ss

Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike! Ez ne xwediyê enstîtûya welatparêzî û zimanparêziyê me. Ez ne nobedarê tu teoriyên qerase me. Di destê min de tu mohrên keskesor tune ne. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Wekî hin serokan nikarim tu fermanan bidim. Mîna hin rêveberan nizanim tu talîmatan pêşkêş bikim. Nola Mamê Şêx ji min nayê ku nivîştiyekê çêkim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Di destê min de ala welatekî serbixwe tune ye. Li pişta min tu artêşên babegît qet tune ne. Li pişt tu rext û mertalan gotinên xwe nabêjim. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike. *** Ji bo azadkirina welatekî tu formûlên min yên hazir tune ne. Hevokên min yên koçerane belkî nebin ‚şîv’a nifşekî birîndar. Nizanim dê gotinên min rêya çend 'şervan'an ronî bikin. Lê tişta min fêm kirî ev e: Welatparêzî ji zimanparêziyê dest pê dike.

Evdile Koçer: 10 duayên serê salê binê salê...

Va ye dîsa „Serê salê binê sale” hat û wekî adeteke koçerî va ye dîsa 10 duayên min yên ji bo serê sala nû:


Serê salê binê salê, Xwedê tovê zimanê kurdî bireşîne nav hemû sazî û dezgehên kurd!

Serê salê binê salê, Xwedê aqil û hişeke Kurdistanî bide hemû hunermend û siyasetmedarên kurd!


Serê salê binê salê, Xwedê teorî û îdeolojiyên tevlihev û şêlo ji civaka kurd kêm bike!

Serê salê binê salê, Xwedê sloganên kelevajîk/arabesk ji devê siyasetmedarên kurd kêm bike!

Serê salê binê salê, Xwedê daxwuyanî, bang û belavokên beredayî ji serê civaka kurd kêm bike!

Serê salê binê salê, Xwedê maçên zimanê kurdî ji serê Kurdistanê kêm neke.

Serê salê binê salê, Xwedê çepgirên tirk yên sexte ji serê sazî, partî û siyasetmedarên kurd kêm bike!

Serê salê binê salê, Xwedê kesên "dûredîtî, dixwederîtî"yan ji serê partiyên kurd dûr bixe.

Serê salê binê salê, Xwedê felsefeya Xanî û Cizîrî bike nesîbê Beko û kundirên kurdan jî.

Serê salê binê salê, Xwedê wêje û çanda kurdî ji xwe-ne-nasîn û tirkîfikrînê biparêze.



Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder