziman û çanda kurdî tiştekî berketî nekiriye! 2- Lê her dem daye dû geşedana ziman û çanda kurdî!  Du ferqên girîng!?

- Yaşar Kemal pênûsa xwe li dijî barbarî û hovîtiya Kemalîzmê bi kar neaniye!

- Yaşar Kemal bi qewlê wê gotina Umberto Eco ve di sîstema Dewleta Tirk de "krîzên nû dernexistiye"; li hêla din ve "Xelata Dewleta Tirk" jî bi kêfxweşiyeke mezin ve wergirtiye!

- Li min negirin, lê ji bo doza "kurd, kurdî û Kurdistanê" -heta îro jî, û sibe jî- rewşenbîrên wekî Îsmaîl Beşîkçî lazim in, lê ne "tirsonek"ên wekî Yaşar Kemal!

- Yaşar Kemal diviyabû ku li dijî asîmîlasyona zimanê kurdî li ber sîstema Dewleta Tirk bibûya barîkatek!

- Yaşar Kemal diviyabû ku li dijî xwe-asîmîlasyona zimanê kurdî, gohê hemû partî, dezgeh û saziyên kurd jî bigirta!

Di dawiyê de ez dîsa dubare bikim: Yaşar Kemal mirovekî delal, nivîskar û vebêjekî çak e, kêfa min jê re tê; lê mixabin nekariye bibe rewşenbîrek!

Koçernot: Ji kurdan re "heqaret, reşkirin û pesindayîn" ne lazim e! Divê kurd fêrî analîz, şîrove û rexnekirinê bibin!

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder