Kurdên ku bi kurdî dizanin binivîsin, lê di Facebook û Twîtterê de ileh
bileh û tileh bi tirkî dinivîsin, bila li min negirin lê ez dibêjim qey
ji "Zanîngeha Çepgirtiya Sexte" dîplome wergirtine.
***
Ferqa di navbera nivîskar û zimanzanan de ev e:
Yek rihê peyvan vedibêje, yê din behsa gurçik û kezeba peyvan dike.
***
Siyasetmedar û nivîskarên ku li gorî çepik û sloganan gotinên xwe
hildibijêrin, heke ji ferhenga civaka kurd derketana, ez bawer dikim dê
ji nişka ve barê me gişan sivik bibûya.
***
Hin kurdên 'spî' hene di afirê Dewleta Tirk de rûdinin û paşê ji me feqîrên Xwedê re behsa rewşenbîriya serbixwe dikin.
Ez dibêjim qey "rewşenbîriya serbixwe" li gorî wan afirên dewleta tirk in.
***
Heke li Bakur kurdperwerî xurt bûya, dê 5-6 partiyên xurt yên kurdan
hebûna, û dê hemû partiyên kurdan jî li dijî sîstema dagirker bûbûna
barîkatek.
***
Gelek caran ez vê pirsê ji xwe dikim: Siyaseta ku nivîskar û hunermendan bixe çeqçeqoka armancên xwe, gelo dixwaze civakeke çawa ava bike?
***
Hin nivîskarên tirk dema ku di derbarê kurdan de diaxivin, tu dibêjî qey seriyek pîvaz di qûna wan de ye.
Dema behsa me kurdan dikin, gelo çima devê xwe wekî bîra tiwaletekê dilebitînin.
***
Medya Tirk tirşika derewên xwe hezar caran dikelîne û wekî xwarineke nû dîsa datîne ber civaka kurd û tirkan.
***
Dînê Dewleta Tirk wiha ye:
Ji nijada tirk re misilmantiyeke çêkirî, ji nijad û dînên din re jî barbariyeke modern pêşkêş dike.
***
Civakeke sîvîl, sedem çi dibe bila ew be, lê tu carî mirin û xwekuştinan meşrû nake mîrê min.
***
Dema cendek dikevin erdê, dema xwîn dikeve ser kolanên feqîran, dema êş û
rondik diherikin ser dilê dêbavan, analîstên şer û mirinê jî serê xwe
radikin.
***
Tişta min fêm kirî ev e:
Aştî bi ziman û rihê şer pêk nayê.
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Çend Etîketên Nivîsan
aştî
ax
belediye
berlîn
bindest
CIA
çalakî
çepo
çîrok
derî
dirû
evdile
ezbenî
festîval
fîlm
Freud
gewez
heval
koçer
komplo
kurdî
kurmancî
mirin
MOSSAD
mûzîk
neteweyî
pêlava birîndar govendistan çîrok mirin koçername
pirtûk
polîs dayîk pêlava birîndar çîrok wêne rapor çalakî
serdest
Sigmund
şer
tiral
tirkî
welatparêz
welatparêz tirkî ezbenî şer aştî
yekmal
ziman
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder