Hûn cîranên me ne...
Bi qewlê Ehmed Arif mirîşkên me tevlihev bûne.
Hê jî helbestkarên me hene ku ristên helbestên xwe li ser biratiya we vedihûnin.
Hê jî siyasetmedarên me hêviyê ji we dibin ku em li ser maseyekê rûnin û çayeke biratiyê bi hev re vexwin.
Teyî eyb e meriv bêje, lê di Quran, Încîl, Zebûr, Tewrat û Mishefa Reş de jî bi tîpên qalind heqê cîranan li ser cîranan dinivîse.
Lê Xwedê heye, we rojekê jî berê ‘keştiyek’e xwe ya alîkarî û aştiyê neda Kurdistanê. Ez çi dizanim, belkî tişteke wisa nehatibe bîra we jî.
Na na, bi serê we em pê kêfxweş jî bûn ku we xwest destê xêrê bigihînin birakên me filistîniyan.
Lê ji kerema xwe re li ser neheqî û zilma Îsraîlê ji me re çîrokên berê yên sifto û genî venebêjin... (Mereq nekin: Zilm û neheqî di dawiyê de serê xwediyê xwe dixwe!)
Em dizanin gelek ji we yên ku alîkarî ji filistîniyan re birîne, dema ku dor tê ser meseleya kurd û Kurdistanê, her yek ji we dibe ‘îsraîlek’ û bi ser serê me de dipeqe...
Hin ji we dibin sosyal-faşîst (Çepgirên Ergenekonê bînin bîra xwe!) û bi dizîka ruhê me yê kurdî kedî dikin...
Hin ji we dibin leşkerek jidil (CHP û MHP’ê bînin bîra xwe!) û di dilê me de diteqin...
Hin ji we jî dibin polîsekî qenc (AKP’ê bînin bîra xwe!) û bi siyaseteke pûç ve dixwazin zûka serhildêriya me kedî bikin...
Hela carekê li neynikê binêrin:
Li şûna keştiyên alîkarî û aştiyê, hûn keştiyên ‘rewşenbîr’an yên hiş-leşker dişînin Kurdistanê da ku aqilê me yê mayî jî zûka biçeliqînin...
Li şûna fermanên aştiyê, hûn firok û balafirên şer dişînin ser serê me...
Li şûna azadî û biratiyê, hûn neyartiyeke bêminet layiqî me dibînin...
Li şûna wekheviyê, hûn me di nava tirkîtiyeke ne ‘tirkî’ de dixesifînin...
Li şûna heqê cîrantiyê, hûn heta êvarê bi serdestiya xwe ve îmana bindestiya me taze dikin...
Jixwe ez behsa kerkerokên me yên ku di afirên we de dizirin, nakim!
Heke hûn cîranên min bin, heke piçekî heqê min yê cîrantiyê di stûyê we de hebe, ez heqê xwe li we helal nakim tirkno, bila hûn vê yekê wisa bizanibin!
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com