ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Aqilê serdestan, barê bindestan wiha ye: "Zimanê Kurdî têrê nake...!"

Gava ku aqilê serdest û bindestan di hin qonaxên dijwar de bigihîjin hev û bixwazin şirîkatiya hin kuştinên nediyar bikin, ne mimkûn e ku êdî meriv bikaribe ava du sê gotinên bejî ji bo fikreke nû bimeyîne.

Serdest, bi her awayî -bi şerê xwe yê reş û spî ve!- bêhn û hebûna zimanê kurdî qedexe kirin û kirin ku qurmê zimanê kurdî birize û bikeve ber taq û diwaran, dû re bi rûyê xwe yê reş ve rabûn gotin: "Pirtûka we tune, romana we tune, matematîka we tune, tune tune... nexwe Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"

Bindestên reben û evdal jî, li şûna ku dê rahêjin per û baskên peyva Kurdî û ji xwe re bikin NEFESA HEBÛNA XWE, li şûna ku dê zengîniya zimanê Kurdî ji xwe re bikin şûr û mertal û ber bi azadiya rih û nasnameya xwe ve bimeşin, radibin gotinên serdestên xwe bi meqam û melodiya pepûkiya xwe ve dubare dikin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"

Serdest, bi sîstem û medyaya xwe ya ku dişibe goristaneke veşartî, bi derew û dek û dolabên xwe yên ku di Akademiya xwe de pijandine û bi taktîk û stratejiyên xwe yên "POST" û sûreal ve bi şev û roj her tecawizî rihê zimanê Kurdî kirin, dû re jî rabûn bi manûpile û berovajîkirinên xwe ve bindestên xwe neheq kirin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"

Bindest jî li şûna dê wekî adetên berê pozê wan bişewite û şev û rojên xwe ji bo serkeftina rihê zimanê xwe bixin yek, radibin çawa ku ji wê TECAWÎZA VANDALÎ zewq standibin xwe bi devkî davêjin erdê, bi fona zimanê serdestan dikin pistepist û piçekî xwe jî neheq dikin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"

Serdest, di Ûniversîte û Akademiyên xwe de hemû beşên olojiyê ji folklor, mûzîk û xewnên Kurdan re kirin tirbeke fireh û li gorî hovîtiya xwe fatîhayekê jî li ser xwendin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"

Bindest jî çawa ku qîma xwe bi vê tirba fireh anîbin û çawa ku bixwazin li ber dilê serdestên xwe şêrîn bibin zîtikekê li cineta zimanê xwe didin û hêj li berî fatîhaya serdestên xwe dibêjin, "Amînnnnn...!"

Dema ku Koçerên wekî min jî bixwazin neynikekê bidin rûyê wan û pêlî dûvikê wan bikin, xwe dicircirînin û gazincan dikin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"

Welhasil çîroka serdest û bindestan li ba me kurdan jî bi rengê xwe yî veşartî û nepenî ve her xwe dubare dike.

Heta ku ev çîrok wisa xwe dubare bike, meriv jî nikare ava du sê gotinên bejî ji bo fikreke nû bimeyîne...

Aqilê serdestan li gelek deveran û pir caran dibe barê bindestan: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"

A baş ew e ku meriv xwe dîsa bispêre fîlozofo mezin Roland Barthes: "Nexweşiyeke min heye, ez li her derê ziman dibînim..."

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder