ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Hamid Omerî: PÊLAVA BIRÎNDAR

Mirov dikare kurteçîrokên Evdile Koçer wek helbestan jî bixwîne. Wek helbestên ku bi kurteyiyên xwe ve dişibin Haiku’yên Japonan. Kin, kûr û tije. Wek heban. Coraspîn. Ji bo ev xwîn zelal bibe.

Ji ber di dest wî de nemabû soz dabû min ku wê pirtûka xwe ya dawîn “Pêlava Birîndar” bi riya internetê wek PDF ji min re bişîne. “Pêlava Birîndar” wek e-mail gihîşte destê min. Min carek li ser compîturê xwend; nebû, ji bo ku ez li ser kaxez jî bibînim û bixwînim bê destûra weşanxaneyê û nivîskar bi xêra pirînterê “Pêlava Birîndar” li ba min bû du cot.

Di ber pirtûka Özden Bilen a bi navê “Rojeva Av ê a Tirkiyêyê”re min kurteçîrokên nivîskar xwend. Pirtûk ji 49 kurteçîrokan pêk tê.
Bi “Qelûn”ê dest pê dike û bi “Keleşkofê” diqede. Bi niyeta ku dixwaze ji şer xelas bibe dest pê dike lê ji edebiyata ku di nav şer de dipelçiqe xelas nabe.
Mesela kurteçîroka “Rihê Şer” di vê mînvalê de ye. Dîsa şer heye û ew ‘şer, diqede’ di dawiyê de êdî hesret û xwezî xwe diavêje ser dikê. “Nedixwest ku êdî bi tu awayî şer bike. Di nivîsandinê de jî.”

Bi rastî ku ne bi dîtin û nêrînek zû be piraniya kurteçîrokan wek destpêk û dawînkê ne. Bi çîrokbêjiyê dest pê dikin lê bi şer(ez dikarim bêjim bi bêhêvîbûn) diqedin.

Ku ez ne şaş bim di nav van 49 kurteçîrokan de tenê wek biwêj û îfade li çardeh cihan “şer qediya” derbas dibe. Lê vê xwendinê û nivîsandinê meriv dikare bi hêvîbûn bi xwezî û xwestina qedandina şer ve girêbide.

Ez hem di jiyanê de hem di nivîsê de li hêviyê digerim, dixwazim ku hêviyê bibînim. Weka ku di kurteçîrokeke Dilawer Zeraq de derbas dibe; li hêviyê bûm/ne çavlirê…

Di nav kurteçîrokên Evdile Koçer de bi navê “Hêvî” kurteçîrokek heye lê ew jî wiha diqede: Hêvî li ser rûpelê şîn nebû.

Çîroka ewil bi navê xwe (Qelûn) gazî çîrokê dike lê ne bi pêvxistina qelûnê ne jî bi dûman qelûnê diqede, bi vemirandinê jî naqede; nivîskar çîrokê bi hevoka “Rabû dev ji qelûna xwe jî berda” diqedîne. Gelo sedem çi ye? Nivîskar bersivê dîtiye û bi nav jî kiriye:Pêlav(a) Birîndar e. J

i xwe navên kurteçîrokan jî wan diavêjin nava tirsê, nava şer; Girtîgeh(aşîtiyek balkêş jê diniqute), Panzer, Dayikên Aşîtiyê, Molotof Kokteyl, Polîsê Sivîl, Serok, Xayîn û Leheng, Koziya Şer û Keleşkof...

Kurteçîrok cureyek çîrokê ye û ez dikarim bibêjim ku destbirakê helbestê ye. Mirov dikare kurteçîrokên Koçer wek helbestan jî bixwîne.

Wek helbestên ku bi kurteyiyên xwe ve dişibin Haiku’yên Japonan. Kin, kûr û tije. Wek heban. Coraspîn. Ji bo xwîn zelal bibe.

Lê xwezî ew qas şer nebûya. Bi temamî ne ew e lê ne dûr e jî. Bi vegotiniya xwe û bi zelaliya xwe ez dikarim bibêjim carna helbest carinan çîrok e.

Lê li ku derê çîrok e li ku derê helbest e carna girîftar dibe. Bi lehenghebûna xwe, ji alî rewş û cih hebandina xwe, ji bal teşe û vegotina xwe ve kurteçîrokên neqane ne.

Di hemûyan de Bûyer dest pê dike û di dawiyê de diguhere; Xwediyê qelûne heye di dawiyê de dev ji qelûnê ber dide.

Lehengê sax di dawiyê de dimre. Bi xêra pirtûkekî hev nas dikin û di dawiyê de ji hev diqetin.

Bi ya min “Wijdan” kurteçîroka nivîskar ya herî baş e û tê de hêvî heye. “Lal” cuda ye lê ev kurteçîrok gelo çima bi hevoka “Axx çavê min birijê” neqediya!

Çima di gelek çîrokan de nivîskar piştî hevoka dawî (bi ya min divê hevoka dawî bûya îcabê ‘dîkte’yê dibîne! Gelo kurteçîrok têr nake?).

Bi nav û mijara xwe “Dikana Zargotina Kurdî” balkêş e lê ketiye nav torê.

Wek mînak “Neheqî”. “Xwe ji neheqiyê rizgar kir” bi ya min piştî vê dawînkê îcabê “Êdî her du piyên wî bûbûn wekî hev” nake. Dîsa jî ez dikarim bibêjim ev e kurteçîrok! “Periya Reş” ku ji “ber bi mayînê ve”, “ji wê mayînê” û ji ew “jî”yê; bi kurteyî ku ji “mayînê” ên ku li gor min zêde ne xelas bubûya dîsa min karibû bigotina ha va li vir e!

Bi kurteyî; kurteçîrokên Koçer tîr in û tê de surprîz hene.

Pêlava Birîndar wek sembol dixwaze xwe biparêze lê zêde di nav şer de maye lewma birîndar e. Wek me.

*Koçer, Evdile, Pêlava Birîndar:Han, 2010

Hamid Omerî
Stenbol
30.11.2010

Çavkanî: http://www.netkurd.com/?mod=author&option=view&id=840

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder