ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Welatparêziya Monikayan!


Ez lê dinêrim maşilehhh ji Xwedayê mezin re ku welatparêziya ku em hemû nas dikin li ba hin kurdên me bûye wekî mirîşka lûçikandî û serê we xweş be tiştek pê ve nemaye.

Li ba van kurdan meriv dikare behsa parastina her tiştî bike, lê dema dor tê ser parastina ‚welat’ weke ku me gunehek kiribe mad û mirûzê xwe tirş û tehl dikin.

Dema têgeha "welatparêzî"yê dixin devê xwe, xwîna meriv ya kurdî dikele, tu dibêjî qey wê niha dest bi têkoşîneke nû bikin bo welatê xwe, lê meriv fêm dike ku têkoşîna wan ya nû tenê ji bo MONÎKAyeke nû ye.

Yanî ez serê xwe û we nehêşînim ezbenî: Welatparêziya hin ji van kurdan tenê bûye MONÎKA-PARÊZÎ. Monîka li ba hin kumsor û giregirên siyasî bûye navekî nû yê welatparêziyê. 

De vêca were keziya xwe kurr neke û nebe ‚welatparêz’.

Min bixwe jî heta ku ji peyva „Monîka“ fêm kir, îmana min derket heyran. Min digot belkî monîca şîfreyek an jî kodek be ji bo parastina welat.

Ma min koçerê reben çi dizanibû ku ji wan erebeyên mezin yê „Toyota Land Cruiser“ re dibêjin Monîca. Keçê pornekurê, ma berê di koçertiyê de ew erebe hebûn heta ku min pê dernedixist.

Lê min niha kod û şîfreyên van kurdên me deşîfre kir: Berê di eniyên şer de parastina welatekî dikirin, lê niha parastina monîkayekê bûye kul û xemên wan yên herî mezin.

Bi van monikayan ve meriv wan li ku bibîne (li Hewlêr, li Duhok an jî li Amedê ferq nake!), meriv hez dike zend û bendê xwe vemale û ji nû ve bibe welatparêz.

Ji ber ku li welatê ku ‚monîca’ lê zêde bibin, haşa ji hizûra we lê wê ‚çîk’a wî welatî derkeve ezbenî… 

Evdile Koçer

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder