Tirkekî ku xwendin û nivîsandina bi tirkî nizanibe, tu carî nabêje, “Ez tirkiya akademîk nizanim!” An dibêje, “Ez nizanim!”,
an jî devê xwe digire û belasebeb xwe rezîl nake. Heke jixwe şerm jî
bike di nava demeke kurt de xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi tirkî
dike.
Almanekî ku nikaribe du gotinên almanî bîne ser hev û binivîse, tu carî nabêje, “Ez almaniya akademîk nizanim!”.
An yekser dibêje, “Ez nizanim!”, an jî qet tiştekî nabêje û xwe li
dinyayê rezîl nake. Heke ji vê ‘nezan’tiya xwe fedî bike, jixwe bi çi
rengî be jî xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi almanî dike.
Kurdekî ku ji romannûsekî bêtir kurdî dizane, lê xwendin û nivîsandina kurdî nizanibe qet li xwe danayne û nabêje, “Ez nizanim!”. Yekser dibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”. Lê serê we xweş be, şerm û fedî jî nake û di deh salan de nikare du gotinên kurdî jî fêr bibe.
Helbet her ‘kurd’ ne mecbûr e ku bi kurdî bipeyîve û xwe fêrî kurdî jî
bike, lê dema ku kurdek hem xwedêgiravî bixwaze kurdî fêr bibe, hem ji
tiraliya xwe di bîst salan de fêr nebe, hem jî serê her kêliyê zimanê
xwe sê metro dirêj bike û bêyî ku maneya wê bizanibe bi sed tiştên pûç
ve bibêje, “Ez kurdiya akademîk nizanim!” divê em hingê tiştekî jê re bibêjin.
Ya rastî qesta wan ji “kurdiya akademîk” çi ye, ez jî
nizanim. Jixwe kurdiyeke wisa li tu derê dinyayê jî tune, bila li min
negirin lê li ser tirba Celadet Bedirxan jî peyda nabe.
Lê heke qesta wan jê kurdiya xwendin û nivîsandinê be, ê nexwe wekî hemû
zimanan divê meriv xwendin û nivîsandina zimanê xwe jî fêr bibe. Bi
fêrbûna sê çar gotinên kurdî ve helbet meriv nabe akademîsyen û nivîskar
jî.
Heke mesele ji ber ‘kurdîtî û welatparêziyê’ şermkirin û fihêtkirina ji
nezaniya xwendin û nivîsandina kurdî be, ê nexwe divê meriv şev û rojan
li xwe biherimîne û dîsa xwe zûka fêrî kurdî bibe.
Lêbelê ez dibêjim qey mesele tiştekî din e: çawa ku gelek kurd di bin
navê “Her zimanek însanek e!” de kurdî ji bîr dikin û dikin qurbana
zimanên din, her wiha di bin navê “Ez kurdiya akademîk nizanim!”
de jî naxwazin xwe fêrî xwendin û nivîsandina sê çar gotinên kurdî
bikin. Dixwazin xwe li derew û bahaneyeke wisa bipêçin û kurdî jî bixin
şirîkê gunehê tiraliya xwe. Helbet di vir de sûcê nivîskarên ku
kurdiyeke çêkirî bikartînin jî heye.
Mesela li hemû dinyayê tişteke normal e ku dema meriv bi zimanê xwe ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te hez dikim!”. Lê li ba me dema ku kurdek nîvhevokekî jî ji yara xwe re binivîse, “Ez ji te”,
dibêje qey ew bi yara xwe re bûye ‘akademîsyen û zimanzanê kurdî!’, an
jî ji bo ku wê hevoka xwe temam bike dev ji yara xwe berdide û dixwaze
ku di kurdî de bibe nivîskarekî pir mezin û hêja. De vêca were û keziya
xwe kur neke keçêêêêê!
Bi rastî jî ev kesên “Ez kurdiya akademîk nizanim!” pir
ecêb in. Ev xwedîaqilên mezin heke ku kurdiya xwe ya malê bipeyîvin, wê
jixwe tu mesele nemîne û wê ji nişka ve xweasîmilasyon jî ji ser erdê
Bakur rabe.
Hingê dema ku sê çar rojan li ser hev bi vî awayî bi kurdî bipeyîvin, jixwe wê ji Edward Saîd jî bêtir ji ‘kolonyalîzma çandî’ fêm bikin û wê dû re pê bihesin ku “Ez kurdiya akademîk nizanim!” bixwe jî têgehek ji têgehên kolonyalîzma tirkan e ku ji binî ve mala zimanê kurdî xira dike.
Lê na! Mêrê diya me ileh bileh dixwazin ku “Kurdiya akademîk”
bipeyîvin. İleh bileh dixwazin ku şeveqekî ji xew rabin û ji hemû
zimanzanan bêtir kurdî bizanibin. Nexwe wê destê xwe navêjine ferheng û
gramereke kurdî û wê du gotinan fêr nebin! Tew mala minêêêê!
Dema ku dibêjin, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”, ez dibêjim qey dixwazin rasterast wisa bibêjin, “Ê
heval bi darê zorê ez piçekî fêrî tirkî bûm, niha ev kurdî jî ji ku
derket yawwww. Bi vê tiraliya xwe ve heta sed salên din jî ez nikarim
gotineke kurdî fêr bibim. Jixwe rêveberê partiya me jî piştî sê gotinên
kurdî diqulipîne ser frekansa tirkî. Helbet zimanê me pirrrrrrrr zengîn
e. Heke di televîzyonê de bernameyek bidana min belkî min xwe fêrî sê
çar gotinên kurdî bikira, lê eva xwesûya min jî hez ji min nake, ma ez
biçim xwe di zinarekî re bavêjim heyran…. Yaw ma her tişt maye ser pişta
min. Tişta herî baş ez bibêjim ‘Ez kurdiya akademîk nizanim!’ û hewww.
Jixwe tu kes jî ji vê gotinê fêm nakeeeee... Dev ji min berde hevalê
hêja…!?”
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder